|
Çîrobêjiya
Cegerxwîn
Nimûne
Reşowê Darî *
Ez ewha bawer im, ku her lêkolînerek di meydana çîrokê de berxwe bide,
divaye ew destpêka vî celebê wêje wek berhemeke hunerî li nik kurdan û
mercên jidayikbûn û geşbûna wî jibîra neke. Eger ev yeka jibîra bibe,
gellek neheqî wê li çîroknivîsên kurd bibe. Ev berhema hunerî ne ji
demeke dûr de li ba kurdan hatiye naskirin. Hinek rexnevanên başûrê
Kurdistanê çîroka „Erê min di xewnê de dîtiye“ ku Cemîl Saîb sala 1925ê
nivisandibû, wek destpêka vî celebê tore dibînin. Eger em jî xwe bidin
kêlek wan, û vî celebê tore li nik jêrxetiyan bipelînin, pêşî em du
çîrokan di hejmara duwem ya HAWARê de dibînin, ew jî „Du egîd û Gundê nu
ava“ yên Dr.K.Bedirvan û Qedrî Can in. Digel hindê em di hejmara çarê de
jî pêrgî çîroka „Ber tevna mehfûrê“ dibin. Tevî ku nivîsevanê wê
C.Bedirxan, wek Dr.Husên Hebeş, di xebata xwe ya nirxbiha de li ser
HAWARê, weha diçe, ku ev çîrok sala 1927ê li Bêrûtê nivisandiye, lê her
du hejmarên duwem û çarem di sala 1932ê de derçûne. Lewre mirov dikare
weha biçe ku çîroka hunerî ji wê salê de ketiye nav destên jêrxetiyan, û
di dû re jî gellek nivîsevanên HAWARê, mîna Nûredî Ûsif (Dr.N.Zaza)
,O.Sebrî û yên din para xwe dixin evê meydanê, û dibine hevparên
destpêkên vî celebê wêje li Jêrxetê. Cegerxwîn jî sala 1941ê, di navbera
hejmara 31ê re li vî deriyê tore dide, û çîroka „Berhamê Gur“ diweşîne,
û di dû re çîroka „Çîm û Gulperî“ sala 1948ê li Şamê çapdike, û ya
„Reşowê Darî“ sala 1956ê dîsan li Şamê çapdike. Ev çîrok bi xwe
serpehatiyeke gelêrî ye, pirrê caran di civatên kurdan de dihate
xeberdan, ta Cegerxwîn ew xiste durvê yekeke wêjeyî, û bûyer û kesên wê
kirin sîmbolên nerîn û helwestên xwe yên civakî û neteweyî. Bûyerên
çîrokê li bakurê Kurdistanê li gundê Darê diqewimin, tehlî û dijwariyên
jiyana gundiyan, û sitema rijîma tirkan û derebegên kurdan wêne dike, û
destpêka hişyariya civaka kurdî ji warê civakî û neteweyî de dibelgîne,
pêre jî ramana Cegerxwîn, ku dibêje (qata jor sedema bindestiya gel û
welatê wî ye) û çareserkirina wê dozê. Li gor nerîna wî, numa dike.
Yekemîn car mirov vê çîrokê dixîne, pê hay dibe ew li goreyî merc û
diviyên awayê kevin, ku sê qunaxên wî hene, ava bûye. Ango bûyerê çîrokê
di sê qunaxan re derbas dibe. Li destpêkê em dibînin dem şev e, gundî li
eywana Zoro Axa civiyane, serpêhatiyan dibêjin. Lewend; kurê Zoro Axa
laqirdiyan bi mêrxasiya Reşo dike, û wî neçareyî çûndina şeíkefta „
Berdewêl“ dike. Li navînê Lewend ji civatê derdikefe, diçe mala Reşo,
destan dirêj namûsa wî dike, lê Rewşê; pîreka Reşo, ji neçare wî dikuje,
laşê wî perçe perçe dike, wan perçan dixe çewalekî, hildide milên xwe û
berê xwe dide şikefta „Berdewêl“ da laşê perçekirî bawêjê binê şikeftê,
û şopa wî wenda bike.Li wê derê pêrgî Reşo dibe, xişma ku hatiye serê wê
jê re xeber dide, her du vêkre dizêvirin gund, diçin eywana Zoro Axa, û
çîroka xwe û Lewend li pêş Êxe û gundiyan radixin. Çavên Zoro Axa sor
dibin, dike qêrî û sûnd duxe, ku wê wan bikuje. Lê gundî piştgiriya Reşo
û Rewşê dikin, lewre jî Zoro a dilê xwe vedişêre, û bi dizî mirovekî
dişîne bajêr, da cendirman bîne, ku li gundiyan bidin. Li dawiyê jî
cendieme tên gund, gundiyan tev, digel Reşo û rewşê li mala Zoro Axa
dicivînin, li wan didin, diravên wan distînin, hinekan ji wan berdidin,
û yên mayîn bi xwe re dibin, lê bi rê de gundî diravan didin wan, û xwe
rizgar dikin. Cendirme jî Reşo û Rewşê dibin û dixin zîndanê, û li
dadgehê bi çend salan tên tawanbarkirin.Gundî jî dest ji kar û
berdestiya Zoro Axa berdidin, loma jî Axe neçareyî koçbarkirinê dibe.
Piştî çend salan Reşo û Rewşê ji girtîgehê tên berdan, dizêvirin gundê,
û tev gundiyan jiyana xwe didomînin. Dêmek Cegerxwîn bûyerên çîroka xwe,
li goreyî pêdiviyên evê rêgaya kevin, bi awakî dirist li pey hev
rêzkirine, her yek bûye encam û bermayê bûyerê berê, û ji bo bûyerê din
bûye sedema sereke, ango her yek ji wan bûyeran hem di bin bandûra yê
beriya xwe de mayî, û hem jî li yê di dûv re tê hukardar bûye, ta ku
çîrok gîhaye dawiyê, lê hinek bûyer lê zêde kirine, ta ku xwendevanê
çîrokê, di navbera bûyerên wê re, pêrgî hineke dî dibe, ku ewana li gel
bûyerên sereke ne têkildar in, wek çawa em dibînin axiftinên gundiyan,
li goristanê, ji bûyeran bi dûr dikefin, û ne têkildar in. Lewre jî
girêka çîrokê jihevketî xuya dibe. Nivîsevan bi çîrokbêjiya yekser dest
bi xeberdana bûyeran dike, lê li destpêkê xwe bi ser alava zêvirîna
hunerî de pal dide, lewre dîroka Kurd a kevin tîne bîra xwe û me, wê
bajarvaniya bav û kalan bi şûn xwe hêştine şanî me dike „Kî li rewş û
hendesa kavilê (Darê) temaşe bikî, mezinahî û jîngariya nijadê Kurd tê
ber çavê wî“. (Rûpel:4). Di dû re wê bajarvaniya giranbiha dide hember
rewşa Kurd ya îro, û pêre mijûl dibe, hîngê jê ve xuya dibe çendî miletê
wî li paş mayî, û neyaran keys jê birine, ta ku îro nikare li welatê xwe
serbest bigere „ nivişt û nivîsaran bi zimanê xwe, û di biwara tarîxa
nijad û welatê xwe de çêkin, û xwendevanên Kurd, ku di vav welêt de jî
naxwazin, ya nizanin ji me re çêkin, û bişênin, ji xwe dijminê nijadê
Kurd her û her xwastine û dixwazin ku ne tenê rewş û tarîxa welatê me,
lê nav û nîşanê me jî ji rûpelê tarîxa cîhan windabikin, û bi carekê
navê Kurd neyê xwendin.“ (Rûpel:4). Ev awayê çîrokbêjiyê, ku jê re
(Zêvirîna hunerî) tê gotin ji sînemayê hatiye wergitin, pêşî dawiya
çîrokê, an jî dawiya bûyerê sereke pêşkêş dike, û di dûre jî sedem û
bûyer û helwestên, ku gîhane wê dawiyê berçav dike. Lewre jî gava
şûngirtî be , dibe ûşta serkeftina huneriya çîrokê. Lê mixabin ev gava,
ku nivîsevanê me tê re derbas hundirê çîroka xwe bûye, bi carekê, li nik
bûyerên çîrokê ne têkildar e, û pêre jî kêmasiyeke hunerî gîhandiye
durvê wê û şêweyê xeberdanê. Gava nivîsevan xeberdan, an çîrokbêjiya
yekser, bikar tîne, hîngê ew rola dîroknivîsan dilîze, bûyeran xeberdid,
kesan pêşkêş dike, bizavên wan berbiçav dike, digel wan kesan û bûyeran
meşîneke xweristî dimeşe, ta ew bûyeran digînin dawiyê. Ango ev cureyê
çîrokbêjiyê rê nade nivîsevan, ku hêza xwe bide ser kesên çîrokê, wan bi
xwe ve girêde, çiku zanîna wî bi wan ji ya wan xwe bi xwe ne pirtir e.
Lewre jî ew çîrokê ji dûr de xeberdide, û kesan û bûyeran ji der ve de
salixdide, lê nerx û wateyan ji xwener re dihêle, ku bi xwe têbighîne.
Çîrokbêjiya çîroka Reşwê Darî pirrê caran li tersî huneriya vî cureyê
xeberdanê hatiye, û di bin hêza nivîsevan de milxwar xuya ye, hulma wî
li ser wê gellekî giran e, û ew li gor daxwaza nivîsevan tê hûnan, ne li
gor birêveçûna bûyerê çîrokê, pirrê caran hevpevînan dibirre, û ji
helwestekê diçe yeka dine bê têkildar, ji bo xatirê ku dozekê yan
ramaneke taybet, xwedî nerîneke polîtîkî yan civakî diyar bike Nimûneyên
ku evan gotinên me teqez dikin, di çîroka Reşowê Darî de pirr in, me
gellek rûpel divên da em gîşkan bînin meydanê, vêca em dikarin berên
xwendevanan bi ber ve rûpelê, 25 ta 53 de bidin, da bibînin çawa
xeberdan ji birêveçûna bûyerê çîrokê bi dûr de dikefe..Ji ber vê yekê jî
çîrok bê hemdî bûyerên wê dirêj bûye, û dawiya wê jihevketî xuya dibe.
Dawiya her çîrokekê, wek hêmanekî hunerî ku hevparê avakirina wê ye,
gellekî nirxbiha ye, ji ber ku hemû deziyên bûyer tê de dicivin, û
mebesta, ku nivîsevan ji bo diyarkirina wê dixebite, tê de numa dibe,
lewre jî rexnevanên wêje vê dawiyê bi gaveka ronîkirinê dinavînin. Bi
rastî eger em li çîroka Reşowê Darî, bi 83ê rûpelên wê vegerin, em
dikarin bibêjin ev dawiya, ku hemû dezî û hêmanên bûyer tê de dicivin û
wateya bûyerê wê bi serî tînin, di rûpelê 60î de diyar e, gava Soro
civandin û dandina diravan pêşniyar dike, û riya çûndina ba bervedêr
şanî gundiyan dike, çiku wê hîngê dawiya çîrokê û çareserkirina doza
Reşo, ku di çîrokê de bûye sîmbola doza cotkar û gelê kurd, sayî û zelal
xuya dibe, ku wê di dadgehan re derbas bibe. Ev kêmasiya çîrokbêjiyê
siya xwe daye ser livandina kesên wê jî, wek çawa formê Reşo tê
guhertin. Reşo gundiyekî reben e, li ber destên Zoro Axa, mîna hemû
gundiyên din, dixebite, jîr e, mêrxas e, dilsoz e, û nezan e. Ew, di
civakê de, bi van rûçikan tê naskirin. „…peyayên wek Rêşo gernas û
mêrxwas, ku di rojên reş de kozik û çeperê dijmina diherivênin, mêra
dikujin, talana vedigerênin…“.(Rûpel: 15). Lê mixabin Reşo mêrxwasiya
xwe biçûk û qels dike, ji ber ku li hember Zoro Axa gellekî sist û jar
xuya dibe.“Axa ha serê mi û şûrê te, namûsa me teva namûsa te ye , emê
tev rojekê xwe di ber te de bidin kustin, tu serê me, û em lingê te ne.“
(Rûpel: 19). Lê xeyala Cegerxwîn ji nişkave Reşo bi awakî din şanî me
dike, ku ew serê xwe bi dozên mezin re dêşîne, û bi sergêrên cîhnê mijûl
dibe.“Gerek mirov bêtir bîr bibira, bibûna dost û birayên hev, ev çi
kuştin, talan, ceng û pevçûne?. Xwezî ev awa ji nav me rabûna, xwezî me
zanîbûna ka dermanê rabûna vê berberiyê çî ye?. Ma ev dinya têra me
nakî?. Ev top, bumbe, gule, berik diteqin, mirova dikujin, xaniya
dişewtênin, avaniya hildiweşênin, ev tev ji bona çî ye?. Xûyaye beg,
axa, şêx mela nahêlin weke bira her kes bi hev re bikin, û bi hev re
bixun, ev ristika komelî a sermayedarî nahêlî kes bi xweşî geza nanê xwe
bipûrisênî, ev ristik tim kuştin, pevçûn, talan, û şewatî diafirênî .A
çê eve ku em terpelozekê li wan deynin, va xwînxwar û dijmina teva
bikujin.“ (Rûpel 38 – 39). Ev pêşkeşkirin evê kesayetiyê ji birêveçûn û
meşîna xweristî bi dûr dixe, û dide xuyakirin ku çîroknivîs ji rastiya
hunerî ya çîrokninîsînê û avakirina kesayetiyê bi alîkî din de dikefe.
Divaye çîroknivîs kesên çîrokê bi xwe ve girênede, divaye destê xwe ji
wan bikşîne, da ewana gotinên xwe bibêjin, ne yên çîroknivîs bicûn.
Mirovê ku xwe bide şûna lingên dijminê xwe wê ne bizanibe evan gotinên
jorîn bibêje, û ne jî wê karibe li evan helwestan xwedî derkefe. Pênûsa
çîroknivîsê me li ba kesayetiya Soro jî riya xwe şaş dike. Tevî ku ev
serpêhatî ya Reşo ye, lê Soro rola sereke di çîrokê de dilîze.Ew zana
ye, hêdî ye, li gel xwe mijûl dibe, û diponije, baş guhdar e, gotin û
bersivên wî pîvayîn in, li ba gundiyan xwedî rûmet e, bandûra wî li wan
mezin e. Zoro Axa jî hesabê wî dike. Mirov dikare bibêje, ku çîoknivîsê
me evê kesayetiyê, li gor nerîn û ramana xwe, ji bo serkêşiya gundiyan
amade kiriye, çiku ew şiyar û zana tê xuyakirin, dost û dijminê xwe ji
hevdu vediqetîne, nirx û bihayê xebata cotkar û gundiyan baş naskiriye,
dibêje Zoro Axa: „Ma ku em ji cem we barkin, wê çi rûmet ji wer e
bimênî?.. Ev mezinahiya we tev bi me ye, çi bi wijdanê we hatiye ku bi
ser de jî hûn dor namûsa me bigerin?.“ (Rûpel: 15). Lê mixabin gava dem
lê tê, ku ev serkêşê gundiyan çareyekê ji bo serpêhatiya Reşo bipelîne,
çîroknivîsê me bervê wî bi ber ve dandina bertîlan û bervedêr û dadgehan
de dide.“Heke bi a min dikin emê bêşekê bavêjin ser hevala, heme her yek
karibin çi bidin, û hin ji hevala ku nikarin xwe li ber dara bigrin,
bere birevin, xwe bidin alîkî, wê paşê bi kêrî me bên, evê dî ne mêra
bikujin, û ne li cendirman xin, û ne jî kesî talan bikin, emê çendeka ji
xwe vebrêjin, bişînin bajêr, bere ew jî gilî bikin, bervedêrekî bigrin,
bawer dikim emê zora Zoro bibin“.(Rûpel: 60). Ev guhrtina helewsta
ramanî ya vê kesayetiyê, ewê ji birêveçûna wê ya hunerî, ku çîroknivîs
li destpêkê wênekiribû, bi derdixe, û bergehekê dixe navbera gotin û
kirinên wê de, pêre jî, tevî ku ew kesayetiya sereke ye, yekeke lerzandî
dimîne, û nikare şûna xwe, li gor pêdiviyên destpêka, ku pê hatiye
naskirin, dagre. Kêmasiyên hunerî û ramanî, ku di wênekirin û livandina
evan her du kesayetiyan de peyda bûne, û cureyê ramana Cegerxwîn,
nivîsevanê me neçareyî hebûna hinek kesayetiyên din kirine, mîna dozdar
û fermandarê dadgehê û bervedêr,lewre jî rola wan di çîrokê tenê
helwesta Cegerxwîn a êdyal numa dike, û ji wê pê de bê nirx dimîne. Lê
bi rastî pênûsa nivîsevanê me hin caran hostevaniya xwediyê xwe, di warê
wênekirina kesayetiyên çîrokê de, bi awakî zor jêhatî dide xuyakirin,
nemaze jî ewan kesayetiyên gelêrî,mîna Bizdo, Hovo;lalo, Çekûso, Şêro,
Perîşanê û Silo, ku di çîrokê de bûne sîmbolên asta têgîştin û hişyariya
civaka kurdan ya wê demê, ku pirrên endamên wê bi mezinahiya axa û
began, û serdestiya tirkan; birayên misilman zor bawerbûn. Her weha
nivîsevanê me di wênekirina kesayetiya Zoro Axa de jî serkewtî xuya ye.
Ev kesayetî sîmbola qata jor e, her tim dilsozê berjewendiyên wê qatê
dimîne. Koçbarkirina Zoro Axa ji gundê xwe, bi qaserî ku bûye nîşana
ramana Cegerxwîn ya êdyal, nabe nîşana guhertina rêveçûna hunerî ya vê
kesayetiyê. Tiştê balkêş di kesayetiyên çîoka Cegerxwîn de ewe, ku hemû
sade ne, hundirê wan eşkera ye. Ango hundirê hemûyan vekirî ye, zû têne
naskirin, ji ber vê yekê jî çîroknivîsê me monolog bikar ne aniye.
Monolog hêmanekî huneriya tevna çîrokê ye, dikare rê li pêş xwendevanan
dûz bike, da derbas hundirê derûnên kesayetiyên çîrokê bibin, dijayetiya
hundirîn, ku di derûnên wan de dikele, û siya xwe dide ser helwestên
wan, nasbike. Nivîsevanê me kar û barê vî hêmanê hunerî hildide ser
milên xeberdanê, û hemû helwestên kesayetiyan di wê riyê re şirove dike,
lê gava xwe neaçareyî bikar anîna monologê dibîne, dîsan ewê li gor asta
têgîştina xwe dixebitîne, pêre jî avakirina kesayetiyê jihev dikefe, wek
çawa li nik Reşo diyare, ku ew kesê reben û nezan, şûnpêyên Zoro Axa
serê xwe bi sergêr û dozên mezin dêşîne.Lewre jî tenê çîrokbêjî û
hevpeyvîn di destên çîrokbêjê me de mane, ku kesên çîrokê bighînin
hevdu. Hevpeyvîna hunerî axiftineke di navbera du, an pirr, kesan de
digere, zindîbûnê dixe hundirê çîrokê, kesayetiyan wêne dike û dide
naskirin,perdeyan ji pêş wan radike, û ji bo mebesteke hunerî tê
xebitandin, bi ser de jî zanîn û rewşenbîriya çîroknivîs numa dike.
Lewre kar û barê hevpyvînê ne xeberdana bûyerên, ku bi kesan re
diqewimine, belê karê wê ewe, ku bide xuyakirin ka ew kesana çawa
bûyeran dijîn. Ji ber vê yekê, divê hevpevîn li gor astayê zanîn û
hişyariya kesên çîrokê , û tenga helwestên wan be. Mixabin hevpeyvînên
çîroka Reşowê Darî didine xuyakirin, ku karmendiya evî hêmanê giring li
pêş çîroknivîsê me ne sayî bûye. Çiku ew pirrê caran destên xwe ji kesên
çîrokê nakşîne, ku ewana li gor asta zanîna xwe bipeyivin, belê ew bi
xwe gotinan li ser zibanê wan dibêje, û hevpeyvînên wan li gor zanîna
xwe digerîne. Yek ji kesên çîrokê dibêje: „Ew dewlemend û xudî gund
dixwazin her ji çend sala kuştin, talan, şewat bikevî welêt, da karibin
her tiştê xwe giranbiha bifroşin, û rebenê weke me bi nan-zikê karê xwe
bi wan bigerênin“. (Rûpel:48). Bê guman xwediyê van gotinên jorîn zana
tê xuzykirin, lê Cegerxwîn bi carekê, di çîrokê de, nedabû xuyakirin ku
ji bilî Soro kesên zana li gundê Darê henin, vê lomê em dikarin ne tenê
bibêjin ku pêjna Cegerxwîn ji van boçûnan tê, belê teqez ev boçûn û
gotin yên wîn in, ne yên kesên çîrokê nin. Tiştê me bi ber ve vê
baweriyê de dikşîne ewe, ku xwediyên vî cureyê gotin û boçûnan, her car
di çîrokê de bê navin, ne nas in. Bi ser de jî hin caran du astayên
zanîn û hişyariya kesayetiyekê xuya dibin, bê ku pêjna guhertinên ramanî
û hişyarî ji wê bê, wek çawa xwendevanan Reşo naskiribûn. Pênûsa
Cegerxwîn gellek caran li hember bikar anîna hevpeyvînê jar xuya dibe, û
nikare dagere asta zanîna kesên çîrokê, pêre jî pirrê caran hevpeyvîn ji
gewdeyê çîrokê direve, û nikare şûna xwe ya rast tê de bigre. Evê yekê
pirrê caran ziyneke giran kişandiye ser zimanê çîrokê, û ew ji jiyana
rojane de bi dûr xistî. Ziman alaveke giringe, ne tenê çîrokê ji awayê
lêvanê dikşîne formê nivîskî, belê bi ser de jî her ku ji jiyan û têkilî
û danustandinên rojane ve nêzîk be, ewqas heyama çîrokê zindî dike. Lê
gava nivîsevanê me hêza xwe dide ser kesên çîrokê, û wan li gor asta
zanîna xwe bi dengkirin dide, hîngê zindîbûna zimanê çîrokê birîn dike,
û pêre jî bergehek dikefe navbera bûyeran û heyama çîrokbêjiyê, ku ne
tenê hewesa xwendinê li nik xwener sist dike, belê bi ser de jî huneriya
çîrokê jar dike. Xuyaye çîroknivîsê me bi neyêniya akama vê yekê haydar
bûye, çiku carcaran zimanê çîrokê ji heyama rojane, û jiyana gundiyan ve
gellekî nêzîk dibe, û rola xwe ya hunerî di wênekêşiya heyama civaka
gundiyan de distîne, wek çawa nivîsevan bi zibanê kesekî çîrokê dibêje:
„Ma xwe ne em jinê wa ne, nikarin dengê xwe bikin“. (Rûpel: 14). Gotinên
bi vî awayî, pirrê caran di civatên gundiyan de têne gotin, û digerin,
nemaze gava mirovek zora xwe bajo ser kesên din. Bi rastî zimanê çîrokê
ji vî warî de dewlemend e, pirrîcar xwener di navre pêrgî cureyê raman û
ponijiya gundiyan dibe, mîna evê gotina, ku di pesna jîrîtî û jêhatiya
jinekê de, li ser zibanan her tê gerandin „ Jin jî hene, jinkok jî hene,
wey tu diya min bî Rewşê!!.“ (Rûpel:16). Ji vê pê ve zimanê çîrokê sade
û gellekî hêsan e, bêjeyên wî numa û servekirîn in, û bê pêjin in, lewre
jî hevok û derbirinên nivîsvan eşkera û bê girêkên zimanewanîn in, lê
pirr caran dirêj dibin û hêmanê tevgerê di çîrokê de jar dikin. Tevî
evan têbîn û nerînên me, (Reşowê Darî) wê bimîne wek çîrokekê ji
bermayên nifşê pêşengên wêjeya kurdî li Jêrxetê, dikare, li gel berhemên
endamên wî nifşî, destpêkên çîroka hunerî li vê devera kurdistanê diyar
bike.
* Ev babet bi awakî firehtir, di durvê kitêbokekê de, li çapxaneya
HAVÎBÛN, li Berlînê îsal 2003, hatiye çapkirin.
|
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |