|
Mustefa
Reşîd
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
(Efrîn)
Semt
û
cih:
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
(Efrîn)
beşê
herî
rojava
ji
Başurê
Biçûk
e.
Ew
li
rojhilatê
Çiyayê
Gewr
(Amanos),
yanê
wilayeta
Îskenderûnê
(Hetayê)
dikeve.
Ferehiya
vê
herêmê
ji
rojhilat
heya
rojava
dora
55
km e
û ji
bakur
heya
başur
dora
75
km
e.
Xeta
tirênê,
ku
ji
Stenbolê
diçe
Helebê,
di
vir
re
derbas
dibe.
Erdnigarî:
Çiyayê
herî
bilind
li
vê
herêmê,
Çiyayê
Hawarê
ye,
ku
1200
m ji
rûyê
deryayê
bilind
e.
Ew
li
bakur
e; û
ji
rojhilat
ber
bi
rojava
ve
dirêj
dibe.
Di
bakur
û
rojavayê
vî
çiyayî
re
sînorê
navbera
Bakurê
Kurdistanê
û
Başurê
Biçûk
derbas
dibe.
Çiyayê
Hawarê,
ber
bi
başur
ve,
herku
diçe
nizim
dibe.
Ew
li
rojhilat
digihîne
bilindcihên
Şikakan
û li
rojava
digihîne
Çiyayên
Amkan
û
Xastiyan.
Li
hembera
van
hersiyan,
li
başurê
vê
herêmê,
Çiyayê
Lêlûn(Bêlus)
rawestiyaye.
Çiyayê
Lêlûn
jî,
ji
rojhilat
ber
bi
rojava
ve
diçe
û,
li
der
û
piştên
vî
çiyayî,
axa
Kurdan
digihîne
axa
Ereban.
Di
navbera
Çiyayê
Lêlûn
û
Çiyayê
Xastiyan
de,
Deşta
Cûmê
heye.
Deşta
Cûme
gelek
bi
xêr
û
bêr
e.
Ew
li
rojava
digihîne
Deşta
Hemqê
û li
rojhilat,
li
ber
bajarê
Efrîn,
ber
bi
bakur
ve
diçe
û
teng
dibe.
Ew,
bi
vî
awayî,
navçeya
Şikakan
ji
Çiyayê
Xastiyan
cuda
dike.
Çemê
Efrîn,
ku
ji
Bakurê
Kurdistanê,
ji
navbera
Meraşê
û
Dilokê(Entabê)
hildavêje,
li
nêziya
Kela
Horî
dikeve
herêma
Çiyayê
Kurmênc.
Çem,
di
navçeya
Şikakan
re,
tê
heya
ber
bajarê
Efrîn
û di
Deşta
Cûmê
re
derbas
dibe
û
diçe
Deşta
Hemqê,
ku
ew
tevî
Çemê
Asê
û
Ava
Reş
dibe;
û
gişt
bi
hevre,
li
nêziya
Entekê(Hetayê),
dikevin
Derya
Sipî.
Dîroka
Çiyayê
Kurmênc:
Navê
vê
herêmê,
ji
berê
û
paşê
de,
bi
navê
Kurdan
ve
girêdayî
ye.
Hên
di
dema
Yûnaniyan
û
Romaniyan
de
jêre
hin
caran
KARDIYA
û
hin
caran
jî
KURDÎKA
hatiye
gotin.
Ereban
jêre
gotine:
Cebel-ûl
Ekrad;
û
Osmaniyan
jî
jêre
gotine:
Kürd-Dağ
(yanê
dîsa
Çiyayê
Kurdan).
Kurdan
jî
hergav
gotine:
Çiyayê
Kurmênc.
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
beşek
e ji
herêma
Mîrîtiya
Kurdan
ya
Kilisê.
Ji
Mîrîtiya
Kilisê
re,
li
gor
mîrên
vê
herêmê,
Mîrîtiya
Mand
yan
jî
Mîrîtiya
Canpolatan
hatiye
gotin.
Lê
belê,
ev
mîrîtiya
Kurdan,
di
dema
geşbûna
xwe
de,
ji
herêma
Çiyayê
Kurmênc
gelek
firehtir
bû.
