|
Helbestvaniya Cegerxwîn
(Bingeha helbestê)
Helbestvaniya Cegerxwîn. Ev babet, bivê nevê, navenda rexne ya wêjeyî
cihê wê ye. Lê, rexne li ba me çî ye?. Li milê din, mirov dikare
bipirse: Gelo rexne ya kurdî heye an na?. Eger em boçûnên dîroknivîs û
rexnegirên wêje, bi gelemperî, bipejirînin, û digel wan bibêjin: Rexne
zanîneke ji zanînên mirovatiyê ye, bingeh û têorên wê hen in, rexnegir,
li ber ronahiya wan, wêje dixwîne û tev dide, çê û neçêyên berhemên
wêjeyî ji hevudu dike der, asoyên aferînê li pêş civakê, bi gelemperî, û
li pêş wêjevanan, bi taybetî, zelal û sayî vedike.Eger em weha biçin, û
vê yekê bawer bikin, bersiv yekser wê diyar bibe, ku rexneyê.li ba me
kurdan wateyeke tersî wateya rexneya zanistî heye. Çima?. Rexne li ba me
hêriş e, sûclêgirtin e, tawanbarkirin e, nepejirandin e, tunekirina ray
û nerînên cida ye. Loma jî gava mirovê kurd evê bêjeyê dibihîse, çavên
wî yekser sor dibin, madê wî tirş dibe, sîngê wî hiltê û datê, derdora
xwe dipelîne, ji helekê de, mertalan ji xwe re peyda dike, da xwe di paş
de biparêze. Ji hêla din de jî tîran û gotinên erzan dicivîne, da bi ser
kesên din de bibarîne. Lê eger nasbûn û dostanî hebe, dîsan qirika rexnê
tê badan, û hemû şaşîtî û kêmasiyên dostan û hogiran, di bin felsefa
(xal û xarzî) de ji bîra dibin, û rexne dibe pesneke bê hempa. Bi encama
evan her du awayan jî, civaka me nezan û çavmiç dimîn e. Bi rastî jî
gava mirov çavên xwe li nav diyardeyên wêjeya jêrxetiyan digerîne, rexnê
li pêş xwe nabîne. Ji roja ku HAWAR derket holê û heya îro gellek
berhemên wêje xwe berdane nava civakê, gellek nav û deng hatine dîtin û
guhdarkirin, lê heya îro ew berheman hemû tenê li ber siya dil û hestan,
dûrî pîvanên heş û zanînê hatine xwendin û pesinandin, loma jî dergehê
rexnekirina wêjeya Jêrxetê, wek Deham Evdil Fetah dibêje “dergehekî
kilîtkirî ye. Tu kesî ...... xwe nêzî ewî dergehî nekiriye”. Hêjatirîn û
berztirîn nimûne li pêş me îro Çegerxwîn e, evî mirovê ku heyşt dîwan bi
şûn xwe de hêştine, nav û dengê wî li her çar beşên gewdeyê perçe, û li
her deverên ku Kurd lê cîwar bûne, wek helbestvanekî kurd î mezin belav
bûye. Kesî heya îro jî xwe nêzî helbestvaniya wî nekiriye. Eger em
wêjevanên cîranan, yên ku em Cegerwxîn bi giraniya wan dibînin, bînin
bîra xwe, û tevger û çalakiyên ku berhemên wan di civakên wan de peyda
kirine ji bîra nekin, hîngê nebûn, an qelsiya tevgera me ya rexneyî wê
li pêş me şilf û tazî xuya bibe, û em dê bibînin ka alem gîhaye kû, û em
li kû mane. Wek nimûne, dikarim helbestvanê ereb Ebû Teyyib
El-Mutenebbî, an jî Cewahirî nîşan bikim, ku pirrên wêjevan û tevaya
civaka me Cegerxwîn ji wan kêmtir nabînin. Gava tu pirtûkxana Ereban tev
dide, tu bi dehan û bîstan pirtûkan li ser wan û wêjeya wan dibîne,
gellek nivîsevan û rexnegiran xwe nêzî wan kirine, kêmasiyên wan berî
serkeftinên wan, bê şerm û fedî, diyar kirine. Danustandin, têkiliyên
wan çi erênî û çi neyênî, dostanî û hogiriya wan, li ba rexnegiran
nebûne xem û qisawet, û ne jî bûne egerên veşartina rastiyên wêjeyî û
hunerî, ji ber ku ewana rexne baş naskirine, û ji bo pêşvebirina ziman,
wêje, raman û civaka xwe xebitîne û dixebin. Lê gava tu Cegerxwîn
dipelîne, tenê tu pêrgî gotinekê dibe: Cegerxwîn helbestvanekî mezin e.
Lê ka ev mezinahî heya kû ye?!. Sînorên wê, diyardeyên wê çin e?!.
Bersiv nîn e. Eger hebe jî, ji çarçewa pesnên bê deyaxên zanistî bi
dernakefe. Di vê pergalê de, tenê dengê xebatekê bi ber guhê me ketiye,
ew jî xebata Esker Şamilov e, ku li Azerbeycanê çap bûye. Prof.Qenatê
Kuro, di pêşgotina, ku ji bo dîwana ZendÜvista nivisiye de, wê nîşan
dike. Pêjna helewsteke rexneyî berprisiyar, li gor boçûna wî, ji wê
xebatê tê. Lê mixabin ew neketiye destên me. Bi baweriya me, dengvedana
vî karî, ji ber gellek sedeman, wê sînorkirî be, çiku hem li devereke
dûrî kurdistanê hatiye nivisandin, û hem jî, li gor texmîna me, zimanê
wê ne kurdî ye. Da em vê boçûna xwe xav nehêlin, û gotinên bê bingeh
bernedin holê, em dê berên xwendevanan bi ber ve pêşgotinên, ku ji bo
dîwanên Cegerxwîn hatine nivîsîn, de bidin. Ev pêşgotinan bi pênûsên
rêzdarên wek O.Sebrî, Hemîd Derwîş, Kemal Burkay, prof . Qanatê Kurdo,
Casimê Celîl, û Ordîxanê Celîl hatine nivîsîn, lê mixabin hemûyan jî xwe
nêzî helbestvaniya Cegerxwîn nekirine,ew nedane naskirin, şûna wê di
rêveçûna helbesta kurdî de diyarnekirine, tenê li gel naveroka helbestên
wî mijûlbûne, ango tenê aliyekî aferînê dane xuyakirin, lê aliyê tewrî
giring, ku wê naverokê dixe qulafetê aferîneke wêjeyî, ew jî durv e, ji
bîra kirine, tevî ku ewana her tim navê Cegerxwîn bi salixdanên wek
helbestvan, biwêj, û şair ve girêdane.Weha xuyaye ewan rêzdaran ji
bîrakirine, ku pêşgotinên berhemên hunerî, û kurtelêkolînan pirrê caran,
li nik miletên din, raperînên rexneyî di wêjeyan de peydakirine.
Nivîsevanê ereb El-Cahiz, beriya ji hezar salî bêtir, weha çûbû, ku
wate, ango naverok, li kêlek rêkan belavkirîn e, her kesek dikare wan
bicivîne, û bixe hundir gotinên xwe de, lê her kesek nikare wan bixe
hundir afrînê. Ev boçûn heya îro jî zindî ye, û wê her zindî bimîne, da
bergeha ku di navbera axiftina normal û aferînê de heye ji bîra nebe.
Rexnevanên îro jî weha diçin, ku huner durvkirin e, tenê durv dikare
nivîsaran bike berhemine wêjeyî hunerî, çiku durv ji bo jiyanê rista
herî giring e, û hê jî pê de diçin û dibêjin,: Durvê her berhemekê
nîşana serkeftin an binkeftina wê ye. Livandina evê mijarê, bi hemû şax
û xalên wê ve, barekî giran e, lêkolîneke fireh û demeke dirêj jê re
divên, loma jî em dê wê ji çaxeke din re bihêlin, û tenê bingeha
helbesta Cegerxwîn, ku ew jî şaxekî wê mijara mezin e, ji bo vê
kurtelêkolîna xwe bikin babet û pêre mijûlbibin. Dema ev babet ji min
hate xwastin, ramanên curbecur li min civiyan û ez dudilî kirim, ji ber
ku qada evê babetê, li nik me Kurdan, nemaze jî li ba jêrxetiyan, yeka
bûr e, kesî ta niha gîsnê xwe lênedayî, nekiriye şûv. Ji hêla din de,
Cegerxwîn, di çavên civaka me de, mamosteyê bê hempa hatiye nîşandan, û
gellek kesan,torevan, rewşenbîr û siyasetmedarên kurd pesna wî dane û
didin, çawa kesekî wekî min,li hember Cegerxwîn mîna şagirtekî tê
nîşankirin,wê ewî (mamosteyê mezin) binerxîne?!.Lê meraqa hemdemiyê, ku
ez pê bawer im, dudiliya min sar kir, û rê li pêş min hêsan kir.
Cegerxwîn di rûpelê 191ê de ji (Jînenîgariya min) dibêje:”Rojekê li
dikana mela Hesen, xortan doza ristekê li min kirin. Di hindirê dikanê
de min rista (Em guhderz in) got........ Xelkê wan navan bi carekê li
hawîr dikana mela Hesen civiyan û derê dikanê hate girtin. Yekî Xerab
Babanî, mirovekî girs, bilind ko rengê Kurdên çiya dida xuyakirin, ew
çeper çirand û xwe gihande derê dikanê. Çawa ez dîtim, axînek kişand û
got: “Tiya, heyfa kurê bavan ko wilo dihn dibin!.. Vî camêrî hîngî
xwendiye, dihn bûye”. Lê min dengê xwe nekir û dev ji rista xwe berneda.
Tenê heval pê keniyan. Zanîbûn ko ew nizanî ka ez çi dibêjim, nizanî ko
doza serbilindiya wî û miletê wî dikim, . Nizanî ko dixwazim wî û bi
milyonan weke wî ji bin darê zorê û setemê derxim, û ji pêlên xwîn, şer,
berberî, dubendî, talan, şewatê bi şewitandina laşê xwe, bi dînîtiya
xwe, bi van ristên xwe, wan bigênim delavê serbestî û peravên azadî û
felatê”. Ev boçûn helwesteke têorî ye, ji hêlekê de asta zanîn û
şiyariya civakê diyar dike, û li aliyê din, karmendiya helbestê nîşan
dike, lewre jî mirov dikare du taybetiyên sereke û giring ên bingeha
helbesta Cegerxwîn, di nav xêz, û paş gotinên wê de bibîne, yek ji wan
li gel zimanê axiftina helbestî girêdayî ye, û ya din li gel şêweyê
derbirina helbestî bestandî ye. Axiftina helbestî, di helbesta Cegerxwîn
de, bi sê rewşan diyar e, yek ji wan ravabûn e (eşkere),ya din yekserî
ye, û ya sisiyê xiroşanî ye(hemasî). Rexneya kevin, ji Erîstotalîs de
bigir û pê de were, her tim bala xwe daye evê rewşê, ew bilind
nirxandiye, lewre jî ravabûn û hêsanbûnê wek giringtirîn mercên rastbûna
wateyan dibîne. Rêgayên derbirinê û alavên wê çiqas curbecur bin,
derbirinên rasteqîn, ku ji wateyan ne kêmtir û ne zêdetir bin, an jî
bêjeyên fosforî û xwedî pêjin bin, ravabûn û hêsanbûn her û her
nirxtirîn taybetmendiyên şêwe ne. Hêsaniya bêjeyan sînor û nîşana evê
ravabûnê ye, divê bêje eşkera bin, xwendevan û guhdar li hember wateyên
wan bêjeyan dudilî nemênin, wateyên wan yekser û bê cefa derbasbin
hundirê heşan, û pêre jî divê pevekên helbestê bê girêk û servekirî bin,
da “wate beriya wan bighênin xwendevanan” û cihên xwe di dil û hestên
wan de bistînin. Hemû wêjeyên cîhanê, nemaze ya ewrupiyan û di dû re jî
ya Ereban,û Farisan û Turkan, demek dûr û dirêj li ber siya vê têorê
berhemên xwe afirandin, ta ku ev rêbaz, di çerxa nozdehê de, li hember
hêrişên romantîkan jar bû, û ji hev ket. Ji hîngê de pêjna rêbazên nuh
derket holê, ku bêtir xwe bi ser siya bêjeyan de paldidin, ne bi ser
bêjeyan de, û zimanê aferînê pêre derbas qunaxine nuh bû. Gava em
helbesta Cegerxwîn dixwînin, ev rewş li nik wî sayî xuya dibe. Bêjeyên
wî ji sînorên wateyên zimanewanî û ferhengî bi dûr nakefin, siyên wan
nînin, ku mirov pê mijûl bibe, birame, wateyan bipelîne, çiku rava û
hêsan in, yekwateyîn in, zû û bi lez digihênin xwedevanan. Eger hin
caran xwendevan û guhdar pêrgî hinek dijwariyan jî bibin, û di wateyên
wan bêjeyan negihênin, teqez ev yeka ne ji ber dijwariya bêjeyê ye, belê
ji ber ku ewana zimanê xwe nexwendine û pê nizanin. Em dikarin çend
mînakan nîşan bikin: Li jor firok e, li jêr tang û top. Ji xwînê sor
bûn, hemî der û şop. Dijmin hilweşand tev gund û bajar. Zar û zêrçê kurd
mane ber dîwar. (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 65) Di helbesteke din de
dibêje: Hezar salin em gerdenxwar û mest. Tim çav şikestî, reben dîl û
mest. Dijmin bo xwe xwest, me jî jê re xwest. Bo dijmin nîvişk, tenê bo
me dew. (Jêrera berê. Rû: 27) Ravabûna bêjeyên evan her du nimûneyan
gellekî berz e, (firok, tang, xwîn, dijmin, gund, bajar, gerdenxwar,
şikestî, dîl). Pêre jî pevekên wan her duyan servekirîn in, hêsan in,
nikarin xweneran bi ber ve pûnijiyê de bikşênin. Ne tenê weha, belê
mecazên zimanewanî jî gellekî sayî û eşkeran in.Wek nimûne, her du
bêjeyên (Nîvişk û dew) ku wateyên ferhengî beradane, û yeka din nîşan
kirine, dîsan sergirtî nebûne, mirov zû têdighîne ku mebesta helbestvan
ne (nîvişk û dew) e, belê her tiştê biha û yê erzan e, her tiştê bi kêr
tê, û yê bi kêr netê ye, her tiştê baş û yê ne baş e. Bi ser de jî ev
peyvelîstik alaveka derbirin û rewanbêjiya kevn e, ku bi zimanê erebî jê
re (kînayet) tê gotin. Bikaranîna bêjeyan bi evî awayê ferhengî dibe ûşt
û egera yekseriya axiftina helbestî, ku hîngê bêje bê pêjn, bê aso
dimînin, û naşimitin. Ji ber vê jî tê xuyakirin ku helbestvanê me bi
asoyên curbecur yên bêjeyan û wateyan ne bawer e. Helbesta Cegerxwîn her
tim bi vî awayî li gel bêjeyan dide û distîne, nikare ewan ji bo wateyên
nuh û asofireh bixebitîne. Wek nimûne, Cegerxwîn dibêje: Zû nûjenî
bixwîne. Bese kevneperestî. Tu guh mede melakî. Tu guh mede feqîkî.
(Hêvî. Rû: 6) Mînakeke din: Ev welatê payedar û serbilind û bê xwedî.
Sed emanet, ey birader! Vî welatî bernedî. Tev bihişt e, mêrg û deşt e,
qaz û qumrî tim di nav. Nakevî destê me carek, ta bi xwînê avnedî.
(Hêvî. Rû: 28) Eger ziman di axiftina normal de metiryalekî pilastîkî yî
li ber destan her amade ye, bê pêjn û bê aso ye, ew di axiftina wêjeyî
de, çi pexşane be, çi helbest be, metiryalekî fosforî yî bi şewq û
ronahî ye. Lê xuyaye haya Cegerxwîn ji evê yekê nîne, ji ber ku bêjeyên
evan her du mînakan sînorkirîn e, nikarin wateyên ferhengî li şûn xwe
bihêlin, û bi ber ve hinek wateyên din de bişimitin, lewre jî bûne
sedema jarbûna kela dilê helbestvan, û giyanê helbestî talankirine û
çelmisandine. Ev rewşa bêjeyan û ferhengiya zimên bûye hêmanekî berz û
hêzdar ji bo xiroşaniya axiftina helbestî li nik Cegerxwîn, û ew bêgav
kiriye, ku bêtir bala xwe bide bilêvkirina bêjeyan., û ên bi teqil û
xwedî hukariyeke derveyî vebrêje. Lewre jî tu di helbestên wî de,
pirrîcar pêrgî bêjeyên, ku devan û gulman dadigrin, dibe. Wek ( şer,
ceng, serxwebûn, mirovperest, serbest, sorgul,dijmin, mêrkuj, xwînxwar,
aştîxwaz, koledar ....) pêre jî lêkerên fermanî di helbesta wî de pirr
dibin. Heye mirov bibêje, ku taybetmendî û nîr û mercên civakî û rêzanî
yên dema Cegerxwîn ji hêlekê de, û taybetmendiyên babet û naverokên
xiroşanî û neteweyî,ji hêla din de, rê li pêş axiftina helbestî
diqelaştin, û berê wê bi ber ve vî awayî de dikşandin. Bi baweriya min
ev boçûn ne rast e, ji ber ku pirrên helbestvanên wê demê ji evan
babetên neteweyî bi dûr neçûne, lê pirrên wan neketine ber dava vê
yekseriya sar, belê derbirinên wan, zimanê axiftina wan nerm in, bi
hêsanî diherikin, bê ku ji heyama helbestî bi dûr de bikefin, û ji
saloxanan de nêzîk bibin. Helbesta Cegerxîn a neteweyî û civakî hêjaye,
ku wek saloxanan, di civatên mezin û pêşandanan de bête gotin, ji ber ku
dikare derûnên xweneran zû germ bike, û wan li gel civînê û pêşandanê
zor bibestîne. Lê bi rastî şopa wê jî hêza xwe zû wenda dike. Xuyaye
haya helbestvanê me ji vê yekê hebûye, lewre jî berxwe dide, da bandûra
wê hinekê jar bike. Ev berxwedan li ber dergehên avakirina pevekê diyar
e. Cegerxwîn pirrîcar peveka xwe ji sîstema normal bi der dixe, û cihên
hêmanên wê (kirar, paşkber û lêker) diguhêre, ewan bi pêş û paş hevudu
dixe. Guhertina cihên hêmanên pevekê ne tenê roleke zimanewanî heye,
belê ev yeka şêweyê derbirina helbestî jî ciwantir dike.Wek nimûne,
Cegerxwîn dibêje: Wekhev bibin tev êl û ol. Tev şîn bibin ev deşt û çol.
(Hêvî. Rû: 35). Her yek ji her du birrên vê malikê pevekek bi serê xwe
ye, normaliya hevoka yekê bi vî awayî ye (Tev êl û ol wekhev bibin) û ya
duduyê jî weha tê ( Ev deşt û çol tev şîn bibin). Lê gava helbestvan
lêker bi pêş de anî, û kirar bi paş de xist, hîngê du mebestên
zimanewanî û ciwanî pêk anîn, û her du jî ji bo ramana xwe kirin
karmend. Ji hêla zimanewanî de, paş û pêşxistina hêmanên hevokê wateyê
teqez dike, û ji warê ciwanî de, rêzbend (qafiye) cihê rawestinê ye,
loma jî hêjayî peyvên bê tevger e,ango xweristiya rêzbenê şûna wê ji bo
navan layiq dibîne, ne ji lêkeran re, çiku lêker tev de tevger e.Bi vî
awayî helbestvan naveroka pevekê teqez dike, ku wekhevî beriya her tiştî
xem û qisaweta wî ye, û li milê din jî rêzbendê hinekê nerm dike. Lê
mixabin Cegerxwîn nikare evan serkeftinan biparêze, an bi rê ve bibe, ji
ber ku pirrê caran lêkerên fermanî milên wan ber bi jêr xar dikin, û
zora wan dibin, û pêre jî ciwaniya helbestê birîn dikin , ewê ji heyama
helbestî bi dûr dixin, û helbestvan jî dixin şûna şîretvan û fêrkeran.
Gelek nivîsarên Cegerxwîn ji bo vê boçûna me mînakên hêja ne,nemaze
dîwana (Zend-Avista). Hemû nivîsarên di hundir vê dîwanê de nikarin şûna
xwe di meydana helbestê de bibînin, çiku kêş û rêzbend û lihevhatina
kîtan nikarin bi tena xwe helbestê bafirînin. Cegerxwîn, di vê dîwanê
de, ji bîra dike ku ew helbestê dinivisîne, tenê ew waneyan ji bo
şagirtan pêşkêş dike, û bi ser de jî nikare rola mamosteyan bilîze, ji
ber ku waneyên wî bê şirovekirin in, tenê fermanan dide.Wek nimûne: Tu
rêzan be carek, siyaset bixwîn. Bi vê xwendinê rêçika xwe bibîn.
