Gotarnivîsîna O. Sebrî
 
Eger em bibêjin ku O. Sebrî di tevgera azadîxwaza gelê kurd de, bi gelemperî û li Jêrxetê bi taybetî, gelekî navdar e, hergav di navenda guftugoyên, ku di vî warî de dibin, de ye, xebata wî pirr cure ye, gelek cefa di ber bîr û baweriyên xwe de kişandî ye, û ta dawiya temenê xwe dest ji wan baweriyan bera nedaye, eger em weha biçin, hîngê em ti titştê nû, an sergirtî diyar nakin, çiku gelekan ji beriya me ev mijaran dubare kirine.
Û eger em bibêjin ku O. Sebrî hevaldozê hizra hevriya xebata çekdarî, rêzanî û nivîsînê bûye, dîsan em ti hizra nû bernadin holê, ji ber ku her kesek dizane, ku pênûsa wî di navenda xebat û lebita wî de her amade bûye, û pêre ew pêşî wek helbestvan, û di dûv re wek çîroknivîs jî hatiye naskirin.
Lê huneriya nivîsîna wî heya îro bala kesî nekşandiye, ango tê gotin ku ew helbestvan û nivîskar bûye, lê helbestvanî û nivîsevaniya wî ta çi radeyê ye ?. Şopa wî di van waran de çiye ?. Cîgehê wî di rêveçûna helbest û pexşaneya kurdî de, nemaze li Jêrxetê, li kuderê dimîne ?. Û gelek pirsên din, ku di navenda nivîskariyê de digerin, ta îro jî bê bersiv mane.
Ev lêkolîna me wê berxwe bide, da hinek bersivên wan pirsên, ku digel gotarnivisînê bestandî ne, bide.
O. Sebrî gelek gotar nivisandine, û di rûdawên rojnamegeriya dema xwe de weşandine, lê mixabin ewana îro bi hêsanî nakefin destên me, ji ber ku kesî nedane ser hev, belê di wan kovaran de mane, tenê çendek ji wan di pirtûka wî ya biçûk de « Derdên me » sala 1956ê hatine çapkirin, lê ew pirtûk ji wê salê û vir de careke din çap nebûye, loma jî bi hêsanî nakefe destên xwendevanan. Tevî vê yekê me berxwe da, û pareke pirr ji wan gotaran, bi alîkariya dostên hêja, xemxwarên wêjya kurdî, bi gelemperî û ya H. Sebrî bi taybetî, ketin destên me, ku dikarin ji bo vê lêkolîna me binin çavkanî û alîkar.
Giringtirîn hêlîna, ku kurteçîrok û gotar, wek du celebên wêje tê de şîn û geş dibin, rojnamegerî ye; rojname û kovar in. Rewşa evê diyardeya rewşenbîrî kurdî li ber çavên me ye, di destên jêrxetiyan de, di dema O. Sebrî de, tenê HAWAR, RONAHî û ROJA NÛ bûn, lê ew jî zû rawestiyan, û GULISTAN a Cegerxwîn û AGAHÎ ya Hesen Hişyar, ku di nîvê salên şêstiyên çerxa çûyî de derketibûne holê, di çarçeweke teng de belav dibûn, loma jî nikarîbûn roleke berbiçav bilîstana. Gelo di siya evê rewşa rojnamegerî ya jar, û destpêkên nivîsîna bi zimanê kurdî li jêrxetê de, gotara O. Sebrî çawa ava bûye ?.
Gotar berhemeke wêjeyî navend e; ango ewqas ne dirêj e, li ser hinek hêmanan (pêşgotin, hundir û paşgotin) ava dibe. Nivîsevan, di gotara xwe de, û li goreyî nerîna xwe, babetekê ji babetên zanîn, wêje, civak an konevaniyê, rave dike, û zanîn û tecrûbeyên xwe ji bo xwendevanan pêşkêş dike. Lewre jî divê gotar hewesa xwendinê li nik wan peyda bike, bê ku bibe meydana civandina agahî û ragiyandinan, ango divê babeta wê numa û sînorkirî be.
