|
Erê Efrîna
min
Cobarên xemgîniyên te
di bin lehiyên nalînên
dayika te de,
di newalên dilên me de
sêlroyekê bi firmêskên
zarên tazî,
bahozên bin lingên
dayikên pakrewanên
bajarê min
helbestên serxweş
dirêstin .
Cobarên xemgîniyên te
di rêyên çelexwarî de,
bi qaserî stêrkên ezmana
Zîna min
pêrgî darên sindiyanê,
zeviyên zeytonan tên.
bi hev re bi zimanê
"Çiyayê Kurmênc"
li ber pêlên çema "Arasê"
ya ku rojekê ji rojan
qehremanên Kurdistanê
li pişta xwe mîna fireşteyên,
dilên cangoriyan sîwar kiri bûn,
û li ser destên şaxên bênbuharî de
rwaestandin.
Cobarên xemgîniyên te
di ber tîrêjên çavên
jineke Kurd re diherikîn,
rûyên xwe bi sê rengan
di eniya "Çiyayê Lêlon " de çandin
û çend rûpel ji dîroka kela Horî
ji balêndên dilên cegerşikestiyan re
xwendin .
Cobarên xemgîniyên te
di nîva şevê de
li deştên bêhngenimî,
bêhnhenarî,
bêhnmêwên tirî
rastî govendên kotirên
basik birîn
hatin.
Cobarên xemgîniyên te
bi dilopên jinebiyên welatê min re
bi serbilindî ji xwe re
mîvanxaneyekê di devê hêvê de
ava kir .
Cobarên xemgîniyên min
xwe bi hilmên mindalên
"HELEBCE"
li ber bendergeha çavên bêzar
şuştin .
Cobarên xemgîniyên te
seqamên li ser piştên nûgihayên me
berfên li ser sînga destanên welatê min
herifandin
û rodankên nûh ji xwe re
bi dîdema stêrkan ava
kirin .
Cobarên xemgîniyên te
Siruda "Ey Reqîb" ji xwe re
kirin pîrozgeh,
rengên xwe bi ava kaniya "Basutê"
bi kenîna "Ednanê Cindo"
bi limêjên wî li ser miriyên bajarê xwe
dişuştin.
û di ezmanê keçên Efrînê de
fireşteyên dilên xemgîn
tîmar dikirin.
Cobarên xemgîniyên te
Îro hêştin ku keskesor
bi rondikên xwe awênan
Ji dîlbera min re ava bike.
Cobarên xemgîniyên te
bila Îro di 10 nîsanê de hestên xwe
bi şabûna Loriya ya rizgarkirî
bi rondikên bê guneh
xwe aşle bike
û bila çûkên çavên te
cîrokên dê û bavê di şevên zivistanê de
ji gulistanan re bixûnin.
Cobarên xemgîniyên te
bila di nav pîsîrên dayikan de
bi kenîn û giriyên sirûşta
deştên genimî
hêrên henaran
hêlanên pîrozî
çê kin .
Cobarên xemgîniyên te
dê rojekê li ber bayên lingên
dapîra min
û di nav lêvên gira "Endarê" de
HÛR, HÛR BIBIN.
Erê EFRÎNA min
Erêê ê .............................................. .
Tuttlîngên,15.04.2007
X. Loriya: Navê keça min e, ji roja dayikbûnê 27.04.2004 an ji aliyê
malbetek Elman de hati bû zepkirin, lê piştî têkoşanên mezin ewa di 10
.04.2007 bi biryara dadgeha Stutgartê sernûva rizgar bû.
|
| |
 |
|
| |
Ebdilmecît
Şêxo
|
| |