HAWAR û xwediyê wê nehatine naskirin?!
2 / 2
Her kesek ji xwe de dest pê dike!
(Ev gotar ji bo 75saliya HAWARê diyarî ye )


- Lêgerînên zanistî di hundirên malan de nabin, pirtûkxaneyên navend û mezin şûna xebatên vî cureyê nivîsînê ye.
- Rewşa Kurdan awarte ye, haya lêgervanên wan ji hevdu nîne.
- Eger biryarên dawî, di vê rewşa awarte de, bêne girtin, dê ziyana mezin û lekeyên giran bigihînin lêgerînan, û dê lêgervanan sûcdar, û hin caran jî pozbilind bidine xuyakirin.
- Pozbilindî û zanistî li hevdu nakin, li hevdu nabanin, nikarin bi hevdu re bijîn.
- lêgervanên, ku piştan di pêşiya xwe yalkin, dê rojekê pê hay bibin, ku ewana ti tişên nû diyar nekirine, lê her tim boçûnên mayîn cûtine û dubare kirine.
 

- 1 -
HAWAR beriya demeke dûr û dirêj bala rêzdar Husên Hebeş, wek çawa bala pirên din kişandiye, dikêşe, pêre jî ew dikeve nav deryaya wê, quncik û goşeyên wê tev dide, rojan û şevan bi wê re gengeşeyan dike, û lêkolîneke ber fireh, bi serkariya Prof. Dr. Qenatê Kurdo, yê navdar sala 1982yê bi zimanê rûsî li ser wê dafirîne, û sala 1983yê li Zanîngeha Moskova, li fakultêta rojnamevaniyê pileya zanistî; doktor (ph. D) fîlosofî di zanistiya fîlologî de, pê werdigire.
Hevpîşeyê me yê hêja Kurdux (Dr. Ebdilmecîd Şêxo),ku wê hîngê li Sovyetistana berê dixwend, gotarekê li ser vê xebatê bi sernavê Di nav dîroka edebiyata kurdî rola HAWARê dinivisîne, sala 1984ê di hejmareke kovara Roja nû de li Siwêdê belav dike(1).
Ev lêkolîn 12 salan weha bi zimanê rûsî dimîne, ta gava keys lê tê, xwediyê wê, sala 1995ê, wê bo zimanê kurdî werdigerîne, hinek çalakiyên, ku di van duwanzde salan de derketinê holê, bi ser ve dike, û sala 1996ê li bajarê Bonn/Elmanya, li belavgeha Hogir, di bin servanê Raperîna çanda kurdî di kovara HAWARê de, çap dike. Ev pirtûk cara duhemîn sala 1999ê, bi pêşgotina rêzdar Dr. Ebdilmecîd Şêxo, li Sûriyê bi nihênî çap dibe, û niha jî ji bo çapa sisiyê tê amadekirin.
Qulafetê vê pirtûkê navend e (22/14), û 254 rûpelên wê hene. Ew ji pêşgotinê û sê pişkan pêk hatiye. Dener di pêşgotinê de çavên xwe li nav dîroka çapemeniyê digerîne, li ba her kesên tiştek di vê mijarê de nivisandiye bi kurtahî radiweste. Di dû re jî du sedemên, ku ew ber bi HAWARê de kêşane, diyar dike, û weha dibêje:


Yekemîn, metêryalên Hawarê jêderine ecêb dewlemen, pir alî û balkêş in, eger mirov lê bikole, wê tenga pêşketina hişiyariya civakî ya gelê kurd di salên sî û cêlî de ji vê sedsalê tê bigîhne, wê bi kûranî di nav kêşeyên siyasî, civakî û yên lîtêretûrî wê serdemê keve. Ew yeka jî derîvekirnek e bona têgihêştina jiyana civakî û giyanî a hevdem ya Kurdistanê.