Li goreyî evê nasnameya gotarê, em dê hinek gotarên O.Sebrî bixwînin, avahiya wan vekolin, da karibin nerîneke, ta radeyekê cihgirtî, berbiçav bikin.
a.Pêşgotin:
Hemû gotarên O.Sebrî didine yuakirin, kun nivîsevan berî pêşî bi pêşgotinekê dest pê dike. Ev pêşgotin carcaran dirêj dibe, wek çawa pêşgotina gotara „Tarîxa Kurd û Kurdistan“(1) xuya ye, lê çima ew dirêj bûye, û ji pêdiviyên pêşgotina gotarê, wek celebekî wêje, hinekê bi dûr de çûye?!.
Ev gotar lêkolîneke dîrokî fireh û dirêj e, pêşgotinên kurt nikarin barên evan lêkolînên hanê hilgirin, loma jî lêkolîner ji neçare pêşgotina xwe dirêj dike.Lewre gava mirov pêşgotina vê lêkolînê dixwîne, hemî pêdiviyên pêşgotina evî cureyê lêkolînan tê de dibîne.
Babeta gotarê serrastkirina hinek şaşiyên dîrokî, ku di pirtûka „Xulasya Tarîxa Kurd û Kurdistan” a M.E Zekî de hene ye. O.Sebrî sernavê pirtûkê ji bo gotara xwe jî dike sernav, û berî pêşî çavên xwe li rewşa berî pirtûkê digerîne, lê tu tiştê hêja nabîne, lewre jî dibêje „ Heya van demên nêzîk, tu kitêbên tarîxê di heqê gelê Kurd û welatê wan Kurdistan da nehatine nivîsîn. Çiqas ko mîr Şerefê Bidlîsî bi navê „ Şerefname“ tarîxek der heqê emaretên dema xwe nivisandiye jî, ev kitêba han di warê dîrokî û zanistî da nabe tarîxa gel an welatekî“.
Ev gotin rê li pêş pesinandina pirtûka M.E.Zekî û cefayê wî û yê wergervanê wê bo zimanê erebî, M.Elî Ewnî, dûz dike, û di dû re nivîsevan tiliya xwe dide ser hebûna hinek kêmasiyên dîrokî di wê pirtûkê de.
Ev pêşgotin hewesa xwendina gotarê li nik xwendevanan germ dike, û ji pêdiviyên pêşgotina lêkolîneke zanistî bi dûr nakefe. Bi ser de jî xwendevanan bi tiştên, ku wê di hundir gotarê de bên, agahdar dike, da têkildariya navbera wê û gewdeyê gotarê (hundir) xurttir bibe.
Nivîsevan her tim pêşgotinên gotarên xwe weha dirêj nake, belê ewana li goreyî pêdiviyên vî celebê tore dinivisîne. Mebesta pêşgotinekê ew e,ku rê li pêş xalên ku wê di hundirê wê de diyar bibin, dûz bike, û hewesa xwendina gotarê di derûnên xwendevanan de bilivîne, û wan ber bi wê de bikşîne.
Pêşgotina gotara „Gelo dem ji zêr e?„(2) evê karmendiyê baş bi cih tîne. Ev sernav metelokeke gelêrî ye, bihayê demê dinirxîne. O.Sebrî ewê bi şêweyê pirsane bikar tîne,û pêre pêşgotina gotarê kurt û di wê çarçewê de tê.“Ev meselokeke welê ye, ko ên wê nizanin gelekî hindikin. Tevî vê yekê dem di pir kesan va radibire bê ko bala xwe bidinê “. Cihgirtina evê pêşgotinê ewqas durist e,ku ew gelek hizran li pêş xwendevanan peyda dike, ka nivîsevan wê çawa hundirê gotarê bidomîne.
Her weha pêşgotina gotara « Raman di navbera aferîn û vacabûnê de »(3) jî riya xwe raste rast distîne, û hemî pêdiviyên vî hêmanê huneriya avakirina gotarê di xwe dicivîne.
Nivîsevan pêşî du celebên ramanê dinavîne « Raman di binyata xwe de du celeb in : xweser û riçder » û her du celeban dinasîne ku « ramana xweser ew e, ku havila mêjû, zanîn û tecîba mirov e, û ji hevyariya wan çar dibe. Her çî riçder riça xwe ji der ve, yanê ji alî hinkên jîrtir ve tê, û di serê mirov de tête çandin ».
Ev pêşgotin digel sernavê gotarê pirsekê li ba xweneran peyda dike, û wan ber bi xwendina gotarê de dikşîne, da bizanibin ka çi bandûr û akama ramanê li mirov heye, û çawa ew vaca dibe.
Pêşgotina gotara „Çend gazind“(4) nikare vê rolê bilîze, û nikare hewesa xwendinê li nik xwendevana bilivîne, ji ber ku nivîsevan çalakiyên HAWARê û xwediyê wê dipesine. Ev boçûn deriyê, ku xwendevan tê re derbas hundir gotarê bibe li ser piştê vedike, û texmîna wî ji sînorên gumanê dikşîne warê ybaweriyê, ku nivîsevan dê li ser nivisandin û civandina zimên bipeyive, ji ber ku ev yeka xem û qisaweta HAWARê û xwediyê wê bûye.
Lê gava tu derbas hundirê gotarê dibe, tu ramanine dî dibîne.Ev yeka, li goreyî pêdiviyên avakirina gotarê, şermeke hunerî ye, divê nivîsevan xwe ji wê bi dûr bixe. Lê carcaran sernavê gotarê bandûra vê şermê kêm dike, nemaze jî gava karibe têkildariya, ku divaye di navbera pêşgotinê û hundirê gotarê de hebe, xurt bike, ango eger karibe rola xwe û ya pêşgotinê jî bilîze.
Sernavê vê gotarê dikare wê mebestê bi cih bîne,û hewesa xwendinê li nik xwendevanan germ bike,da pirsan ji xwe bikin, gelo nivîsevan çalakiyên HAWARê dipesine, lê ka wê gazinan ji çi û ji kê bike?. Wê ji gelê xwê yê nezan bike?. Wê ji felekê bike?. Wê ji rewşa Kurdan, a tehl û tirş bike?. Wê ...Wê… Wê…Ev sernav“ Çend gazind“ gelek hizr û ramanan di hişan de dlilvîne, û pêre jî têkildariya, ku di navbera wî û pêşgotinê û hundirê gotarê de heye xurt dike.
Nivîsevanê me ev yeka bi zanebûn û bi awakî hişmend kiribû, an na, ev yeka ewqas ne giring e, lê tiştê balkêş ewe, ku ew di vê xalekê de serkewtî xuya ye.
b.Hundirê gotarê(gewde):
Nivîsevan hundirê gotara xwe, nemaze ya zanistî, li gor pilaneke hişmend ava dike. Eger em li gotara „ Tarîxa Kurd û Kurdistan“ vegerin, em dê bibînin,ku berî pêşî ew li gel nerîna danerê pirtûkê radiweste.
Danerê pirtûkê, di pêşgotina her du çapên kurdî û erebî de, hebûna hinek kêmasiyan nîşan kiribû, nivîsevanê me jî tiliya xwe dide ser wan, û pêre du mebestan teqez dike; ji hêlekê de dide xuyakirin, ku ew neheqiyan li danerê pirtûkê nake, û li milê din, serrastkirina şaşî û kêmasiyan nirxê pirtûkê yê zanistî û dîrokî birîndar, an kêm nake. Ev xalek riya derbasbûna hundir mofirka din dûz û hêsan dike.
Nivîsevan di vê mofirkê de, berî pêşî, cihên wan şaşî û kêmasiyan diyar dike „ Warê vê kitêbê ko ez hinekî haydarê me, rewşa erdnîgariya Kurdistanê û hejmara gelê kurd e“. Di dû re sedemên hebûna wan kêmasiyan nişan dike, û dibêje“ Di tevayîya vê kitêbê da, xwespartina Emîn Zekî begî ya kaniyan û biyanîbûna nivîsevanên wan kaniyan“, û sedemên ray û boçûnên wan biyaniyan bi mebestên konevanî û berjewendî ve girê dide.
Nivîsevan bi vî awayî berê hundirê gotara xwe sayî dide xuyakirin, û raman û mofirkên hundir bi zanebûn li dûv hevudu radixe. Lê bi gotinên têorî qayîl nabe, loma jî berî pêşî cihên, ku şaşî tê de hene, nîşan dike, wek çawa dibêje“ Di rûpelê 23 û benda „ Kurd li Tirkiyê“ de li ser gotina (Sir Mark Saykis) sînorê welatê Kurdan,hêla bakur û roavê holê nîşan dide: Alazgird, Erzincan, Zara, Egin, Meletî, Bêsanî , Bîrecik, Riha“. Di dû re dide xuyakirin, ku evê boçûna Sir Mark Saykis erdnîgariya Kurdistanê teng dike, û pareke mezin ji welatê wam bi ser Tirkan de ber dide. Loma jî nivîsevan vê boçûnê serrast dike û dibêje: „ Sir Mark bi xweyakirina vî sînorê han sê wîlayetên Kurdan bi tevayî, û sisiyan jî nîve nîv bi ser Tirkan va berdide. Bi vê yekê rojhelat û nîvroyên Erdihan û Qersê, tevayîya Meraşê, Entab û Kilisê, bi bakurê Heleb û Skenderûnê va derî sînorê Kurdistanê dimîne. Di vî erdê han da pirtirî milyonek kurd heye“.
