Keko!.. Min bibor
07.05.2008
Mehmed !…
 Wusa, bê xatirxwastin, tu çûyî !..
Nizanim, gelo ji hevxatirxwatina me ya beriya şeş salan, sê heyvan û şanzde rojan, dê şûna xatirxwastina dawî, ya bê veger, bê hevdîtineke din bigire ?!.. Ez bawer im, na, nikare şûna wê bigire.
Mehmed !..
Di dirêjiya van şeş salan, sê heyvan û şanzde rojan de, tu, bavê me, bira yê me Reşît û xwîşkên me her roj, her dem li ber çavên min bûn. Her ku te telefonî min dikir, an min telefonî te dikir, pirsa te tenê yek bû, her car te dubare dikir: "Keko!.. Tê kînga bê. Min bîriya te kiriye." Min jî her car derew li te dikir û digot: Nêzîk ez têm, xemgîn nebe, ezê bêm, û dîsan, wek çawa gava ez biçûk bûm, min xwe davête hembêza te, min fehesa xwe di wê hembêza germ de didît, ez nêzîk têm, û dîsan xwe davêjim hembêza te. Min jî bîriya te û hembêza te kiriye.
Bi vê hêviya ber-avêtî min dilê te hênik dikir, lê min dizanî û belkî te jî dizanîbû, ku ez derewan dikim. Dawiya nêzîkiya, ku dibêjim, hîna ne xuya ye. Ne bi destên min e, û ne bi destên te ye, ku karibin wê dawiyê bînin.
 Tevî vê derewa, ku min li te dikir jî, ez ji ya xwe nedimam, her ku te pirsdikir, min derewa xwe dubare dikir. Lê min nedizanî ku wusa rojekê tê bê xatirxwastin, bê ku min careke din, mîna kurikekî xwe, hembêz bikî, tê herî, û ez dê li van welatan bi hesreta dîtina te bimînim..
Beriya heyvekê, gava te du-sê rojan, li dû hev li telefonê dida, û tu bi germî li rewş û pergala min û zar û zîçên min dipirsî, hîngê tirkînî bi dilê min ket, lê min ev hizra reşbîn ji heşê xwe davêt, çiku her min digot tu çawayî, tendurista te çawa ye, te digote min: Ez baş im, ez hîna xurt im, ez bendewarê hatina te me.
Lê min nedizanî, ji bo xatirê rihatiya min, tu jî derewan li min dikî, bi ser de jî nahêlî, ne xanima te, û ne jî kurikên te, min agahdar bikin, û bêjine min, bavê me, birayê te haziriya koça dawî dike.
Hevpyevîna dawî beriya çar rojan bû, li ser nivîna nexweşxaneya Endelus li bajarê Heleb. Dîsan te got: Keko tu nehatî. Va ye hesreta dîtina te bi xwe re dibim gorê. Dîsan min derew kir û gote te; xemgîn nebe, ez dê bêm. Lê awayê dengê te digote min; ev hevpyevîna dawî ye.
Vê sibehê, katijmêr pênc bû, zengilê telefona min lêda, û rastiya, ku me her duwan vedişart, bi ser min de barand.
Mehmed!..
Raste. Dinya ji kesî re namîne, ev rê jî ya hemî zindiya ye. Lê tevî ku vê yekê dizanim, nikarim loman ji xwe nekim, ku di wan deh rojên nexwaşiyê de, ne li ber serê te bûm. Gelo tê min biborî?!..
 Ez dizanim, ku tê min biborî, ji ber ku dizanim dilê te çiqas fereh bû, ku ne şûna min tenê tê de bû, belê em hemî xwişk, bira û zar û zîçên me, û zarokên gundê me tê de hilhatibûn. Lewre jî gava, berî koçkirina dawî, te çavên xwe vekirin, û hemî xwîşk û bira li derdora xwe dîtin, lê ez ne di nav wan de bûm, te destê xwe bi ber wêneyê min, ê ku bi dîwarê oda te de daleqandî bû, dirêj kir, gava wêne ji te re danîn, û dane dest te, te ew ramûsa, û hembêz kir, û rondikên te barîn, û pêre jî tu ketî xewa dawî..Gelo hîngê tu pê hay bû, ku min derew li te dikir?!.Hîngê tu pê hay bû, ku nema em hevdu dibînin, û te bi wî awayî xatirê xwe ji birayê dûr; kurê dûr xwast?!..
Mehmed!..
Belê.. tu ne tenê bira bû.. Tu bavê min bû jî.
Wek çawa min rojekê ji bîra nekiriye, dîsan îro hate bîra min; dema ez biçûk bûn, diçûm dibistana gundê Kotana, ku ji gundê de dûr bû, ewî geliyê, ku li ser riya me bû, û her tim rojên havînê ziwa bû, lê çiqas xeyda, ku ji ber wê ziwabûnê di xwe de dicivand, rojên zivistanê diyar dikir, û riya me zarokan digirt. Hîngê, di wan rojên sar de, tu jî sibehê bi me zarokan re, bi rê diket, û seba xatirê min, tevî ku tu ewqas ne mezin bû, tu nozde salî bû, te em hemî zarokên heft-heşt salî, yeko yeko, li milê xwe dikirin, û di avê re derbas dikirin.. Hîngê ji bo hemî zarokên gundê me, ku diçûne dibistanê, tu bûbû bavekî biçûk. Lewre gundiyên me hemiyan, nemaze jî nifşê min, dê û bavên wan rêza te digirtin..
Dîsan tê bîra min, rojekê heyam gelekî sar bû, te deh zarok di ava wî gelî re derbas kirin, lê tu nexweş ketî, te tayeke giran wergirt. Hîngê gundiyekî me got: Ma dê çi biba, bila îro jî zarok neçûbana dibistanê. Te got: Me pirên xortên gund dest ji xwendinê bera da, me nizanîbû em çi tînin serên xwe, a me bi serên xwe kir, bila bi serên van jî netê..Ji wê rojê de, her ku ditengijîm, min tu li kêleka xwe didît, û tevî ku bûm bavê sê zarokan, dîsan jî, gava te destê xwe di ser serê min re dibir û tanî, bêhna min fereh dibû..
 Lê va ye îro tu çûyî, çûyîna bê veger, û min nikarîbû te bibînim. Keko..tê min biborî?!.

Elmaniya 06. 12. 2005
Birayê te; kurê te
Heyder Ome
-------------------------------------------------------------
Reşît!..Ez çavdêrê lêborîna te me jî.

Reşît, keko!… Tu jî bê xatirxwastin çû.
Beriya salekê, piştî ku tu ji nexaşxaneyê bi derket bi sê rojan te li telefona min da, û te bi dilê rihet gote min : Keko !.. xwe rihet bike, vaye ez vegeriyam malê, û a niha jî li ser piyan rawestîme bi te re daxifim. Dilê min gelekî sax e.
Min jî gote te: Keko!.. Bi rastî ev dengê te yê xwaş min rihet dike, lê tevî wê jî divê te her dem hay ji xwe hebe.
Lê ne te û ne min, me nizanîbû, ku feleka bê bext, ji bo xatirê bavê me yê hîngê nesax bû, keysek daye te, da tu li ber destên wî şûna min û birayê me Mehmed dagire.
Ji wê rojê de me her duwan dest bi derwan kir, te digote min ez gelekî rihet im, nema dilê min dêşê, tenê dixwazim tu carekê bê, ku te bibînim, min bîriya te kiriye. Û min jî wek çawa derew li birayê me Mehmed dikir, li te jî dikir, û digote te roja hevdîtinê nêzîk bûye.
Telefona min a dawî, ku beriya deh rojan bû, dîsan te pirsa xwe dubare kir, û min derewa xwe domand.
Lê wek ku tê gotin, benê derewan kurt e, telefona vê rojê 06. 05. 2008, katijmêr li 5ê sibehê ez ji xewna derewan şiyar kirim, û rastiya tehl, ku em her du jî jê direviyan, da ber çavên min, û degekî xemgîn û tevde şîn li guhê kurê min Jan xist, ku te jî da pey bavo û birayê me Mehmed. Kurê min Jan jî bi kelegirî ez şiyar kirim, û gote min: Bavo şiyar be, vaye amê min Reşît jî da pey bavê kal û amê min Mehmed!..
Gelo ev çi soz bû! Beriya du salan û pênc mehan, dîsan ev dem bû, katijmêr li 5ê sibehê,bihîstoka telefonê nûçeya koçbarkirina birayê min ê mezin gîhande min.
Reşît!..Keko!.. Ma tu û Mehmed li gel hev du sozdar bûn?!.
Reşît...
Tu jî çû, û ez jî bi hesreta dîtina we mam. Her ku min carekê telefon dikir, min bêhna xwe bi dengê te re dikir der, lê vaye tû jî çû. Çûyîna te ew taqa teng, ku min bêhna xwe tê re dikir der, li pêş min girt, û zîndana hâvûbûnê li min tengtir û tarîtir kir. Nema di telefonê re careke din bêjim bavo, keko. Hûn her sê jî çûn, we ez bê bav û bê bira bi şûn xwe de hêştim. Hûn dizanin rastiya vê yekê çiqas tehl û dijwar e ?! Hûn dizanin çûyîna we ya bê xatirxwasitn û bê hevdîtin çiqas giran e ?!
Reşît !..
Tê bîra te, gava beriya şanzde salan diya me li mala min li Helebê çû ser dilovaniya xweda, tu jî di wê kêlîkê de ne li ber serê wê bû, te her tim digot xwazî wê şevê jî ez neçûbama malê, qenê minê nerîna diya xwe ya dawî bidîta, belkî temiyek li min bikira !. Tevî ku tu jî li gel me bi termê dayê re bi rêket, lê hevnedîtina dawî bi te giran bû.
Vaye di van du salan pênc mehan de hûn yeko yeko li pey hev diçin, û hezarên kîlometran ji we dûr im, ne we dibînim, ne bi termên we re bi rêdikevim, û ne jî rondikeke min axa, ku hûn bi bin ve dibin, av dide. Eger ta dawiya temenê mayî we bilorînim, gelo kesek dê loman ji min bike?!.
Belêê… Keko, Reşît!..
Feleka bê bext û havîbûna zorker dest dane hev, xeleka teng û tarî li dora min gerandin, ez ji we birim, û hûn ji min birin. Ez sêwî, bê dê, bê bav û bê bira, û deyndarê wefadariya we li van kolanên biynistanê hêştim.
Reşît!…
Ez nabêjim oxir be, ji ber ku dizanim veger nîne, lê hêviya min ji xweda ew e, ku we di sîbera dilovaniya xwe de cîwar bike, û ji we jî hêvîdar û lavakar im, ku hûn; tu, bavo û kekê me Mehmed min biborin, hûn jî dizanin, ku dûrketina min ji we ne bi destên min bû.
Silv li giyanên we; te, dê, bav û bira.
Elmaniya 06.05.2008
Birayê te yê bextreş
Heyder Omer
     
  Heyder Omer