Di
dema
mîrê
mezin
de,
Mîrê
Mand,
ji
bakurê
bajarê
Hemayê
heyanî
bi
başurê
Meraşê;
û ji
Derya
Sipî
heya
bi
rojhilatê
Kilisê
û
Ezazê
axa
vê
mîrîtiyê
bû.
Mîrê
Mand,
di
dema
şerê
Xaçeperestan(Selîbiyan)
de,
arîkariya
Kurdên
Eyûbî
kiribû
û
wan
jî,
wek
spasî,
herêma
Qusêrê
diyarî
dabûn
wî.
Di
dema
malbata
Canpolat
de,
kursiya
serdariyê
ji
bajarê
Kilisê
çûbû
bajarê
Helebê;
û
mîrên
Canpolatî
li
Helebê
jî
serdarî
dikirin.
Di
sala
1606an
de,
ku
Mîr
Husênê
Canpolatî
nexwestibû
bi
Osmaniyan
re
biçe
şerê
Eceman,
Sedir
El-Ehzem
Qiwîcî
Mûrad
Paşa
Mîr
Husên
vexwend
ba
xwe
û ew
bi
xinizî(îxanetî)
kuşt.
Ji
lewre,
birayê
wî
Mîr
Elî
Canpolat,
li
dijî
dewleta
Osmanî,
serhildan
pêkanî.
Wî,
ji
bilî
mîrîtiya
xwe,
heya
n
êzîkî
Şamê
û
Libnanê
jî
xiste
bin
destê
xwe
û
serxwebûna
xwe
ji
Dewleta
Osmanî
diyarkir.
Mîr
Elî
Canpolat
pêwendiyên
dîplomatîk
li
gel
Mîrîtiya
Toskana
ya
îtalî
(Mîr
Fêrdînand)
li
darxistin.
Wî,
pere
jî
li
ser
navê
xwe
çapkirin
û,
di
mizgeftan
de,
bi
navê
wî
xutbe
hate
xwendin.
Dewleta
Osmanî
ji
vê
yekê
gelek
enirî
(tore
bû)
û
leşker
kişand
ser
Mîr
Elî
Canpolat.
Ji
bilî
leşkerê
osmanî
40.000
Kurdên
Zulqadirî
jî,
bi
serdariya
Zûlfiqar
Paşa,
ji
herêma
Albistanê(Elbistan),
bi
ser
Mîr
Elî
de
hatin.
Mîr
Elî
20.000
siwar
û
20.000
peya
amade
kiribûn
û li
Deşta
Orûcê
bi
wan
re
ket
şer.
Di
vî
şerê
newekhev
de,
nîvê
leşkerê
Mîr
Elî
Canpolat
hate
kuştin
û
nema
karîbû
li
Helebê
jî
raweste.
Bi
vî
awayî,
ev
mîrîtiya
dewlemend,
mîrîtiya
Mîrê
Mand
û
Canpolatan
bi
dawî
bû,
perdeya
reş
bi
ser
de
hate
berdan;
û ew
kete
bin
serdariya
waliyên
osmanî
ya
yekser(dîrekt).
Mîr
Elî
Canpolat
di
şer
de
nemir,
wî
xwe
da
aliyekî
û
piştî
demekê,
ew
çû
ba
Siltan
Ehmedê
Yekemîn
û
baxşandina
xwe(yanê
efûkirina
xwe)
ji
wî
xwast.
Siltan
Ehmed
ew
pejirand,
ew
kir
Beglerbeg
û
şande
Romaniya,
ku
bibe
waliyê
bajarê
Tîmîşwara.
Birayê
wî,
yê
biçûk
jî
xiste
Dibistana
Siltaniyê.
Mîr
Elî
ji
Stenbolê
bi
rê
ket
û
gihîşt
bajarê
Bêlgirad(paytextê
Sirbiya).
Lê
Sedir
El-Ehzem
Qiwîcî
Mûrad
Paşa
kîna
xwe
ji
bîr
nekiribû.
Wî,
bi
nehînî(bi
dizî),
peyayên
xwe
li
pey
Mîr
Elî
şandin,
û
wan,
li
bajarê
Bêlgirad,
di
Kela
Kalîmêkdan
de,
bi
îxanetî,
Mîr
Elî
Canpolat
kuşt.