(Zend-Avista. Rû: 55). Bibe Partîzan bi rist û dirist. Digel Partîzanan
here dest bi dest. (Zend-Avista. Rû: 57). Bibe dezgevanek bilind û
mezin. Tu dezgê bixwîn, çi mêr û çi jin. (Zend-Avista. Rû: 98). Bibe
ajiwek, hişiyar û çeleng. Tu her tiştî bajo, çi lorî , çi teng. Dibî
rojekê ev bi kêrî me bê. Nikarin xelasbin ku ev rê nebê. Gerokê, firokê
tu bajo heval. Bibe ajiwekî pir çeleng û şepal. (Zend-Avista. Rû : 145).
Şêweyê derbirinê di bin tîna evan lêkerên fermanî û yekser de (rêzan be,
bixwîn, bibe, bajo) milşikestî xuya dibe, nikare hilkişe asoyên
helbestê. Bi ser de jî Cegerxwîn qirika bêje û rûçikan (sîfet,
adjectiv), ji bo xatirê rêzbendê badide, û (teng) li şûna (tang)
dinivisîne, û her du rûçikên (çeleng û şepal) di cihên ne layiq de bi
kar tîne. Helbest afirandineke xwedî pêjne. Ev lêkerên fermanî jî pêjnê
dikujin, wêneyên hunerî talan dikin, guhêzê (xeyal) jar dikin, û pêre jî
axiftin dibe axiftineke normal. Bingeha guhêzê, di helbestê de, bi
alîkariya wênekêşiya zimanewanî tê xuyakirin û naskirin, loma jî
wênekêşî di meydana aferînê de roleke nirxbiha heye, ku dikare ji bo
zindîbûna derbirinê bibe alava tewrî giring, lê tiştê balkêş ewe, ku
divê têkiliya wêneyên hunerî li gel dem û rêveçûna civakî û zimanewanî
ji bîra nebe, da ew wêneyan karibin zindîbûna derbirinê diyar bikin û
biparêzin. Tevî ku helbesta Cegerxwîn nirxê wênekêşiyê û rola wê baş
dizane, û derbirina zimanewanî pirrê caran mebesta xwe di siya wê de
dibîne, lê şêweyê derbirin û wênekêşiya hunerî li ba Cegerxwîn her tim
alavên kevin ji bo xwe dike deyax,lewre jî her tim di çarçewa (kînayet)ê
û berehevdanê (teşbîh, wekhevkirin) de dimîne. Wek nimûne, Cegerxwîn
dibêje : Rengê bêjen kûr dinalim, xanî bûye rengê çal. (Hêvî. Rû : 67).
Ev berehevdan (xanî bûye rengê çal) dikare me bi rewşa û pergala, ku
helbestvan tê de ye, agahdar bik,e, û şanî me bide ka çiqas ew bêhnteng
bûye, lê li hember livandina hestên xweneran ji hêz dikefe,lew hebûna
peyva, ku têkiliya wekhebûnê di navbera du tiştan de peyda dike, ku
mirov dikare wê bi (alava berehevdanê) binavîne, bandûra berehevdanê
sist û qels dike. Berehevdan alaveke wênekêşiyê ye, hinek rûçikan ji
tiştekî distîne.û tiştekî din pê direwşîne, wek çawa berehevdana jorîn
diyar dike, ku kelbestvan her du rûçikên (teng û tarî) ji çalê
istandine, û bi ser xanî ve kirine. Lê berehevdan bi xwe nizimtirîn û
jartirîn alava wênekêşiya hunerî ye, bi ser de jî hebûna peyva (bûye)
têkiliya wekhevbûnê di navbera xnî û çalê de kêmtir kiriye.Cegerwxîn
pirrê caran evî cureyê berehevdanê bikar tîne, wek çawa evan mînakên
jêrîn diyar dikin : Bejn û bala rengê serwa. (Hêvî. Rû : 114). Wek gurê
birçî gihande pişt girik. (Hêvî. Rû : 116). Ebrû ji rengê dalê. (Hêvî.
Rû : 123). Dêm hingiv e, por wek şevan. (Hêvî. Rû : 123). Xuyaye
Cegerxwîn neyêniya evê yekê baş naskiriye,loma jî carcaran alava
berehevdanê bikar nîne, wek çawa di evan mînakên jêrîn de numa ye : Çen
gewher û ebrû kevan. (Hêvî. Rû : 145). Du birhên reş kevanê min. (Hêvî.
Rû : 91). Bi rastî jî gava alava berehevdanê jê dikefe, hem derbirin
xurt dibe, û hem jî wêne ciwantir dibe, lê mixabin Cegerxwîn nikare evî
cureyê berehevdanê bafirîne, belê her tim xwe bi ser bermayên pêşiyan de
paldide, mebesta xwe li ba wan dibîne, û dibe deyndarê wan, nemaze jî di
helbesta evînî de, wek çawa wê di rûpelên bêne de bête diyarkirin.
Cegerxwîn ne tenê evê alava wênekêşiya hunerî bikar tîne, belê wêneyên
wî pirrîcar di navbera (kînayet)ê re diyar dibin. Kînayet ewe, ku peyvek
dibe nîşana hinek rûçikên din, wek çawa evan nimûneyên jêrîn diyar dikin
: Bi devken û bi yarî. Şekir ji dev dibarî. (Berhevoka Kîme ez û Ronak.
