HAWAR û xwediyê wê nehatine naskirin?!
1 / 2
Ev çi susret e?!



-Yekemîn mercên serkeftina lêkolîna zanistî ew e, ku divê lêkolîner, berî pêşî, pêşiya xwe bipelîne.
-Her gotinek, nerînek û boçûnek li gel babeta lêkolînê têkildar e, çiqas kurt û biçûk be jî, divê lêkolîner pişta xwe tê yal neke.
-Hemî boçûn û nerînên, ku HAWAR û çanda xwedîyê wê nerxandine, ne ji xwe berê ne, belê ewana encamên mijûliyên dûr û dirêj in bi HAWARê re, û bermayên cefayên giran in.
-Mirov nikare nerîn û boçûnên payebilind li bazarên bazirganiyê belaş bi dest xîne, da belaş ragihîne.


- 1 -
Bê ku em dîroka malbata Bedirxaniyan dubare bikin, hema bi kurtahî dikarin bêjin, ku hemî zana, dîroknivîs, lêkolîner, rojnamevan, nivîsevan û rewşebîrên Kurdan yek xalê diçespînin, ku evê malbatê hîmê bingehîn yê rojnamegeriya kurdî bi pênûsa mîr Miqdad Midhet Bedirxan daniye. Evî karê şaristanî, digel xebata wan ya dûr û dirêj di qada kurdeweriyê de, şûna wan di dîroka Kurdan de gelekî fireh kiriye, her kesê Kurd, di gelek waran de, nemaze jî di warên rewşenbîrî û zimanewanîyê de, xwe deyndarê wan dibîne, û heya jê tê, rûmeta wan diparêze.
Ev parastina rûmetê xwe bi pir awayan diyar dike, çi bi xwendin û vekolîna berhemên wan, çi bi nûveçapkirina bermayên wan, û çi jî bi kefteleftên salane ji bo vejîna bîranîna xebat û karên wan, ta ku yekemîn û mezintirîn pirtûkxaneya kurdî li Duhokê bi wan tête navandin, û ev bû çar carine jî konferansa rewşebîrî û rojnamegerî a Bedirxaniyan tê lidarxistin.
Navenda ewrupî ji bo lêkolînên kurd, Havîbûn û Dezgeya çap û belavkirinê amadekarên vê konferansa çaremîn bûn, û hikumeta Başûrê Kurdistanê jî lêçûna wê hilgirtibû ser milên xwe. Amadekaran weha çêtir dîtibûn, ku wê li Berlînê; paytexta Elmanyayê di her du rojên 21û 22. 04. 2007ê de girêdin.
Eger em pirsa guhertina cihê konferansê, ku Berlîn dike berdêla Kurdistanê, û gelek pisporên çapemeniya kurdî ji vê konfrrasê bê par dike, bi paş xwe ve bihêlin, em dikarin bêjin ku bi rastî pirogram, mijar û axiftevanên konferansê karîbûn bala gelek kesan bikşînin, nemaze jî hebûna lêgervan û lêkolînerên biyanî, ewên ku çanda kurdî meraqa dikin.
Lê di heman demê de, ew pirogram, mijar û lêkolînerên, ku beşdarî axaftinan bûne, pirseke din dilivînin ; pisporên rojnamegeriya kurdî, ku sisê ji wan li Elmanyayê dijîn, ew jî ev in : Dr. Husên Hebeş, Dr. Ebdilmecîd Şêxo û Dr.Îbrahîm Mehmûd, çima ji vê konferansê hatine bi dûrxistin ?!.
Di pirogramê de du babetên, ku vê pirsê li gel mirov dubare dikin, hebûn ; babetek ji wan li ser rewşa weşanên kurdî li Sûrîyê ye,ku para berêz Sêrwan Berko bû, û ya din li ser Celadet Bedirxan e, ku para berêz Dr Îbrahîm Seydo Aydogan bû.