Di
vê
navberê
de,
divêt
bête
gotin,
ku
ew
malbata
niha
li
Libnanê,
li
Çiyayê
Şûf,
bi
navê
Cumbilat
(Kemal
Cumbilat,
kurê
wî
Welîd
Cumbilat),
pêşengiya
Dirûzan
dike,
ji
nifşên
malbata
mîrên
Canpolat
in.
Nawend
û
navçeyên
Çiyayê
Kurmênc:
Piştî
şerê
cîhanê
yî
yekemîn
û
avakirina
Dewleta
Sûriyê,
herêma
Îskenderûnê
(Hetayê)
û
herêma
Çiyayê
Kurmênc
li
aliyê
Sûriyê
man.
Lê
belê
bajarê
Kilisê,
ku
serdariya
Çiyayê
Kurmênc
ji
wir
de
dihate
kirin,
li
aliyê
bakur
ma.
Ji
lewre,
serdarî
(yanê
hukûmet)
di
destpêkê
de
hat
gundê
Mabetan.
Piştî
demekê,
ku
bajarê
Efrîn
nû
hatibû
avakirin,
serdarî
(hukûmet)
çû
bajarê
Efrîn.
Bi
awayekî
fermî
Efrîn
bû
herêm
(qeza)
û sê
navçeyên
wê
hatin
çespandin
(tesbît
kirin).
Ew
navçe
jî
ev
bûn:
Hemam,
Bilbil
û
Reco.
Lê
belê,
sala
1938an,
Frensa
wilayeta
Îskenderûnê
(Hetayê)
diyarî
da
Tirkiyê,
daku
ew
piştgiriya
Almaniya
di
şerê
cîhanê
yî
duwemîn
de
neke.
Bi
vê
dozê
re
bajarê
Hemamê
bi
xêza(xeta)
sînor
hate
perçekirin.
Ji
bona
vê
yekê,
navçe
(wek
nawend)
ji
Hemamê
hat
gundê
Cindirêsê.
Cindirês
êdî
bû
navçe
(nahiye).
Di
salên
60î
de,
sê
navçeyên
din,
bi
awayekî
fermî,
hatin
çespandin.
Ew
jî
ev
in:
Mabetan,
Şeran
û
Şiyê.
Ji
ber
wilo,
niha
navçeyên
Efrînê
şeş
in
(Cindirês,
Bilbil,
Reco,
Mabetan,
Şeran
û
Şiyê).
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
bi
giştî
ji
366
gund
û
nawendan
pêktê
û
hema
hemî
jî
Kurd
in.
Di
destpêka
salên
60î
de,
ku
dewletê
rêforma
axê
pêkanî
(belavkirina
erdê
axan
li
ser
cotkaran),
bi
vê
sedemê,
hin
erd
dan
Ereban
jî.
Lê
hejmara
wan
gelek
kêm
e û
heya
ew
jî
hînî
zimanê
kurdî
bûne.
Êl û
eşîrên
Çiyayê
Kurmênc:
Di
rastiyê
de,
êlîtî
êdî
li
vê
herêmê
namye
û
heya
pir
kes
jî
hene,
ku
nizanin
ka
ew
ji
kîjan
êlê
ne.
Lê
dîsan
jî,
emê
êl û
eşîrên
Çiyayê
Kurmênc
bidin
naskirin.
Êlên
li
vê
herêmê
ev
in:
Amkan
(Amkî):
Ji
Bilbilê
heya
Reco
û
Şiyê
belav
dibin.
Biyan
(Biyî):
Bi
taybetî
li
aliyê
navçeya
Bilbilê
ne.
Şêxiyan
(Şêxî):
Li
aliyê
Bilbil,
Reco
û
heya
Çiyayê
Xastiyan
belav
dibin.
Xastiyan
(Xastî):
Li
Çiyayê
Xastiyan
dimînin
(navçeya
Mabetan).
Cûmiyan
(Cûmî):
Li
Deşta
Cûmê
dimînin
(navçeya
Cindirêsê).
Ev
pênc
êlên
pêşîn
niştecihên
vê
herêmê
ne,
yanê
ew
ji
berê
de
li
vir
in.
Bi
taybetî
êlên
Amkan
û
Cûmiyan,
ku
navê
wan
di
heyamên
kevnare
de
jî
derbas
dibe.
Ji
bilî
van
ev
êlên
din
jî
hene,
ku
dibe
ew
paşê
hatibin
vê
herêmê.
Ew
jî
ev
in:
Şikakan
(Şikakî):
Li
aliyê
rojhilat
dimînin
(navçeya
Şeran).
Dibe
ku
ev
êl,
di
demekê
de,
ji
Şikakên
rojhilata
Kurdistanê
veqetiyabe
û
hatibe
vê
herêmê.
Robaran
(Robarî):
Li
rojhilatê
Çiyayê
Lêlûn
dimînin.
Şêrewan
(Şêrewî):
Li
rojavayê
Robaran,
li
Çiyayê
Lêlûn
û
kuntarên
wî
de
dimînin.
Heyştiyan
(Heyştî):
Li
kuntara
Çiyayê
Xastiyan,
li
ber
Deşta
Cûmê
dimînin.
Hinek
ji
êla
Rojkî,
ku
warê
wan
î
bingehîn
li
herêma
Bedlîsê
ya
Bakurê
Kurdistanê
ye,
li
gundê
Şêxorzê
û
derdorên
wî
hene.
Hin
kes
jî,
bi
taybetî
ji
gundên
Coqê
û
Maratê
û
hin
gundên
din
dibêjin,
ku
ew
Çeqelî
ne
(êla
Çeqeliyan).
Hin
malbat
ji
êlên
herêmên
Kurdistanê
yên
din
jî
li
Çiyayê
Kurmênc
peyda
dibin
wek:
Dinî,
Hevêdî(Hevêrkî),
Zagî
û
hwd..
Gundên
bi
navê
Xerzan,
Xaltan,
Dimiliyan
û
Behdînan
xweş
didin
xuyakirin,
ku
pêwendiya
wan
bi
kîjan
êl û
herêmên
Kurdistanê
re
heye.
Ol û
mezheb:
Piraniya
kurdên
vê
herêmê
misilman
in û
mezhebê
wan
henefî
ye
(ne
şafiî
ye
mîna
piraniya
kurdên
din).
Êzîdî
berê
li
vê
herêmê
gelek
bûn,
lê
niha
ew
ne
ewqas
pir
in.
Bi
tenê
çend
gund
mane,
ku
bi
giştî
hên
êzîdî
ne.
Li
hin
gundên
din
ew
nîve-nîv
in.
Li
vê
herêmê
bi
tenê
gundê
Mabetan
elewî
ne.
Çandinî:
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
(Efrîn),
ji
aliyê
Çandiniyê
ve,
gelek
dewlemend
e.
Ev
herêm,
berî
her
tiştî,
bi
zeytûnên
xwe
gelek
bi
nav
û
deng
e.
Bi
milyonan
darên
zeytûnan
li
vir
hene
û
hema
tu
kûda
binêrî
her
zeytûn
xuyadikin.
Darên
zeytûnan,
ku
hatine
rêzkirin,
axa
vê
herêmê
pir
rind
û
xweşik
xemilandine.
Kurd
ji
zeytûnan
zeytê
derdixin
û
difiroşin,
yan
jî
zeytûnan
wisa
difiroşin.
Zeytûn
ji
bo
zeytê
ne,
yan
jî
ew
tên
şêrînkirin
û
xwarin.
Meywên
tirî,
berê
li
vê
herêmê,
ji
niha
bêtir
bûn,
lê
dîsan
jî,
li
gelek
navçeyan
hên
tirî
pir
heye.
Li
bajarê
Efrîn
hên
mîrxana
ereqê
jî
heye.
Darên
fêkiyan
li
vir
gelek
hene;
wek:
Henar,
sêv,
hilûk,
kîraz(gîlaz),
çeftelî,
mişmiş(qeysî),
hejîr,
tû,
hurmî
û
bihok.
Li
hin
navçeyan
giwîz
û
behîv(badem)
jî
pir
in.
Ji
bilî
van,
genim,
ceh,
şûfan,
garis,
kuncî,
bervero,
nîsk,
nok,
colban,
titûn
û
pembû
jî
pir
tê
çandin.
Li
hêla
din,
zebeş(şûtî),
qawûn,
şimam,
bacanên
sor(firingî),
bacanên
reş,
pîvaz,
sîr,
kundir,
tirûzî(qitî),
xiyar(aro),
encûr,
qernebî,
îsot,
tirp(tivir),
bamî,
fasûlî,
lopik
û
hwd.
Gelek
peyda
dibin.
Hin
berhemên
siruştî
wek
simaq,
zehter
û
ridar,
ji
berê
de,
ji
Çiyayê
Kurmênc
dertên.
Xwedîkirina
lawiran
(heywanan):
Berê,
li
vê
herêmê,
pezê
gewr
û
pezê
reş
jî
gelek
dihat
xwedîkirin,
lê
niha
tenê
li
hin
deveran
heye;
û bi
taybetî,
ji
bo
hewcedariya
malê.
Her
wisa
jî
mirîşk,
qaz
û
ordek
hene.
Hesp,
bergîr,
qantir,
ker,
çêl
û
camûs
jî,
li
hin
cihan,
peyda
dibin.
Xwedîkirina
mêşên
hinguv
jî
berê
pir
hebû.
Folklor
û
çanda
gelêrî:
Cilên
folklorî
yên
herêma
Çiyayê
Kurmênc,
yên
mêran,
mîna
cilên
Partên
kevnare
ne
(kumê
sipî,
şehra
bi
rêşî,
eba
bi
surme
û
şelwerê
qezmîrî
yê
devlingteng).
Govend
û
semayên
folklorî
yên
vê
herêmê
gelek
navdar
in û
komikên
vir
yên
folklorî,
pir
caran,
li
ser
tenga
Sûriyayê,
xelatên
pêşîn
wergirtine.
Ji
berku
vê
herêmê
zimanê
xwe
parastiye,
wisa
jî,
çand
û
folklora
gelêrî
jî,
bi
taybetiyên
xwe
ve,
li
vir
hatiye
parastin.
Pir
dengbêjên
navdar
yên
vê
herêmê,
ku
navê
wan
hatiye
naskirin,
hene;
wek:
Hemûş
Korik,
Ibramê
Bêsnî
(Îbramê
Tirko),
Cemîlê
Kerê,
Cemîl
Horo,
Omerê
Cemlo,
Evdê
Şehrê,
Hesnazî,
Reşîdê
Memcûcanê,
Adîk
Necar,
Beytaz,
Eliyê
Kabê,
Elî
Tico
û
hwd.
Kela
û
seyrangehên
Çiyayê
Kurmênc:
Herêma
Çiyayê
Kurmênc
ji
aliyê
arxêyologî
û
torîstîkî
ve
jî
herêmeke
gelek
xweş
e.
Wek
hemû
aliyên
Kurdistanê,
di
bin
axa
vê
herêmê
de
jî,
li
her
cihekî
şopa
çand
û
civakên
kevnar
heye.
Lê
tenê
hin
tişt
ji
wan
li
ber
çavan
tên
xuyakirin.
Li
Çiyayê
Lêlûn
gelek
avahiyên
kevnar
aşkere
û
diyar
in.
Li
vî
çiyayî,
ya
here
bi
nav
û
deng
Kela
Semanê
ye,
ku
ewropayî
jêre
„San
Sîmon“
dibêjin.
Her
sal,
bi
lekan
û
qeflan
torîst
tên
li
vê
kelayê
temaşe
û
mêze
dikin.
Li
bakurê-rojhilatê
herêma
Efrîn
Kela
Horî
heye,
ku
ji
wê
re
ewropayî
„Sîrûs“
dibêjin.
Li
nêziya
vê
kelayê,
Pira
Kevnare
heye.
Pire
li
ser
Çemê
Efrîn
hatiye
avakirin
û
hên
jî
tê
bikaranîn.
Li
Deşta
Cûmê,
ji
aliyê
Hemqê
de
heya
Kela
Horî,
gelek
girên
kevnare
yên
avakirî
hene.
Her
girek
ji
wan,
ji
her
aliyekî
ve,
ji
du
girên
din
ve
tê
xuyakirin.
Gava
van
giran
dikolin,
gelek
tiştên
bi
nirx
ji
wan
derdikevin.
Ji
aliyê
din
ve,
seyrangeh
û
cihên
bihinvedanê
jî
gelek
hene.
Ewên
bi
nav
û
deng
ev
in:
Kefircenê:
Bi
av,
dar
û
berên
xwe
tê
naskirin.
Li
vir
gelek
aşxane
û
cihên
şahiyan
hene,
ku
ew
her
roj
dagirtî
ne.
Basûtê:
Bi
darên
henaran
û
kaniya
xwe
navdar
e.
Dibêjin
ku
xwarina
aşxana
vir
bê
kêmasî
ye.
Meydankê
û
Gemrûkê
bi
sîlavên
avê
tên
naskirin.
Ava
Sarisabûnê,
li
binaniya
Kela
Horî,
gelek
seyrangeran
ber
bi
xwe
ve
dikişîne
û
wisa
jî
Kitix
û
Tislor.
Kaniya
Batmanê
jî
wek
seyrangeh
li
ber
Ava
Reş
e,
lê
ji
ber
ku
ew
li
ber
sînor
e,
pir
mirov
naçin
wir.
Warên
pîroz:
Gelê
vê
herêmê,
bi
taybetî
hin
cihan,
wek
warên
pîroz
nasdike:
Kela
Horî,
Ziyareta
Henên,
Ziyareta
Abdurehmên,
Şêx-Berkat,
Ziyareta
Çêlxanê
û
her
wisa
jî
Menan
û
Deyan.
Dibêjin
ku
Kaniya
Turindê
û
Golbehîr
jî
ji
avên
pîroz
in.
Li
Ziyareta
Henên
niştimanperwerê
mezin
NÛRÎ
DÊRSIMÎ
hatiye
veşartin.
Kargeh
û
pîşeyî
(sen´et):
Piraniya
kurdên
vê
herêmê
bi
çandinî
û
xwedîkirina
lawiran
xerîk
in.
Bi
awyekî
giştî,
êdî
cot
bi
tiraktoran
tê
ajotin.
Cotê
bi
dewêr
gelek
kêm
maye.
Lê
ji
bilî
çandiniyê,
gelek
kar
û
pîşeyên
din
jî
hene.
Berê
hemû
aş
bi
avê
dihatin
gerandin
û
mehserên
zeytûnan
jî
bi
dewaran
(bergîr
yan
jî
qantir).
Di
dema
îro
de,
ew
hemî
geriyane
ser
kehrevê
(êlêktirîkê).
Li
herêma
Efrîn,
niha
gelek
mekbesên
zeytûnan
yên
nûjen
hatine
avakirin.
Ji
bilî
van,
kargeha
tenekan,
ya
pelûş
(keşmûn,
bêrîn),
ya
sabûnê
û ya
cilan
(mehfûran)
heye.
Kanên
keviran
û
yên
çêkirina
hewcedariyên
avakirina
xaniyan
û
malan
jî
gelek
peyda
dibin.
Kirîn,
firoştin
û
bazirganî:
Di
warê
bazirganiyê
de,
kurdên
vê
herêmê
ne
gelek
jîr
in.
Tevî
dewlemendiya
Efînê,
xêr
û
bêrên
wan
ji
wan
re
namînin.
Pir
kes
berhema
xwe
pêşde,
bi
erzanî,
difiroşin
bazirganên
Helebê
û ew
bi
vî
awayî,
her
sal,
her
deyndar
in.
Ew
peran
bi
kar
û
nirxên
biha
deyndikin
û
wisa,
xêr
û
bêrên
wan,
ji
wan
re
namînin.
Li
nawenda
bajarê
Efrîn
û
hin
navçeyan,
di
hefteyê
de,
rojekê
bazar
çêdibe.
Wek
nimûne:
Li
Efrîn
roja
çarşemê,
li
Cindirêsê
roja
duşemê
û
hwd.
Li
bazarê,
bi
awayekî
giştî,
ji
bo
hewcedariya
malê,
kirîn
û
firoştin
pêktê.
|