Bi vî awayê zanistî û hişmend, yê ku xwe bi ser mînakan de pal dide, O.Sebrî hundirê gotara xwe ava dike, bê ku ji sînorên pêdiviyên vî cur û celebê wêje bi derkefe, û pêre jî du tiştên giring teqez dibin; ji hêlekê de dewlemendiya zanîna nivîvsevan, ya dîrokê û erdnîgarî, û ji hêla din de zanîna usûl û pêdivîyên nivisandin û avakirina lêkolîna zanistî.
Hundirê gotara „Gelo dem ji zêr e?!“ jî weha hevbest e, û li gel sernsvê wê têkildariyeke xurt heye. Tevî ku me berê gotibû pêşgotina vê gotarê gelek hizran li pêş xwendevanan datîne, lê nivîsevan hevbesttirîn hizrê digre, û rave dike.
Nivîsevan bi awayê jimartinê dest pêdike, û dibêje „Her kes sêyikek emrê xwe dinive, sêyikekê jî dixebite, sêyika mayî vala diçe“. Di dû re heşan ber bi her du sêyikên xebatê û vala de dikşîne, û weha diçe ku kesên evan herduwan bikar nînin, bihayê demê nizanin.
Erk û mebesta gotara zinstî ewe, ku xwendevanan bi boçûnên nivîsevan bide bawerkirin, lewre jî her tim mînakên hişmend ji wan boçûnan re dike deyax, û xwe bi ser de pal dide. Hundirê evê gotarê, ku awayê jimartinê bikar aniye, ewê erkê bi cih tîne, û li gel sernav û pêşgotinê tê bestandin, û her sê vêkra serkewtina nivîsevan aşkere û numa dikin.
Gava em zanibin, ku rexna wejeyî, ya wê demê, dema nivisandina vê gotarê (1943) bala xwe ewqas nedida evê têkildariya, ku di navbera sernavê berhemeke wêjeyî û hundirê wê berhemê de heye, hîngê em dê nirxê vê serkewtina nivîsevanê xwe nasbikin, û pê hay bibin, ku ewî gaveke nirxbiha di pêşiya dema xwe de avetibû.
Hundirê gotara « Raman di navbera aferîn û vacabûnê de » jî digel sernav û pêşgtina wê, bi zanebûn û serkewtina payebilind, bestandî ye, lew nivîsevan ramanê digel demê dirêdide, û rola demê û guhrtinên, ku di wê û di heyînê de peyda dibin, di vacabûna ramanê de diyar dike, loma jî dibêje « Raman. Xweser dibe, riçder dibe.......şopine xurt li ser jiyana mirov dihêle. » Lê li hêla din ji bîra nake, ku raman demdar e, ne herhe ye. « Raman ji bo rewşekê, dozekê an demekê......çar dibe, û ji bo wê rewşê doz û demê bi kar tê ».
Nivîsevan hundirê vê gotarê weha bi vî awayê hevbest didomîne, boçûnên xwe rava dike, bi hêsanî û bê qevastin derbas mofirka din dibe, û weha diçe ku gava raman bi paş demê dimîne, û nikare bibe hevyarê pêdiviyên nîrên nû, hîngê berê wê ber bi vacabûn û kirêtiyê de dibe, lewre jî dibêje « Gava haletê ku raman jê re çar bûye hate guhertin, bihayê xwe wenda dike, û roj bi roj ber ve mirinê diçe û dimire ». Vê gavê divê mirov dest ji wê ramanê bikşîne, û wê bi paş xwe de bavêje, çiku, wek nivîsevan dibêje « Ramana mirî heke neyê berdan, wek cendekê mirî ku binax nebûye,bîn dikevê û dibe sebebê gelek nexweşiyan. »û hewildanên nezanan, ku dixwazin ewê ramana mirî vejînin, û ciwantir bikin, ber ba diçin, wek çawa pînekirina kumê kevin û perritî bi pirtaline renga reng nikare wî nû û ciwantir bike.