Rû : 182). Lê ji çavan tîr dibarin. (Jêdera berê. Rû : 422). Di dil de
agir û pêt e. (Hêvî. Rû: 96). Her du peyvên (şekir û tîr) bûne nîşanên
rûçikên dilberê,ku hem gotin û axiftina wê xwaşik û şêrîn in, û hem jî
awirên wê tûj in, dil-êş in, û bi şewat in. Weha jî her du peyvên (Agir
û pêt) bûne nîşana êşên giran. Lê mixabin Cegerxwîn karmendiya
wênekêşiyê ji bîra dike...Belê. Ew ji bîra dike, ku wênekêşî alaveka
ciwanî ye,şêweyê axiftinê ji asta normal dikşîne asta ciwan.Lewre jî
wênekêşî li ba wî, ne tenê xwe bi ser berehevdanê û kînayetê de pal
dide, belê pirrê caran dadikefe asta salixdaneke sar jî, wek ku dibêje:
Bisk bi têl ê, ser bi zêr ê!. Pir çeleng ê xweş ciwan ê!. (Brehevoka
Kîme ez û Ronak. Rû: 205). Nazik ê şox û şepal ê!. (Jêdera berê. Rû 206)
Ji kuştina dilan re pir xurt û jêhatî ye. (Jêdera berê. Rû: 208). Pir
şepal ê, şox û şeng ê!. (Hêvî. Rû: 72). Gava wênekêşî ji ezmanê aferînê
dadigere asta rêzkirina bêjeyan, hîngê alavên rewanbêjiya kevin li ser
şêweyê derbirina helbestvana hukardar dibin, û ewî bi ber ve
peyvelîstinan de dikşênin. Cegerwîn jî detiye ber dava wê yekê, û Pirrê
cara (cînas û tîbaq) bikar aniye, wek Cawa dibêje: Cîgerxwîn bû, ji
derdan. Min can û dil bi derdan. (Hêvî. Rû: 95). Hin bi rewşa min kenîn,
û hin girîn. (Hêvî. Rû: 115). Nizanim ev salixdanên yekser çiqas dikarin
xweneran bi naverokên xwe bawerkirin bidin, an hestên wan bilivînin. Bi
ser de jî her tim wêneyên Cegerxwîn ji bermayên pêşiyan diherikin, û
nikarin ji bandûra wan rizgar bibin. Her ku tu helbesteke wî, nemaze di
warê evînî de, dixwînî, Melayê Cizîrî, an Pertew Begê Hekarî, an jî
Macin yekser têne bîra te. Wek nimûne, helbesta “Dil ji min bir” ku di
dîwana “Kîme ez” de ye, Bi çarekê nikare ji dava bandûra Melayê Cizîrî
bi derkefe, bi ser de jî, ne tenê li paş helbesta Cizîrî dimîne, belê
hinek wêneyên wê birîn dike.Her du helbestvan (Cizîrî û Cegerxwîn)
dilberê dipesinin, lê tu pê hay dibe ku dildera herduyan yek e, çiku
bejna dilbera herduyan serwe ye, gerdenê wê şemal e, dêmê wê roj e,
ebriwên wê nûn in(Tîpa nûn a erebî), heyv in, û kevan in, ango zirav û
xar in, dilbera Cizîrî awir piling e, ya Cegerwîn awir şûr û şêr e, ya
herduyan şox e, şeng e, nazik e, şêrîn e, cîwan e.Biskên dilbera
Cegerxwîn pirrê caran li hev badayî dirêj û reş in, li ser sîngê sipî
wek marê reş daleqandî ne: Sînga sipî reşmar li ser. (Hêvî. Rû: 185).
Rengê mar in reşgulî. (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 422). Lê ev wêne
li ber deriyên aferîna Elî yê Herîrî milxar e, ne ji aferînên Cegerxwîn
e. Çiku Herîrî, beriya wî, bi sedê salan weha çûbû û gotibû: Werdan ji
nêv zulfan derîn, şula binefşê têwerîn. Bala û qedda er-erîn, her yan li
ser marê reş e. (Şaîrên kilasîk ên Kurd. Rû: 26). Weha jî dawîya
helbesta Cegerxwîn nikare ji bandûra pêşiyan rizgar bibe, û her car ew
navê xwe di malika dawî de bi cih dike. Ev xalek li nik hemû kilasîkên
kurd diyar e, ku ewana navên xwe di dawîya helbestên xwe de
digotin.Belkî ev gav, di dema wan de, ji ber nebûna çapemeniyê bû, û
mebesta wan ew bû, ku berhemên xwe biparêzin, lê domkirina wê di dema
Cegerxwîn de, nemaze jî deh – panzde salên dawî, dibe şûna pirsekê, û
awayê avakirina helbestê di siya wan pêşiyan de dihêle. Weha xuya dibe
ku şêweyê derbirina Cegerxwîn yekekî bîrî ye, ango ew aferînên pêşiyan,
ên ku xwendine û jiber kirine, tîne bîra xwe, û derbirin û wêneyên xwe
ji wan werdigre. Evê yekê Cegerxwîn xistiye ber dava carandinê. Her kesê
li birrê evînî, ji dîwanên wî vegere, wê bibîne ku çawa û çiqas caran
Cegerxwîn bûye dîlê carandin û dubarekirinê.Dilber her tim şox û şeng û
şepal e, ebriwên wê dipesine, û her car jî eawan dal in, heyv in, kevan
in, (zirav û xar in), bejna wê mîna dara serweyê ye, (zirav û dirêj e),
lêvên wê her car şêrîn û qend in, memikên wê her tim sêv in, biskên wê
lihev badayî û wek marê reş bi ser sîng de daleqandîn e. Bi gotineke
din, mirov dikare bibêje, ku ferhenga zimanewanî ya evîndariya Cegerxwîn
di bin dubarekirinê de milxar e. Dubarekirin ne tenê roleke neyênî di
ciwaniya helbestê de heye, belê bi ser de jî hewesa xwendinê li nik
xweneran sar dike, û hin caran jî dibe egera êşên derûnî. Eger em werin
warê kêşê û awaza helbestê, em dê helbestvanê xwe dilsozê kêşê bibînin,
destan ji wê bera nade, û ji rêça kilasîkan bi der nakef. Ma me beriya
vê nedîtibû çiqas ew dilsozê wan bûye, çi ji warê peyvan, û çi ji warê
şêwe û wênekêşiya hunerî ve?!.. Lê tiştê balkêş ewe, ku Cegerxwîn, li
kêlek hemdemên xwe, berê kilasîka kurdî ji (urûda erebî) daye alîkî din,
ewana kilasîka kurdî bi ber ve kêşên folkilora kurdî de kişandine. Tevî
ku em nikarin serkêşiya evê gava giring bidin dest wî, ji ber ku
helbesta Kamiran Bedirxan, ku dîwana wî “Dilê kurên min” sala 1932yê
çapbûye, li gor evan kêşên folkilorî hatiye hûnandin, û li ser bingeha
dengdêran ava bûye, lê helbesta Cegerxwîn ev gav li ba kilasîkên
kurmanciya jor çespand, beriya ku helbesta kurmanciya jêr jî berê xwe
bide wan kêşan. Helbesta Cegerxwîn bi awa û formên bangan (kît) hatiye
hûnandin, gellekên wan “şeşbangîne, heftbangîne, heyştbangîne,
dehbangîne, û mîna stiranên kurdî bendên wan li hev tên, û bi teqil têne
gotin û stranê” ji ber ku li saz in , û li gel rêzbendê dilsoz in.
Dilsoziya Cegerxwîn di vî warî de, weha diyar e, ku ew ji bo xatirê
parastina kêşê pirrîcar bêgavî bikaranîna hinek bêjeyên bê sûd bûye, ku
di hevokên wî de cih girtine. Wek nimûne: Rojê ko min dî bi çavan.
(Hêvî. Rû: 125). Min xweş bi çavan lê nerî. (Hêvî. Rû: 123). Peyva
(çavan) di evan her du mînakên jorîn de bê sûd e, mirov dikare wê
bavêje, bê ku wate birîn, an wenda bibe, ji ber ku her du lêkerên (dî û
nerî) şûna wê digrin, û mebestê diyar dikin. Ev kêmasî li ba Cegerxwîn
pirrêcaran diyar dibe, û destlatiya kêşê li ser wî sayî dide xuyakirin,
wek çawa di evan mînakên jêrîn de numa ye: Mey ji lêvan daye min. Min ji
lêvan mey vexwar. (Hêvî. Rû: 82). Maçek ji du lêvan bide, ey lêvşeker!.
(Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 195). Hin carên din hewesa diristkirina
kêşê bûye sedema jibîrkirina rêbazên zimanewanî, wek çawa ev mînaka
jêrîn diyar dike: Van mexolan kirne talan. Bax û gulzarê dimin. (Hêvî.
Rû: 65). Pergala pirranî, di liqê Botanê de ji kurmanciya jor, bi
paşkîta (an) pêk tê (gund – gundan), lê gava navekî ku di vê pergalê de
be, bi ser navekî, an bernavekî din ve bibe, hîngê verêsek peyda dibe, û
paşkîta (an) dibe(ên),(gundên me). Lê di liqê Hekarê de dibe (êd),
(gundêd me).Cegerxwîn ev mînaka jorîn bi liqê Hekarê gotiye, lê ji bo
diristkirina kêşê dengdêra ( i ) xistiye paş tîpa ( d ), ku mîna daçeka
( di ) bûye, û li derveyî rêbaza rêzimên çûye. Cegerxwîn gellek caran
evî awayî, ji bo xatirê kêşê, bikar tîne, wek çawa dibêje: Em kuştiyê
çavên direş û dêmên gulîn e. (Hêvî. Rû: 75). Pir kuştiyê çavên dibelek
vane me dîne. (Hêvî. Rû: 75). Dane ber lêvên dimin sîng û qirik. (Hêvî.
Rû: 115). Tenê diristkirina kêşê bûye sedema hebûna kîta (di) di evan
her sê mînakan de, û pêre jî rêziman bûye qurbana vê yekê. Bi vî awayî
tê xuzakirin, ku kêş li ser bingeh û avakirina helbesta Cegerxwîn
gellekî rikdar e, û ew xemxwerê wê bûye, ta ku ewî berxwe daye para xwe
bixe warê têorî de jî, vê lomê ewî lêgerîneke fireh di vî warî
nivisandiye, û “Hespên xweşxwanên kurdî” şirovekirine. Beşek ji vê
lêgerînê, ku çar hespan şirove dike, di hejmara 22ê a Hawarê de belav
bûye. Ji vê pê ve, helbesta Cegerxwîn bi du-sê formên kevin diyar
dibe,lê pirrên wan an mesnewî ne, ku rêzbenda her du birrên malikê yek
kît heye, ji ya malikên din cuda ye: Şoriş dest pêkir qêrîn û gurmîn.
Gule barandin li hawîr xurmîn. Li jor firoke, li jêr tang û top. Ji
xwînê sor bûn hemî der û şop. (Berhevoka Kîme ez û Ronak. Rû: 65). An jî
çarîn in, ku her sê xêzên pêşîn yek rêzbend hene, lê ya xêza çarê hem
cuda ye, û hem jî ta dawiya çarînan bê guhertin dimîne: Agir û pêta
evînê. Awirên wê lebşêrînê. Kuştime roja evînê. Ah û nalîn hey hewar.
Pir divêm carek bibînim. Perdeya ser rû hilînim. Serxweş û bê tîn
bimînim. Ah ji bejna wek çinar. (Hêvî. Rû: 148). Weha xuyaye, ku
Cegerxwîn her tim di siya pêşiyan de paldaye, ji bermayên wan bi dûr
neçûye, her car û li her helwestekê destê xwe li ber wan vekirî, ewan jî
çekûs nebûne, her tim pêre camêr bûne, û ji bo şêwe û derbirina wî bûne
alîkarên bê hempa. Ev boçûn û rayên me dikarin pirsekê li ba xwendevanan
bilivînin: Gelo Cegerxwîn li kû ma ye?!. Te Cegerxwîn xiste paşila
pêşiyan, li gor nerîna te, ew bûye dengvedana wan. Ma ew bê taybetiyên
kesayetî ye?!. Belê...Ev pirseke şûngirtî û balkêş e.Lê wek çawa dîwanên
wî li ser du beşan parvekirîn in, bersiva vê pirsê jî wê bi du awayan
bê, her du jî wê hevudu tewa bikin. Çiqas em hezkirên Cegerwîn bin, ray
û nerînên xwe ji dil û hestan, dûrî boçûnên heş û rêbazên rexeneyê
bidin, em nikarin, di tenga helbesta evînî re, Cegerxwîn ji paşila
pêşiyan, nemaze Melayê Cizîrî, bi derxin. Her helbesteke wî, her peyveke
wî, her wêneyekî hunerî ewan pêşiyan tîne bîra me, her tim li wan
vedigere, û derbirinên wan bikar tîne. Cegerxwîn jî evê yekê lixwe dine.
Dibêjin carekê ji wî hate piskirin ma çiqas akama Cizîrî li helbesta wî
heye, ew bi vî awayî bersivê dide :”Eger ji dîwana Cizîrî pê ve tiştek
di tûrkê min de tune be, ma çawa bandûra wî li min wê nebe?!”. Lê
helbesta civakî û neteweyî, bi şêweyê wê yê xiroşanî, bi peyv û têgehên
nuh, bi naverokên hemdem, bi kêşên lezok û awaza xiroşanî, bi ser de jî
rizgarkirina kilasîka kurdî ji bêjeyên biyanî, kesayetiya Cegerxwîn a
hunerî eşkera û sayî diyar dike, ewî mirovî karîbû ev têkiliya dijwar,
ku di navbera naverokên nuh û durvê kilasîk ê kevin de heye, hêsan
bikira, û gellek helbestvanên pey xwe, ta roja îro, di paşila xwe de
bihêştana. ***** *** ***** Jêder û çavkaniyên lêkolînê: a. Bi zimanê
kurdî: 1. Cigerxwîn, Kîme ez û Ronak. Weşanên Deng, çapa duwem, Istenbul
1993. 2. Cigerxwîn, Zend-Avista. Weşanên Roja nu 2, nimra çapê ne diyar
e, Stockholm 1981. 3. Cigerxwîn, Şefaq. Weşanên Roja nu 4, nimra çapê ne
diyar e, Stockholm 1982. 4. Cigerxwîn, Hêvî. Weşanên Roja nu:6, nimra
çapê ne diyar e, Stockholm 1983. 5. Cigerxwîn, Jînenîgariya min. Weşanên
Apec , çapa yekemîn, Stockholm 1995. 6. Abdulreqîb Yûsuf, Şaîrên klasîk
ên Kurd. Weşanên Jîna nû 17,çapa yekemîn,Uppsala , Sweden 1988. 7. Prof.
Qanatê Kurdo, Tarîxa edebyata kurdî 1. Weşanên Roja nu, nimra çapê ne
diyar e, Stockholm 1983. 8. Dr.Husên Hebeş, Raperîna çanda kurdî di
kovara Hawar ê de. Belvgeha Hogir, çapa yekemîn, Bonn 1996. 9. Dr. Ebdil
Mecîd Şêxo, Kovara çiya. Awêna çanda kurdî li Ewropa 1965 – 1970.
weşanên Dengê Bakur, çapxana Adar Graphics, çapa yekemîn, Elmanya 2003.
10. Deham Evdil Fetah, Nêrînek Rexneyî li helbesta kurdî, çapxana
elkatêb el-erebî, nimra çapê ne diyar e, Dîmeşq 1992. b. Bi zimanê erebî
:
1.ÇáÏß澄 ãÍãÏ Ûäíãí åáÇá, ÇáäÞÏ ÇáÃÏÈí ÇáÍÏíË, ÏÇÑ ÇáÚæÏÉ ÈíÑæÊ 1987,
ÑÞã ÇáØÈÚÉ ÛíÑ ãÚÑæÝ .
1. Dr . Mohammed Xuneymî Hîlal, Rexneya toreyî ya nuh.
2. ÇáÏß澄 ÔßÑí ãÍãÏ ÚíÇÏ, ÇáãÐÇåÈ ÇáÃÏÈíÉ æ ÇáäÞÏíÉ ÚäÏ ÇáÚÑÈ æ
ÇáÛÑÈííä, ÓáÓáÉ ÚÇáã ÇáãÚÑÝÉ ÑÞã 177,ÇáßæíÊ1993.
2. Dr.Şukrî Mohammed Eyyad, Rêbazên toreyî û rexneyî li nik Eereban û
Rojavayiyan.
|
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |