
Berhemeke nû ji Helbestvan Hêmen Kurdaxî
18.02.2008
RO/Seyîd Xan
Rizgari-Online/Pirtûk
Pirtûka helbestên bi navê Ez bişewitim, dûmanê min jî wê ji te hezbike ya helbestvanê Kurd Hêmen Kurdaxî, li Berlîn ji nav weşanên Han Verlag derket. Hêmen Kurdaxî bi du dîwanên xwe yên berî niha derketî û bi helbestên pîvayî û cûdarengîn bala xwendevanên Kurd dikişîne. Herdu dîwanên Hêmen Kurdaxî ji layê Weşanên EVRA li Berlîn hatibûn weşandin. Ya yekemîn „Çêroka neynûkên şikestî“ ya duyemîn jî Siwarên rejiyê ye. Ji wan berheman Çêroka neynûkên şikestî çapa 1. qediyeye û çapa 2. hatibiye kirin. Ev berhema bi navê Ez bişewitim, dûmanê min jî wê ji te hezbike dîwana sêyemîn ya Helbestavanî ye.
Hêmen Kurdaxî
Ez bişewitim …
Dûmanê min jî wê ji te hezbike
Çapa Yekemîn - 2008
Hejmara rûpelan – 104
han Verlag
Bülowstr. 56-57
10783 Berlin/Deutschland
ISBN: 978-3-940997-02-9
Reva hespekî tî
Dilopek ji nimêja evîneke dagerî
Vaye hespekî tî weha diçe
Wehaaaa direve...
Û hineke din jî…
Çolisatanên tamarên min
Di çûnê de dihêlin
Sewlî dihejin...
û hêranî bi pelên zêtûnê dikevin...
û bi refan direvin...
Qijahiya hebûna min bi tenê!
Bûye destana şeveke sar
Ji koka xwe de, herifî mayî
Gelo, şûn lingên reva hespa ne?
Ji çavên dîwaran firiyam bejna mijeke kurt
Bûm keder...
Bûm lekeyeke avis ji heyaman
Û hê jî…
Li ser hilma nimêja xwe digrim
Gelek çiya di hilmeke min de dijîn...
Deriyên kockên tarî,
Di paş bijangên min de kutik kirî ne
Û – ji ber wê jî- sîngê min bi êş e!!
Her bi xwe de diqîrim:
“Rojekê tuyê çiyayek bî
Û van valahiyan tijî gund bikî“
Reng... giloverik û ba, bi pêjna mirovan direvin
Xwe bi xwe nadim
Xwe zarokekî bi basikim dibînim û
Difirim himbêza zayîna çiyan.
Vaye hespekî tî weha direve
Lê... nizanim bi çi zimanî
Baran çîroka xwe ji êgir re dibêjin
Ne jî agir ji daristanan re?
Gelo, lêborîn dikane
Herikîna bi hezarê salan vegerîne... û pê
Hinavên tîbûnê dagire
Lav, dê kanibe daristanên winda,
Careke din, di qêrîna tozê de biçîne
Cerg dê kanibe,
Destanên Volkanan
Di pirtûka keviran de bixwînin
Û….
Ewqas çiya giran in!!?
Ne dizanim
Gundek bû, mîna hespekî tî, bi rev barkir...
Ne jî dizanim, ew ez im, yê ku bûye
Dilopek ji nimêja evîneke dagerî
Bi sêdara bejna tozê ve bi darvekirî
Ne jî dizanim, ew ez im, yê ku bûye
Peyveke bi sînoran sîng qelaştî
Di dîroka nivîsa keviran de
Kûraaaahiya birînê li ciyê xwe me
Dirêjiya êşê bi rêve diçim
Bi hêz û beza hespekî tî ji xwe direvim
Tevî wê dizanim
Heya dilên birçî hebin
Mêlodiya êşên min... dê bêne bihîstin.
09. 09. 07 Vechta
Hêmen Kurdaxî