Tevî ku gotara „Çend gazind“ bi şêweyê xwe hinekê ji gotara zanistî bi dûr dikefe, û ji ya wêjeyî ve nêzîk dibe, dîsan hundirê wê li goreyî pilaneke rave diyar dibe. Nivîsevan berî pêşî tiliya xwe bi ber ve ewan kesên zana û xwe gelparêz dibînin, lê ji bo zimanê xwe naxebitin, dirêj dike, ku ewana, tevî ku rola zimên di hebûna miletan de dizanin, lê bi zimanên biyanî daxifin û dinivisînin. Bi ser de jî qîma xwe bi naverok û metiryalên kovarên kurdî nînin. Lê rojekê pênûsên wan di kovaran de nehatine dîtin. Ew kesana nezanîna bi zimanê dayik di siya nebûna dibistanên kurdî de vedişêrin, û ji bîra dikin, ku hevalên wan jî dibistanên kurdî nedîtine, lê bi cefayên zor û xwendina pirr xwe hînî zimanê bav û kalan kirine.
Piştî têrkirina vê mofirkê, nivîsevan derbas ya din dibe, û gazindên xwe didomîne, ku gelek zanayên Kurdan ji hinek bêjeyên kurdî kiz dibin, û dibêjin ewana bêjeyine biyanîne. Lê mixabin ewana nizanin ku zimanê wan bi eõşîrên Kurdan re belav bûye, û xebata zana û xemxwarên zimên di dewra civandina wan bêjeyan de ye. Ji bo teqezkirina vê yekê, xwe bi ser boçûneke rehme lê C. Bedirxan de pal dide, ku ewî digot „Zimanê kurdî wek ko çiwalek ka di nava deryayê da birijînî. Çawan her hebek ji wê kayê bi ber pêlan dikeve bi hêlekê da dihere, bêjeyên zimanê me jî her hinek bi eõşîrekê ra bi hêleke Kurdistranê da çûne. Karê me xwadevanên kurd ew e ko em wan bicivînin û bidin ber hev“.
Û carcaran jî pêdiviyên bidûrxistina bêjeyên biyanî ji zimanê kurdî nivîsevanan bê gav dike, ku hinek bêjeyan çêkin, loma jî her kesek nikare zû-zû di hemû bêjeyan bigihîne. Çaraeserkirina evê aloziyê li gel civandina hemî bêjeyên kurdî bestandî ye.
Bi vî awayî raman û mofirkên vê gotarê li dû hevudu rêz dibin, û deziyê, ku ewana li gel hevudu girêdide, pêrgî tu kendalan nayê. Tenê mirov pê hay dibe ku tîkek di navbera her du ramanên sereke de (helewsta nezanên zimên, û ya kesên, ku hinek bêjeyan biyanî dibînin) heye. Lê heyama tevayî, û helwesta nivîsevan li hember nivîsîn û civandina zimên ewê tîkê gelekî zirav dike.
c. Paşgotin(Dawî):
Xuyaye pênûsa O.Sebrî di evî celebê tore de hinekî jîr e, dizane di çi prgalê de melevaniyê dike. Lê mixabin nikare ta dawiya cirîdê xwe bigre, belê li dawiyê şîna (hêz) wê li pêş girêdana paşgotina gotarê li gel gewde yê wê hinekê jar dibe.
Li goreyî pîvanên vî celebê tore, nemaze jî gotara zanistî, paşgotina gotarê, mîna pêşgotinê, kurt e, bi ser de jî tu tiştên nuh tê de nîn in, tenê ew hundirê gotarê, bi awakî gelekî kurt, dubare dike, û tîne bîra xwendevanan. Lê pirrê caran gotara O.Sebrî evê yekê ji bîra dike, û carcaran jî bê paşgotin dimîne.
Eger em, wek mînak li gotara “Tarixa Kurd û Kurdistan” vegerin, em dê bibînin, ku paşgotina wê berî pêşî baş û li goreyî hundirê wê xuya dibe. Nivîsevan dibêje „Ez ko kurdekî welatî me, û welatê xwe tevî xelkên wî çêtirî biyaniyan dinasim“. Ev gotin dide xuyakirin, ku paşgotina gotarê wê di hundir pîvanên hunerî yên vî beşê pilana gotarê de were, lê gava mirov pê de dihere, û dixwîne, dibîne ku nivîsevan hê jî mînakan ji bo nerîn û boçûnên xwe tîne, û ramanine nuh diyar dibin. Loma jî pê hay dibe, ku ew hîn ji hundirê gotarê bi der neketî ye.Ev kêmasiya hunerî di gotara „Mezin û mezinatî, an sergevaz û sergevazî“(5) de berztir xuya dibe, ji ber ku ramanên nivîsevanê me ta xêza dawî berdewam in, û pêre jî gotar bi carekê bê paşgotin dimîne.
Eger rexne ya wêjeyî bikaribe çavên xwe li hember hebûna vê kêmasiya hunerî, di gotara wêjeyî de, bigre, ji ber ku ew curegotar dengvedana hestên nivîsevana ye, û hest jî her û her bê pilan in, lê ew nikare di ber hebûna wê kêmasiyê, di gotareke zanistî de, çavgirtî derbas bibe, çunkê ev gotar berhema heşan e, û hebûna pilanên sayî û numa jî berztirîn rûçikên heş e.
Lê pênûsa wî her tim riya xwe şaş nake, hinek gotarên wî didine xuyakirin, ku pilana avakirina wan li pêş wî di bin mij û dûmên de mexelayî namîne, belê ew sayî û aşkere ye. Paşgotina her du gotarên „Gelo dem ji zêr e?“ û „ Çend gazind“ ji bo vê boçûna me nimûneyên hêjan e. Paşgotinên herduwan jî lezok û kurt in, hundirên wan teqez dikin, û pilana gotarê serrast diparêzin, û paşgotina gotara « Raman di navbera aferîn û vacabûnê de » hostevaniya O. Sebrî di warê avakirin û nivisandina gotara zanistî de, bi awakî numa û zor aşkere, dide xuyakirin, ku ew çawa dikare hundirê gotara xwe biguvêşe, û giyanê wê di paşgotinê de dubare bike, da gotarê tev her sê hêmanên avakirinê, ji bo nerîn û boçûnên xwe bike neynikeke geleke sayî, « mafir em bav û diyên xwe ên mirî binax dikin, divê em bi ramanên mirî negrin, û wan jî binax bikin. Ji bo kesên xweş ne raste bi ramanên mirî bigrin. Rahîştina ramanên mirî bê ku me bikuje, bi kêrî tiştekî nayê ».
Nirx û bihayê vê gotarê ne tenê di hevbestiya avakirin û huneriya wê ya payebilind de diyar e, belê naveroka wê ya ku ala hevdemiyê bilind hildaye, nemaze jî di wê dema zû, nîvê çeraxa bîstem de, gelekî balkêş e.
b. Zimanê gotarê:
Pirrên gotarên O.Sebrî, ji hêla naverokê de, dîrokî û ramanî ne,şêweyê nivisandina wan jî, wek di rûpelên çûyîne de diyar bûye, şêweyê zanistî ye. Ne tenê awayê avakirina gotarê, belê zimanê wê jî karînên O.Sebrî di nivisandina vî celebê wêje de diyar dike.
Ravekirina rastiyên zanistî erk û merema gotara zanistî ye, vê lomê zimanê wê yekekî sade û hêsan e, heya jê tê ji mecazên zimanewanî bi dûr dikefe, û bêjeyên yekwate û bê pêjn bi kar tîne, da karibe hizr û ramanên nivîsevan sayî û bê firk bighîne xwendevanan.
Gotara O.Sebrî dide xuyakirin, ku ewî ev rastiyên hanê ji bîra nekiribûne, lewre zimanê wî sade û rava ye, û gelek caran jimaran bikar tîne, nemaze jî gava rastiya boçûna xwe teqez dike. Wek nimûne, gotara „Tarîxa Kurd û Kurdistan“ pirrîcar xwe bi ser jimaran de pal dide „Di rûpelê 23….Sê wîlayetan….Nîve nîv…“. Ev yeka bêjeyên wî, wek sînor, eşîr, wîlayet, û navên bajar û eõşîran, li gel babetê bestandî dihêle, pêre jî ew bêjeyan yekwateyî dimînin, û dibine sedema sadebûna hevokên wî, yên her tim ji pêş û paşketinan, û ji wênekêşiya zimanewanî dûr in, lewre jî hizr û ramanên nivîsevan bi hêsanî dighînin xwendevanan, û mebesta gotara zaistî bi cih tênin.
