Hunera helbestê
2 / 7
Alavên derbirin û avakirina helbestê
1. Ziman


Zimanê helbestê ji zû de bala Erîstotalîs kişandibû, lewre jî ew li ba şêweyê derbirinê rawestiya, û berî pêşî, li gor felsefeya xwe weha çû; tevî ku şêwe ji rastiyê û mecazê peyda dibe, lê bawerkirin delameta wî ye (1). Evê yekê ew ber bi nîşankirina rûdawên şêwe de kişand.
Başbûna şêwe, bi baweriya wî, yekemîna wan rûdawa ye, ku divê peyvên, ku têne xebitandin, yek alî bin, ango wateyeke numa hilgirin, û şûnên xwe yên rast di hevokê de bistînin, da bikaribin wateyên, ku helbestvan dixwaze bigihîne xwêneran, diyar bikin, ji ber ku hevok tenê hîngê sûdar in.
Eger mirov vê hevoka Cegerxwîn, wek nimûne, bide ber boçûna Erîstatolîs, dê bighîne wê baweriyê, ku nerastiya xebitandina peyvan bûye sedema nesayîbûna wateya wê, Cegerxwîn dibêje:
Pir şêrînê, nazenînê
Kuştime wê ez bi dînê
Dêm ji şana hingivînê
Dil ji min bir ahî dil (2).
Peyva ( şêrîn) di bingeha xwe de rengdêr e ( sîfe), lê hin caran wek navê mirov jî bi kar tê, û keçek pê tête navandin. Peyva (pir) ew li vî cihî di bingeha wê de hêştiye; ango Cegerxwîn ew wek rengdêrekê xebitandiye. Ev yeka hebûna (ê)yê li dawiya peyva (şêrîn) rast nabîne, ji ber ku ev (ê)ya tenê li du cihan bi paş vê peyvê dikeve; carekê dema ku wek navê mirov bi kar tê, û cara din, dema ew wek rengdêra, ku şûna nêv distîne, û mirov bangê lê dike, bi kar tê. Eger Cegerxwîn bangê li wê dike, divyabû di xêza duwem de ( te ) li şûna ( wê ) bi kar baniya. Hîngê mirov dişê bêje ( Şêrînê !), lê li ba Cegerxwîn, di vê nimûyê jorîn de, divê ev (ê) jê bête avêtin, û (e)ya, ku lêkera bûyînê ye, şûna wê bistîne, û bête gotin ( Pir şêrîn e, nazenîn e).
Dîsan ewî, di vî nimûneyê jêrîn de, ji bo xatirê rêzbendê, qirika peyvê badayî, û li şûna ( hatî) gotiye ( hatê ):
Kaniya ava heyatê
Şeker qend û nebatê
Wey li ser çavê me hatê
Dil ji min bir ahî dil. (3)
Her weha Cegerxwîn di vê helbesta xwe de, pirê caran ji bo xatirê kêşê û rêzbendê peyvên şûn-negirtî bi kar tîne, pêre jî hem şêweyê derbirinê qels û jar dibe, û hem jî ciwaniya wêneyê helbestî birîndar bibe, wek çawa peyva ( das) di vî nimûneyê jêrîn de gunehkariyê li ciwaniya keçikê dike, û wêneyê helbestî diçelmisîne, û peyva ( taqsê ) jî bê delamet, di hevokê de, şûnê distîne, ji ber ku xweristiya ( şerbetê ) wateya ( tasê an berdaxê ) bi xwe re tîne:
Ebriwên wek heyv û dasê
Bejn û bala serw û asê
Da me şerbet wê bi tasê
Dil ji min bir ahî dil.(4)
Dêmek, li gor boçûnên kilasîkan, divê haya helbestvan ji rûdaw û sînorên peyvan hebe, da her yekê di şûna rast de bixebitîne, da wateya wan zelal be, û bikaribe wekheviya hevok û wateyan biparêze.
Rexneya kilasîk, ku felsefa Erîstotalîs bingeha wê ye, wekheviya hevok û wateyan zor biha dinerxîne. Evê yêkê li ba rewanbêjiyên Eõreb deng zor bilind veda, û ewana weha çûn,ku divê axiftin li gor pergala, ku tê de tê gotin be;( Mutabeqetul kelam lî muqteda elhal ), ji ber ku eger şêwe ne rava be, nikare evê delametê bi cih bîne, lewre jî Erîstotalîs ravabûna şêwe wek berztirîn mercên serkeftina wî dinerxîne; ango divê wateyên peyvan ji hişan ve zêzîk bin, xwêner bi hêsanî di wan wateyan bigihîne, bê ku her car ji neçare vegere ferhengan, wateyên peyvan bipelîne. Lê Erîstotalîs di meydana helbestê de xebitandina mecazê jî bi ser wan merc û rûdawên şêwe de zêde dike.
Kilasîkan jî di dû wî re ev rûdawên şêwe teqez kirine, û durvê helbestê li gor wan pîvanan sînor kirine.
Dêmek pîvanên kilasîkan ne tenê kêş e, belê bi ser de jî ziman, peyvên bijarte û hêzdar, ravabûna ( eşkere ) hevokan, wekheviya hevok û wateyan, û serdestiya hiş in, ku hemî vêkra ji bo avakirina durvê helbestê têne xebitandin; evî durvê, ku bala hemî rêbazên rexnê kişandiye, ta ku birnasiyê, û sîmbolîzmê durvê helbestî wek yekemîn jêdera bihayê helbestê dane nasîn.
Her weha tê xuyakirin, tevî ku rexneya îro hinek ji wan pîvanên kilasîkan dane paş xwe, û lê neguhdar e, lê bi rastî hinek ji wan pîvanan, hîna jî, lê bi awayine din, û li gor têgihîstina çerxên curbecur,li ba rexnevanan balkêş in, nemaze jî ziman, awaz û pêjna peyvan.
Hest û ageh meydana helbestê ne; ango helbestvan hestên xwe di riya helbestê re dike der, û digihîne xwêneran, ev yeka ne bê mebest e, eger mebestek nebê, û helbestvan ber bi derkirina wan hestan de nekşîne, ku wan bigihîne xwêneran, da hestên mîna yên xwe li ba xwêneran jî bilivîne, helbestvan hîngê nabe hewcedarê nivisandina helbestê . Lê eger mebesta wî ew be, ku hestên xwe bigihîne xwêneran, û hestên wan jî bilivîne,û wan bikşîne hundir heyama derûnî, ku li ser afirandina helbesta wî destlatdar bû, divê ew alavên hunerî bipelîne, û derbirina xwe li wan alavan siwar bike, ji ber ku tenê ew alavan dikarin, bi hevpişkiya awazê, hestên xwêneran bilivînin, û wan jî bixin hundirê heyama derûnî, ku helbesvan pê hestedar e.
Lewre jî zimanê helbestê her tim bala rexnevanan kişandiye.Tevî ku her çerxeke wêjeyî nerînek cuda di vê penavê de heye, lê em bawer in, ku hemî vêkra weha diçin, ku zimanê helbestê zimanê hestan e, û yê pexşanê zimanê hiş e. Mebesta pexşanê ew e, ku ramanên nivîsevan, bi awayê numa, bigihîne xwendevanan, lewre hevokên wê sayî û yekser in, xwendevan bê cefayê giran di wateyên wan digihîne. Lê helbestvan xwe bi ser hestên xwe de pal dide, çawan bi xwe û bi derdora xwe diheste, çawan bi wan hestan re dide û distîne, û çawan dixwaze wan hestan, bi awayê hunerî, û bi zimanê, ku tevde wêneyên hunerî ne, bi derxîne.
Peyv û hevok, di helbestê de, bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar têne bi kar anîn. Da em cudahiya, ku di navbera zimanê helbestê û yê pexşanê de heye, binasin, ka em li meşê û semayê binerin; gava mirov dimeşe, ew ber bi armancekê de diçe; ango mebesta wî ew e, ku bigihîne cihekî. Ev armanc li ser ritma (ÅíÜÞÜÇÚ )gavên wî destlatdar e, ku awayê gavên wî organîze dike ta ew digihîne wê armanca xwe, lê di semayê de, tevî ku gewdeyê xwe, tev hemî wan beşên gewde, ku di meşê de xebitandine, dixebitîne, lê rista tevgeran armanca wî ye, da bikaribe ciwaniya wan tevgeran diyar bike.
Dêmek, tevî ku ziman, ji bo pexşanê û helbestê, alava bingehîn e, mirov dikare weha biçe, ku mebesta zimên li ba her yekê ji wan, cuda ye, lewre rexnevanên nû weha diçin,ku divê zimanê helbestê guvaştî (ãßËÜøóÝ ) be, pêjindar ( ÅíÍÇÆí ) be.
Zimanê guvaştî çi wate heye?. Mebesta rexnevanan ji vê têrmê ew e, ku divê helbestvan, heya jê tê, xwe ji peyvên bê sûd bi dûr de bixe, ew peyvan durv û gewedeyê helbestê, bê sûd, dirêj dikin, û pirê caran aferînê qels dikin. Eger em li vî nimûneyê jêrîn binerin, dê mebesta me zor numa bête xuyakirin. M. Hemo di helbesteke xwe de dibêje:
Zîndanek çendî reş be
ji qesrk kole geştir e!.
Zîndanek çendî teng be
ji komarek bindest ferehtir e!. (5)
Zîndan, di bîriya mirovaniyê de, her reş û teng e. ango, gava mirov vê peyvê dibihîse, tarî û tengahî yekser li pêş çavan diyar dibin, û bêhna wî ditengije, lewre jî pêwîstî bi xebitandina rengdêrên "reş û teng" li kêlek peyva "zîndan" nîne. Bikaranîna wan rengdêran giyanê wêneyê helbestî çelmisandiye, û rê nedaye dijberan ( zîndan – qesr ). ( teng – fereh ) ku bikaribin hêmanê havîbûn (ÇáÛÑÇÈÉ), matmayînê ( ÇáÏåÜÔÉ ) û nişkaviyê ( ÇáÝÌÇÆíÉ ) di wî de bicivînin. Her weha her du rengdêrên ( bilind û fere ) li kêlek ( zozan û deşt ) ne tenê bê sûde ne, lê ziyan jî gihandine ziman û avakirina wêneyê helbestî, ku peyva (dil) gelekî berxwe dide, da wê ziyanê kêmtir bike:
Zozanên dil blind in
deşt fere ne. (6)
Her weha ev rexnevan têrma şimitandina peyvan (ÇäÒíÇÍ, înziyah) dixebitînin, ango zimanê helbestê bi wateyên ferhengî nayête sînorkirin, belê ev cure-ziman asoyên peyvan fireh dike, çimkê peyv û gotin bi mebesta afirandina wêneyên pêjindar di helbestê de têne bi kar anîn, ji ber ku helbestvan hewldide da bi zimanê wênekêşiyê baxife, û peyv û hevokên xwe bi wê armancê bixebitîne.Ev cureyê derbirinê giyanê helbestê ye.
Eger careke din em vegerin ba revnevanên pêşî, dîsan em dê bibînin, ku ewana jî tiliya xwe dabûne ser xaleke giring. Tevî ku helbest û pexşan li ba wan bi hebûn û nebûna kêşê û rêzbendê ji hevdu cuda dibûn, belê ewana helbesta hînkarî, ku xwedî kêş û rêzbend e jî, bi carekê wek helbest nepejirandin. Elfiya ( hezarmalikiya ) Ibin malik, di wêjeya erebî de, nimûneyekî navdar e; evê berhema, ku hezar malikên wê hene, hemî rêbazên rêzimana erebî di xwe de civandine, û bi awayê helbestî, ango bi kêş û rêzbend hatiye ristin, lê rojekê ji rojan şûna xwe di qada helbesta eõrebî nedîtiye, ji ber ku zimanê wê ji yê helbestê cuda ye,peyvên û hevokên wê naşimitin,nikarin wêneyên hunerî ava bikin, lewre zimanê wê nikare hestan bilivîne, pêre jî ji giyanê helbestî bi dûr de dimînin.
Bi ser de jî hinek rexnevanên din, di penava zimanê helbestî de, têrma bêdengiya zimanewanî bi kar tînin, û du cureyên wê ( zimanê vekirî, û yê sînorkirî ), ku di sê astayan re diyar dibin, nîşan dikin:
a. Xalên, ku li dawiya xêza helbestî, têne rêzkirin: Ziman di vî astayî de, vekirî ye, ku keys li pêş xwêner peyda dibe, da texmîn bike, ka çi li şûna wan xalan heye.Hêmen Kurdaxî dibêje:
Em rengan bi darve dikin.
Em perwanan dişewitînin.
Em gulan diquriçînin.
Em helbestan diçirînin.
Em zarokan diçerpînin.
Em….
….
….
Em welatan ava dikin.(7)
Weha diyar e, ku H. Kurdaxî di vî perçê helbestê de civaka xwe zor giran rexne dike, gelek rûdawên kar û xebata wê, yên ku nikarin bibine riya bidestxistina hêvî û armanca, ku pê dirame, tîne pêş çavan, lê gava ziman li ba wî ji hêz dikeve, ew bê deng dimîne, pêre jî keys li pêş xwêner vedibe, da ew wê valahiyê dagre.
b. Xêzeke kurt li pêşiya xêza helbestî tê danîn: Ziman di vî astayî de, bi peyvekê, sînorkirî ye, wateya wê ew e, ku hevpeyvîner hatiye guhertin. Ehmed Huseynî dibêje:
- Kê av çêkiriye?
Xalê te cewdikê avê ji newqa xwe vedike
û li te dizêvire:
- Ji hêrsên me kurê min, ji hêrsên me!.(8)
c. Li pêşî an dawiya xêza helbestî bihnokek tê danîn, û nivîsîna wê xêzê bi dawî dibe: Eger pêşiya xêza helbestî vala be, ziman hîngê bi hevokekê sînorkirî ye, ango tenê hevokek li wê şûna vala heye, lê eger dawiya xêzê vala be, ziman hîngê vekirî ye. Hêmen Kurdaxî dibêje:
Her ku dixwaze
lêvan biramûsim,
dibêje:
"De ka helbestekê
Ji min re
Bixwîne".(9)
Bihnoka, ku li dawiya xêza duwem hatiye danîn, ne ji xwe berê ye, belê wateya xwe heye, lê fersendê ji xwêner dihêle, da ew texmîn bike, û bibe hevpişkê ristina helbestê.
Ev valahî li ba wan rexnevanan, rûdaweke helbesta hemdem e, bêdengiya, ku di hundir gewdeyê helbestê de heye, werdigerîne, û dide xuyakirin, ku ziman hîngê ji hêz ketiye, bê kar mayî, nikar bikeve hundirê taqetê (tecrûbê), ew hundirê ku li dervayê karînên zimên di bin destalta bêdengiyê de dimîne.
Ew rexnevanan weha diçin, ku helbestvan, bi vî awayî, xwênerê xwe jî bi xwe re hem dike hevpişkê aferînê, û hem jî yê diyarkirina wateyên deqê helbestê û armancên wê, ku ew valahî zîmbola wan e.
Ji vê bi şûnda, ziman di helbestê de, wek ku helbestvanê Eõreb, yê navdar, Edonîs dibêje, derbas pergaleke dîtir dibe, ji ber ku hîngê ew dibe gotin.
Gotin û ziman ji hevdu cudan e, heyîna zimên li pêş ya helbestvan e, ango helbestvan zimanê, ku beriya wî hebûye dikxbitîne, ew zimên venabjêre, tenê radihêje tiştekî, ku beriya wî hebûye, tiştê heye bi kar tîne. Lê helbestvan ji berî helbestê heye, lewre jî ew gotinên helbestê vedibjêre, ango awayên nivîsînê vedibjêre, û gotinê bi kar tîne. Her kesek zimên dizane, û dinase, ji ber ku ew tiştekî, ku li ber destên hemî kesan e, lê gotin û awayê avakirina hevokan tiştekî din e, afirandina hevok û şêweyekî nû ye, ku li ba kesên din ne nas e, lê li gel kesayetiya aferîner bestandî ye, lewre jî tê gotin ku şêweyê derbirinê neynika kesayetiya xwediyê xwe ye. Edonîs,bi vê boçûnê, xwe dide kêlek nerîna Bodlêr, û helbesvan li ba wî jî wek destlatdarê helbestê tê xuyakirin.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 114.
(2,3) Cegerxwîn: Kîme ez.Çapa sêyem,weşanên Avesta 151, Istanbul 2003, rû 230.
(4) Cegerxwîn: Jêdera berê, rû 232.
(5) H. Hemo: Di kûraniya vê riyê de. Helbest. Çapa yekem, Silêmanî, Başûrê Kurdistanê 2004, rû 45.
(6) Jêdera berê, rû 77.
(7) Hêmen Kurdaxî: Çêroka neynûkên şikestî. Helbest. Çapa yekem, çapxana Babol Druck , Köln, Elmanya, rû 49.
(8) E. Huseynî: Bazbend, Kewname. Helbest. Çapa yekem, weşanên Apecê, Stockholm 1999, rû 76.
(9) Hêmen Kurdaxî: Jêdera berê, rû 45.

     
   Heyder Omer