Bê ku em nerxê wan her du berêzan nizim bikin, em bawer in, ku her kesê dizane sê pisporên çapemeniya kurdî ji Kurdên Sûriyê li Elmanyayê dimînin, û ji bo konferansê nehatine vexwendin, dê şaneke pirsane ye mezim bide pêş helwesta amadekarên konferansê, dê bipirse : Gelo çawa em dê ji bo Bedirxaniyan wefadar bin, û di heman demê de jî em şagirtên wan ji van çalakiyan bi dûr dixînin ?!.
Ev ji hêla teknîkî de, lê ji hêla zanistî de susret hîna giran e, ji ber ku dîsan her kes dizane, gava pisporên babetekê li meydanê hebin, şagirt rola guhdaran digirin,û çav û guhên guhdar û temaşevanan ber bi wan pisporan de digerin, nemaze jî eger ew guhdaran zanibin ku yekî ji wan pisporan ; Dr Husên Hebeş, xebata xwe li ser berhemên Bedirxaniyan kiriye, û pileya zanistî bi wê xebatê wergitiye. Lê mixabin ew xebata giranbiha nebû sedema, ku xwediyê wê ji bo vê vestîvalê ji bîra nebe.
- 2 -
Sernivîsa babeta, ku para berêz Dr. Î. S. Aydogan bû, “ Celadet Bedirxan, HAWAR û kurdayetiya nû “ di enternêtê de min lê guhdar kir. Bi rastî yekemîn guhdariya min ez ber bi wê de kêşam, ji ber ku Dr. Î. S. Aydogan du-sê caran dubare kir, ku dê tiştine nû, ku kesekî din di HAWARê de nedîtine, diyar bike, du-sê caran dubare kir, ku HAWAR hîna baş nehatiye xwendin, du-sê caran dubare kir, ku Kurdan û lêkolînerên wan hîna jî Celadet Bedirxan nas nekirine. Lewre jî min careke din, bi meraqeke mezin li axiftina wî guhdar kir, û cara sêyem jî lê vegeriyam, belkî wan tiştên nû, ku ji wî berêzî ve xuyabûn, hînbibim û bizanibim. Lê mixabin, wek Kurd dibêjin, ez pir û poşman û bi tûrikê vala vegeriyam.
Berêz Dr. Î. S. Aydogan, ne tenê tiştekî nû diyar nekir, lê bi ser de jî guh neda merc û pêdiviyên lêgerîn û vekolîna zanistî. Berêzî du-sê caran got:“ Em Kurd agahiyên belaş didin hev“. Ev peyva “belaş” di warê bazirganiyê û kirîn û firotinê de bêbiha û bênerxê tiştan diyar dike, ango tu dikarî tiştekî, bê ku tu diravan ( pere ) bidî, werbigirî, pêre jî gava di warê agahiyan û zanistiyê de bête xebitandin, hîngê dikare wateya bêcefa û bêxebat hildigire. Vê lomê, gava mirov vê peyvê di pêşiya axiftinekê an gotarekê de dibihîse û dixwînê, hîngê bendewarê agahiyên, ku encamên cefa û xebatine dûr û dirêj in, dimîne.
Her guhdarê axiftina wî dê bibîne, ku tenê jêderek ji bo xwe kiriye palpişt, pêre jî xebat û cefayên kesên beriya xwe ji bîra kirine, an jî nexwestiye bi bîr bîne, da bête xuyakirin, ku tenê ewî Celadet Bedirxan nas kiriye, HAWAR xwendiye, û di wê gihîştiye.
Berêz Dr. Î. S. Aydoxan, bi vê yekê, di ser giringtirîn mercên avakirina lêkolîneke zanistî re gav dike, û pêre lekeya mezin digihîne karê xwe, û riya şaşîtiyên dîrokî û zanistî li pêş xwe dûz dike.
Hîna em şagirtên xwendinê bûn, mamosteyên me em hînkirin, ku pêdiviya herî giring û sudar di warê lêkolîn û lêgerîna zanistî de, ew e ku divê lêkolîner, berî pêşî, pêşiya xwe bipelîne, heye ku kesekî beriya wî ew mijar vekola be, û nerîn û boçûnên xwe diyar kiribe, her nerînek, çendî biçûk, kin û kurt be jî, eger li gel babetê têkildar be, divê lêkolîner pişta xwe di wê yal neke. Her weha hemî lêkolîn û lêgerînên me xwendine û dixwînin jî vê rastiyê diçespînin, ji ber ku wek Kurd dibêjin “Dar li ser koka xwe şîn dibe”. Ez bawer im, ku hem mamosteyên berêz Dr. Î. S. Aydogan ev agahiyan ji wî re diyar kirine, û hem jî ew bi xwe van rastiyan dizane.
Lêgervan Dr. Î. S. Aydogan weha diçe, ku HAWAR nehatiye xwendin, lê nizane ev boçûna, ji hêlekê de, hemî xebatên li ser HAWARê hatine kirin, û ewan cefayên, ku hinek warên HAWARê nerxandine û sûd jê wergirtine, bin pê dike, û ji hêla din de jî hemî lêgervan, lêkolîner, nivîsevan û rewşenbîrên Kurd tawanbar dike, ku wan nerxê çanda xwe nezanîne, ji ber ku wan HAWAR; kaniya çanda kurdî ya nû, nasnekirine. Ev jî tawaneke giran e, çênabe, mirov xelkên din, bê pelandin, bi wê sûcdar bide xuyakakirin.
Me li jor gotibû, ku berêzî, ji bo vê babeta mezin, tenê jêdereke ji xwe re kiribû palpişt, ew jî xebata her du berêzan Malmîsanij û Mehmûd Lewendî bû, ku sala 1989ê li Uppsala/Siwêd, di bin sernavê “ Li kurdistana Bakur û li Tirkiyê rojnamegeriya kurdî 1908-1981 “ de hatiye çapkirin. Tevî ku ev xebata wan berêzan karekî girangihaye, ku 76 weşanan, çi rojname, çi jî kovarên kurdî, ku di navbera wan salan de hatine weşandin, bi xwedevanan didine naskirin, lê nikare bi tenha xwe barê lêkolîna babeteke, wek ya berêzî daye ber xwe, hilgire.
Xwespartina jêdereke tenha ew xiste riya şaş, lewre jî ewî hemî xebatên, ku beriya wî hatine kirin ji bîra kirin.Lê tiştê mirov matmayî û maliq dihêle ew e, ku çawa akadîmîkerek dikare xwe bide bawer kirin, ku miletê wî heya îro HAWAR û xwediyê wê nas nekirine
Xebat û cefayên ku Celadet Bedirxan kirine û dane, û xizmetên wî ji bo çand û wêjeya gelê Kurd bûne sedema sereke, ku rewşenbîrên Kurd nikarin wan cefayan ji bîra bikin. Her kesê ku li ser wêje, çapemenî û zimanê kurdî hevokek gotiye, tu pêjn û cefayên wî di wê hevokê de dibînî.
Yekemîn pirtûka li ser dîroka wêjeya kurdî, ku rehmelê Eladîn Sicadî sala 1952yê di bin sernavê “mêjuyî edebî kurdî” de çapkirî, di çapa1971ê pişkekê li ser çapemeniya kurdî lê zêde dike, û di rûpela 555 de HAWARê dinasîne.
Her weha Prof Dr. Maruf Xeznedar di pirtûka xwe de “ Dîrkoa wêjeya kurdî ya hemdem “ ya ku pileya doktor sala 1967ê li Sovyetistana berê pê wergirtiye, û hevkarê me Dr. Ebdilmecîd Şêxo jî sala 1993yê bo zimanê erebî wergerandiye, HAWARê û rola wê dinasîne, û weha diçe, ku HAWAR di nav çapemeniya kurdî de bi awayê xwe yê wêjeyî û zimanewanî tê naskirin. Fîlologiyê aferîner û nivîsevanê jîrek Celadet Bedirxan ew sala 1932yê damezirandiye……ewê metriyalên xwe li destpêkê bi her du alfabêtên erebî û latînî diweşandin, di dû re jî hemî rûpelên wê bi alfabêta latînî bûn…..evê kovarê roleke gelekî erênî di belavkirina vê alfabêta, ku li gor fonîtîka zimanê kurdî ye, de lîst, û bingeha zimanê kurdî yê hemdem danî û ava kir, û berxwe da, ku zimanê kurdî ji peyvên biyanî rizgar bike. Û pê de dihere: Ev yeka di salên sihiyan de mijara gengeşeyan bû, ji ber ku bi awakî ne yekser li gel rewşenkirinê û nêzîkbûna wêje ji cemawerê gelêrî ve têkildar bû. HAWARê bi her du zaravên kurmancî, ya başûr û ya Bakur, berhemên helbesta kilasîk û ya hemdem, û berhemên zargotinê weşandine, û şirove û lêkolînên wêjeyî jî belav kirine, û hinek pirsgirêkên çandî yên curbecur jî gengeşe kirine(1).
Gelo mirov dikare bêje ku xwediyê van boçûnan HAWAR nexwediye?!. Her weha HAWAR şûna xwe di pitrûka berêz Cemal xeznedar de “ Raberî rojnamegerî kurdî “ ku sala 1973yê li Bexdayê çap bûye, û di ya berêz Prof. Dr. Kemal Mezher Ehmed “ Têgeyiştinî rastî û şuênî le rojnamegerî kurdî da “ ku sala 1978 ê li Baxdayê çap bûye de dibîne.
Dengvedana HAWARê û xwediyê wê sînorên Kurdistanê derbas dike, û Prof. Dr. Qenatê Kurdo li Sovyetistana berê bendekê li ser wê dinivisîne (2), û berêz Yûsiv Melek warekî kesayetiya Celadet Bedirxan di pirtûka xwe bi zimanê erebî de weha wî dinerxîne: “ Firansizan li Sûriyê destê arîkariyê nîşan dan, lê ew razî nebû, Îranê şûnkarê wezîrê raspêrî li welatekî ewrupî danê, ew razî nebû, karbidestên tirkan pileyine bilind jê re xuya kirin, ew razî nebû, ew razî nebû xwe girêdayî bibîne, bi serbestî ew jiyana xwe terxanî doza Kurdan dike”(3).
Hevkarê me Dr. Ebdilmecîd Şêxo gotarekê li ser rojnamegeriya kurdî li Sûriyê, di kovara “PIRS” de diweşîne, HAWAR û xwediyê wê cihên xwe di wê de distînin. Xwediyê gotarê di penava nivîsîn û nivîskarên HAWARê de weha diçe, ku …Rûpelên HAWARê bi pênûsên rewşenbîrên kurdperwer, wek Dr. Kamiran Bedirxan, Osman Sebrî, Qedrî Can, Cegerxwîn, Ebdela Goran, Tewfîq Wehbî; Dr Nûredîn Zaza, Ehmed Namî, Reşîdê Kurd û h.w.d. xemilandî ne, lê helbestê di sîngê hejmarên kovarê de cihê xwe standibû.187 helbestan bi xamên 50 ristevanî, û ji hemî beşên Kurdistanê tê de hatine belavkirin (4).
Xwediyê vê gotarê jî rola HAWARê di pêvajowa helbesta kurdî de li Sûriyê diyar dike, ku ewê gelek helbestvan pêşkêşî civaka kurdî kirin, ku dengvedan wan heya îro jî zîndîrtiya xwe diparêze, û weha diçe, ku HAWARê helbestvanek pêşkêşî Kurdan kir, ger helbestên wî di destên helbestvanên îro de peyda bibana, helbesta kurdî wê karîba , di bin babdûra wî de, pêşveçûneke berçav bidîta. Ew hebestvan jî Qedrî Can e(5).
Her weha Dr. Kamiran Bêkes jî gotarekê dinivisîne, tê de rola HAWARê û xwedî û sernûserê wê Celadet Bedirxan di çand, rojnamegerî, û hişyariya netewî de diyar dike, û dibêje: Bê guman pay, nirx, û rûmeta HAWARê di dilê her Kurdekî de gelekî berz û bilind e. Çi gavê yek bixwaze li ser rojnamegeriya kurdî vekolînekê bike, yan tiştekî binivîse, helbet HAWAR ciyekî sereke û taybet di wê lêkolîn an nivîsarê de distîne. Çunkê, bi rastî HAWAR ne tenê kovareke kurdî bû, ew dibistaneke giştî ye kurdî bû jî. Belê, dibistaneke giştî bû ji bo belavkirin û hînkirina hêmanên kurbûnê yên sereke: Ziman, çand, folkilor, tore, dîrok, erdnîgarî û h.w.d(6).
Ez bawer im, ku evan rûmetdaran, û hinên din wek Sadiq Behadîn û Mihemed Uzun û yên mayîn, ku me nerînên wan di lêkolîn û xebatên wan de hêştine, ne ji xwe berê ev helwestan di tenga HAWARê û xwediyê wê re girtinê, belê ev nerîn û boçûnan encamên mijûliyên dûr û dirêj in bi HAWARê re. Ewana xwe westandine, ji bo van nerînan cefayên mezin dane, bi rojan û şevan rûpelên HAWARê tev dane, di xêzên wan rûpelan re çûne û hatine, heya gîhane van baweriyên, ku mirov nikare li bazarên baziganiyê belaş bi dest xîne, da belaş jî raghîne.
Rewşebîr û lêkolînerên Kurdan HAWAR û xwediyê wê naskiribûn, ku hinekan ji wan dîsan cefayên giran dan, û lêçûnên çapkirinê ji qirikên zarokên xwe girtin, û HAWAR careke din çapkirin, wek çawa her du rehmelêyan Hemreş Reşo hejmarên 24-57 careke din sala 1976ê li Elmanyayê, û Mihemed Bekir hejmanên 1- 9 sala 1987 li Siwêdê, û berêz Firat Cewerî hemî hejmar sala 1998ê li Siwêdê çap kirine.
Her yekî ji wan karê xwe bi gotarekê pêskêş kiriye, nerx û paya wê kovarê, û cefayên, ku di ber van karên xwe de dane, diyar kirin. Teqez nerxandina wan rêzdaran encama xwedin û têgihîştina kovarê ye. Pêre jî ewana cefayên kesên din, li gor dilsozî û pêdiviyên zanistî, zor bilind nerxadine, wek çawa em dibînin, ku berêz Firat Cewerî cefayê rehmelê Hemreş Reşo dinerxîne, gava dibêje: Niha, gava ez rûpelên HAWARê di ser hev re diqulipînim, ez têdigihîjim ku Mîrza Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina HAWARê zehmetiyeke çawan kişandiye; karekî çiqas baş û pîroz kiriye. Ez bawer dikim, ger ne ji vê fikir û xebata Hemreş Reşo bûya, wê HAWAR bi tenê di arşîv û pirtûkxaneyên hin entelektuelên Kurdan de bima, û wê nivşek ji xwendina HAWARê bêpar bima. Bêparmayina vî nivşî, wê di warê zimên de gelek serêşî bi xwe re bianîna. Hemreş Reşo bi jinûveçapkirina HAWARê, hem HAWAR ji mirinê û jibîkirinê parastiye, hem ew gîhandiye nivşekî, hem jî rê li ber berberî û nelihevkirinên zimanê kurdî girtiye“(7).
Bi rastî, eger mirov hemî quncik û goşeyan vekole, dê gelek nerîn û boçûnên xemxwerên çanda Kurdan, bi taybetî jî ya HAWARê û xwediyê wê, bibîne, û dê aşkere bête xuyakirin, ku ew boçûn û nerxandinên paye bilind encamên çefayên giran, yên wan rûmetdaran di ber mijûliya bi HAWARê re dabûn, de bûn.
Lê nerxandina HAWARê û cefa û çanda xwedî û sernûserê wê, li ba xemxwerên çand û wêjeya kurdî, ne tenê di navbera gotarên wan yên curbecur re têne xuyakirin, belê bi ser de jî hinekan ji wan pirtûk û karên xweser û dûr û dirêj terxanî HAWARê û xwediyê wê kirine.
Yek ji wan rêzdar Dr. Husên Hebeş e, ku sala 1982yê lêkolîneke berfireh bi zimanê rûsî li ser HAWARê dafirîne, û sala 1983yê pileya zanistî; doktor ( Ph. D) li zanîngeha Mosko pê werdigire. Yê din jî rêzdar Konê Reş e.
Konê Reş sala 1992yê pirtûkekê di bin sernavê(Mîr Celadet Bedirxan; jiyan û ramana wî )de, bi zimanê erebî, li Şamê çap dike. Li gor agahiyên me jî wî wergiritine, ew dibêje, ku wî berî pêşî ev pirtûk bi zimanê kurdî amade kiriye ( bê ku sala nivisandina wê bi kurdî diyar bike), lê ji ber mercên dijwar nikariyê wê çap bike. Gava heyam lê tê, ku ev pirtûk bi zimanê çap bibe, ew, bi alîkariya du dostên xwe, wê destnivîsê werdigerîne bo zimanê erebî, û sala 1992yê li Şamê çap dike.


Ev pirtûk ji pêşogtinê û sê biran pêk tê; di birê yekemîn de mîrên Botanê û jiyana wan dipelîne, û birê duhemîn terxanî Mîr Emîn Alî Bedirxan dike, û yê sêyemîn jî ji mîr Celadet Bedirxan û jiyan û ramana wî û bîra qederê re dihêle. Lê di pey wê re, ev pirtûkê sala 1997ê li Stockholm/Siwêd bi zimanê kurdî tê çapkirin, da xwendevanên Kurd yên zimanê erebî nizanin, ji wê bêpar nemînin.

Mixabin, ne ev pirtûk li ba min, li vî welatî, peyda nabe, da karibim naveroka wê ji hevkar û xwendevanan re pêşkêş bikim, lê berhema rêzdar Dr. Husên Hebeş li ba min heye. Ev berhem dikare bersivên hemî pirsên, ku rêzdar Dr. Î. S. Aydogan lê digere, bide. Bila ev yeka jî para pişka duhemîna ya vê gotarê.
ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ
Jêder :
(1) Biner malpera Newroz: Rojnamegeriya kurdî, bi zimanê erebî. Ji ber wê wergerê hatiya girtin.
(2) Biner: Dr. Husên Hebeş: Raperîna çanda kurdî di kovara Hawarê de. Çapa yekemîm, belavgeha Hogir, Boon 1996, rû 10.
(3) Biner: Jêdera berê, rû 42. Ji pirtûka „ Fî zîkra el-emîr Celadet Bedirxan 1897-1951“ ya Y. Melek, ku dîrok û cihê çapê ne diyar in, werdigire.
(4) Dr P. Berwarî ( Dr Ebdilmecîd Şêxo: Pêşveçûna bizava çapemeniya kurdî li Sûriyê, yên bi zimanê kurdî. Kovara Pirs, hej 14, sal 6, Havîn 1998z, 2610k.rû 6.
(5) Heyderê Omer: Helbesta kurdî li Sûriyê. Nûdem hej17, sal 1996, 11.
(6) Dr. Kamiran Bêkes: Mêjû û rewşa rojnamegeriya kurdî li Kurdistana Rojava. Kovara Pênûs, hej 10,bûhar 2002, rû 9.
(7) Firat Cewerî: HAWAR, cild 1, weşanên NÛDEM 34, çapa yekemîn, Stockholm, sala 1998, rû 15.
 

     
  Heyder Omer