Lê gava O.Sebrî gotareke wêjeyî dinivisîne, zimanê wî tête guhertin, bêjeyên xwedî pêjn, û wêneyên hunerî li nik wî diyar dibin.Ev rûçik û rewşên hanê di gotara „Agirî“(6) de berz in. Agirî landika şêran e, Agirî dikare mirrovan fêrî gelek tiştan bike,Agirî baş guhdar e….
Li vê dawiyê mirov dikare weha biçe, ku li goreyî mercên dema O.Sebrî,rewş û pergala nivîsîna kurdî, nebûna mercên bûyîn û geşbûna pexşana kurdî, û jarbûna rojnamegeriya kurdî, gotara O.Sebrî gavine hêja ber bi pêş de avêtine.
Vekolîna gotara AGIRÎ:
Agirî. Ev çiya yê ku her kesê kurd rûmeta wî digre, û milên xwe li pêş wî ber jêr xar dike, li ba nivîsevanê me jî xwedî nirxekî biha û payebilind e.Vê lomê, her ku çavên xwe digerîne, Agirî xwe dide pêş wan
Kela bîrîkirinê di sîngê nivîsevanê me de dikele, û di çavên wî de diyar dibe. Lê çi bike, Şam û Agirî ji hevudu dûr in, û bergeh dirêj e.Lê bi rastî jî bergehên dûr û dirêj li pêş xeyalên wêjevanan zû wenda dibin, weha jî nivîsevanê me li baskên xeyalê xwe siwar dibe, û berê xwe dide „Landika şêran“.
Hestên nivîsevan di navbera pêşgotineke kurt re xuya dibin“ Çi gava çavên xwe digrim û berê xwe ber ve welêt diguhêzim, bê hemd navçavên çiyayê Agirî ên bilind û pir berf tên ber çavên min.“.
Ev pêşgotin girêdana hestewerî, ku di navbera nivîsevan û Agirî de heye numa dike, û pêre jî xwendevanan li hember çaterêkekê dihêle, û hewesa wan germ dike, ku bizanibin ka nivîsevan wê çawa gotarê didomîne.
Gelo nivîsevan wê vî çiyayî wek daristanekê, ku hemî cureyên dirindeyan tê de hen in, salix bide?. An wê xêr û bêrên wî ji warên aborî de berçav bike?. An wê dar, lat,zinar, gelî û newalên wî wêne bike?. An…An….?.
Ev pêşgotin weha gelek texmînan dilivîne, lê gava mirov pê de dihere, û dixwîne, ewan texmînan hemî ne rast xuya dibin, çiku nivîsevan, di hundirê gotarê de, evî çiyayî dipêsine, lê ne mîna cîgehekî erdnîgarî, ne jî ji bo xêr û bêrên wî, belê ji ber ku ev çiya ji demên dûr û dirêj de „ wek pandîgehekê hatiye daçikandin“ û ji berê û paşê de ji bo gelên doraliyên xwe her carê bi awakî bûye qilbegah.“ Hinan ji bo parastina canê xwe berê xwe dane wî, û hinan jî ji bo serbestî û rizgariya gel û welatê xwe pişta xwe dane wî“. Lewre li nik her kesekî xwedî rûmet bûye.
Nivîsevan çavnêr û hêvîdarê hevgotinekê ye, da li gel Agirî baxife, ji ber ku ewî serpêhatiyên pirr kesan di bêdengiya xwe de veşartine û parastine, û wê „teqez dilê bazgûrbûyan ji ronahiya rastiyê bê par“ nehêle.
Nivîseva, bi vê hêviyê, pirsa „hevalên canecan û mêrxas“ dike; ew hevalên ku xwîna xwe ji bo rûmeta milet û welatê xwe rijandine, û hinekan ji wan dinavîne, û lehengî û serpêhatiyên wan ji Agirî re salix dide.Di dû re jî digel hêviya domkirina xebat û têkoşînê, ta roja rizgariyê, gotara xwe didomîne.
Tevî ku ev gotar li goreyî pilana gotarê, wek celebekî wêje, hatiye nivîsîn, lê deziyê xêza ku di navbera hêmanên wê de (Pêşgotin, hundir, û paşgotin) heye, gelekî zirav e, ta ku li pêş xwendevanan dighîne wendabûnê, nemaze jî di nabera gewde û paşgotina wê de.
Ev xalek nirxê vê gotarê gelekî bilind dike, çiku mebesta gotara wêjeyî xweyîtî ewe ku hukariyê li xwendevanan bike, ne ku wan bi hinek rastiyan bide bawerkirin. Ango ev curegotar hestên nivîsevan diyar dike, û pêre jî cavên wê li hest û dilê xwedevan e, ne li heşê wî ye.
Heş pilanker e, sînoran dinase û rûmeta wan digre, mebesta wî jî ewe, ku kesên din, çi xwendevan,û çi guhdar be, bi nerîn û boçûnên xwe bide bawerkirin, lewre ramanên xwe sayî û li dûv hevudu rêz dike, û bi mînakan teqez û dewlemend dike.
Hest ewan sînoran nas nake, bi carekê nabe dîlê pilanan, vê lomê ramanên gotara wêjeyî xweyîtî pirrêcaran serûbinî hevudu dibin, û pêre jî gotar bê pilan dimîne, û ji warê hunerî de serkewtina wê teqez dibe. Ravebûn û numabûna ramanan, ku di gotara zanistî de rûçikekî biha ye, nirxê xwe li ba gotara wêjeyî xweyîtî wenda dike, ta ku mirov dikare bibêje, ravebûna ramanan ne xem û qisaweta vê curegotarê ye. Ji ber vê yekê ev curegotar xwe bi ser mecaza zimanewanî de pal dide, û bêjeyên xwedî pêjn û wêneyên hunerî dixebitîne.
Agirî, li ba nivîsevanê me, ne tiştekî hişk û bê jiyan e, belê ew giyanekî bi hinavên Agirî de ber dide, ta ku ev çiya zindî dibe, û dikare guftugoyan bike, kesan fêr bike, da daxwazên xwe jê fêr bibin..
Nivîsevanê me di vî warî de jêhatî xuya ye, diyardeyên sirûştê mirovane dike, ew dikarin baxifin, lewre jî nivîsevan pirsa „hevalên canecan“ ji Agirî dike, û bi ser de jî ew diyardeyan dikarin bibin guhdarên hêja.“Wî (Agirî) zeman zeman lavlavên pir mirovên wekî min ên derdimend bihîstine“.
Bi vî awayî derbirina zimanewanî ji şêweyê yekser bi dûr dikefe, û wêneyên hunerî ciwanî dibine alavên wê. Agirî ne mîna çiyayên mayîn kevir, lat , zinar, dar, gelî û newal e, belê ew „Landika şêrên welêt“e, ango cihê vehes û rihetiyê ye, cihê parastin û emanê ye. Ji vê pê ve ew guhdarekî baş û hêja ye, gotinên kesên din nabirre, guhên wî li hember wan gotinan her vekirîn e.
Ev gotar, li goreyî mercên pexşan û nivîsîna kurdî wê demê, yekeke serkewtî ye. Tenê mirov dikare têbîniyekê bibêje, ew jî li gel huneriya wê ewqas ne têkildar e, belê ew bêtir li gel cureyê pûnijiya nivîsevan û kesayetiya wî girêdayî ye.
Bi baweriya me O.Sebrî axiftin berevajî kiriye, ji dêvla ku ew bi xwe guhdar be, ewî Agirî xistiye wê şûnê. Nîşanên evê baweriya me di gotarê de gelek in. Carekê dibêje“ da ko daxwaza xwe jê fêr bibim“ û carekê jî pirsê ji Agirî dike „Ma gelo haya te ji wan heye?“. Kesê ku fêrbûn hêviya wî ye, û yê pirsan davêje, li benda bersivan dimînin, lê nivîsevanê me li tersî vê yekê diçe, û bersivên pirsên xwe bi xwe dide.

* Ev lêkolîn ji ber pirtûka me ( O.Sebrî helbestvan û nivîsevan) hatiye wergirtin. Lê hinek mofirk bi ser vebûne.
(1) Hawar, hej 28, 29, 30.
(2) Jêdera berê, hej 52.
(3) O. Sebrî. Derdên me. Çapa yekem, Şam 1956, rû 14Ü 16.
(4) Hawar, hej 20.
(5) Jêdera berê, hej 51.
(6) Jêdera berê, hej 36.

     
   Heyder Omer