Duhemîn, li gor raya min divê lêgerîneke taybet û kamax li ser Hawar bê kirin, ji ber ku di derxistina wê de piraniya kesên çalak di tevgera şoreşgerî, dêmokratî ya gelê hurd de pişkdarbûn û tevkariya wan hêşt ku guhartinên pêşverû, siyasî û çandî di civata kurdî de, di van salên derbas bûyine de, bibin. Herweha ew kêşeyên rewşenbîrên kurd di nav rûpelên Hawarê de pêşkêş kirine, ta serdema me jî bi tevahî hîn aktuêl in.(2)
Xuya ye, ku ev boçûnan ji xwe berê nehatine gotin, belê ewana encama têgihîştina vê kovara payebilind e.
Daner, di dû vê yekê re, li ba her kesên, ku beriya wî, û ta roja amadekirina vê çapa kurdî, tiştek li ser HAWARê nivisandine radiweste, û di pey wê re jî xebatên lêgervanên, ku lêgerînên wan li gel metodiya ( rêbaz ) lêgerîna wî têkildar in, dinavîne.
Lêkolîner bi vî awayê zanistî riya xwe dûz dike, û derbas pişka yekemîn ya lêgerîna xwe dibe,û cihê Hawarê di dîroka rojnamegeriya kurdî de diplîne. Ew di vê pişkê de, mêjûya rojnamegeriya kurdî ta derketina HAWARê, bi kurtahî dipelîne, û li ba mercên dîrokî û derketina kovarê, pêwendiyên wê bi orgenên çapemeniya kurdî û xwendevanên wê re, û HAWAR wek dengê rewşenbîrên Kurdistanê yên demikrat, radiweste, û van mijaran bi awayê fireh gengeşe dike, bê ku danasîna hinek nivîsevanên HAWARê, wek xwedî û sernûserê wê; C. Bedirxan, K. Bedirxan, Cegerxwîn, Osman Sebrî, Qedrîcan, Qedrî Cemîl Paşa, Nûredîn Ûsif, (Dr. N. Zaza ) û Roger Lescot ji bîra bike.
Daner pişka duhemîn weha dinavîne: Çalakiyên çandî funksiyona serekî ye ji kovara Hawarê re. Daner di vê pişkê de van babetên, ku HAWAR pê mijûl dibû, gengeşe dike;Jina kurd, dîroka kurd, dengvedana bûyerên cenga cihanî ya duhemîn, serçavên êtnografî, pirsa olan, Celadet Bedirxan wek hîmdarê elfabeya kurdî, Hawar û pirsa yekîtiya zimanê kurdî. Di dû re jî ew vê pişkê bi taybetiyên stîl û zimên di Hawarê bi dawî tîne.
Lêgervan pişka sêhemîn terxanî warê wêjevanî dike. Mirov dikarê vê pişkê bi ser du beşan de parve bike; di beşê yekemîn de, lêgervan rola HAWARê di pêşvebirina wêjeya kurdî de dipelîn, û li ba metiryalên, ku li ser dîroka lîtêretûra kurdî, ku di hejmarên kovarê de ne, radiweste, û di dû re jî weşanên wejeyî, yên di HAWARê de, gengeşe dike. Ew wan weşanan bi ser sê celeban de parve dike; helbest, pexşan û dirama, naverokên hinekan ji wan numa dike, û nerînên xwe ti tenga wan re dibêje. Piştî ku, di mijara helbestê de, li ba gelek helbesvanên, ku berhemên xwe di HAWARê de hatine weşandin, radiweste, helbesta „ Loriya Bedirxaniyan“ an jî „ Delaliya zarokan“ ya mîr Emîn Alî Bedirxan sala 1906ê nivisandiye, û di hejmara 5ê de belav bûye, bala wî dikşîne. Vê lomê ew wê bi awayê fireh şirove dike, û nerînên xwe li ser naverok û avahiya wê diyar dike(3), û vî beşê vê pişkê bi têkiladriya HAWARê li gel folklora kurdî bi dawî tîne.
Beşê din yê vê pişkê terxanî aferînên xwediyê HAWARê ye; lêgervan sê mijaran tê de tev dide; C. Bedirxan wek zimanzan, C. Bedirxan wek şaîr (helbestvan) û wergervan, û C. Bedirxan wek dîroknivîs, û van her sê waran di navbera berhemên wî re dipelîne û gengeşe dike.
Di babeta helbestê de, helbesta C. Bedirxan „ Bilûra min“ ku bi navê Seydayê Gerok di hejmara 32yê de belav bûye, bala wî pir dikşîne, vê lomê bi dirêjahî li ba wê dimîne(4).
Bi vî awayî, lêgervan digihîne dawiya lêgerîna xwe, û di paşgotinê de encamên vê xebata payebilind diyar dike.
Her weha lêgervan du paşbendan li dawiya vî karê hêja dinivisîne, di benda yekemînde, bi kurtahî, li ser kovar û rojnameyên kurdî, ku di pey HAWARê re, ta dawiya salên heftê, yên çerxa borî, derçûne, dipeyive, û pirên wan dide nasîn(5). Lê paşbenda duhemîn ji bo helbestvanê mezin û navdar Cegerxwîn terxandî ye(6).
Lêgervan, li gor usûl û pêdiviyên lêgerîna zanistî, lîşteya sê rêberan bi dawiya lêgerîna xwe ve dixîne; yek rêberê jêderên kurdî ye, û yek jî yê navan e, ku rûpelên her navek tê de ye, li kêlek wî navî diçespîne, û yê sisiyê jî rêberê jêderên kêrhatî ne, bi her du zimanên rûsî û erebî.
-2-
Tevî ku mirov nikare bêje,ku ev yekemîn car e li ser HAWARê û metiryalên wê tê nivisandin, lê bi baweriya me, ev lêgerîn, heya îro, ya yekemîn e, ku bi vî awayê fireh û zanistî, rûpel û hundirê HAWARê tevdaye, û pêre mijûl bûye, lewre jî dê ji bo lêkolînerên HAWARê, bi taybetî, û yên çapemenî û wêjeya kurdî, bi gelemperî gelekî sudar be.
Ji ber hindê em dikarin weha biçin, ku eger rêzdar Dr. Î. S. Aydogan hema hinek cefa daba xwe, û pêşiya xwe baş bineriya, dê bersivên gelek pirsên, ku serê wî dêşînin, di vê lêgerînê de bidîtana, lê em çi bikim, belkî ev jî qedera me Kurda ye, ku kesek kesê din li pêş xwe nabîne, û di her warî de hema ji xwe de dest pê dike!
Rêzdar Dr. Î. S. Aydogan di axiftina xwe de,ku di çaremîn konferansa Bedirxaniyan de gotibû, weha diçe, tevî ku gelek kesan xwe bi HAWARê û xwediyê wê re mijûlkirine, lê mixabin hîna jî, ne di wê kovarê, ne jî di xwediyê wê, negihîştine.
Berî pêşî, wek çawa me di beşê yekemîn yê vê gotarê de gotibû, ev nerîn û biryar gelekî giran e, û gava ji hêla kesekî ekadîmîker der tê, girantir dibe, lê gava biryareke welê, bê bingehên zanistî û bê jêder û çavkaniyên berbiçav, bête wergirtin, hîngê ew sînorên giraniyê derbas dike, û dibe talankirin û berbakirin; ango cefa û bermayên xelkên çalak talan û ber ba dike.
Ez bawer im, xwediyê vê biryarê jî bi giranî, û nehişmendiya wê hestedar bû, ji ber vê jî di axiftina xwe du caran ev wate dubare kir: Bila kesek nebêje ez hêrişî wî dikim, an jî bila li dilê kesekî giran nebe,ku ez van boçûnan diyar dikim.
Da ku berêz Dr. Î. S. Aydoxan ji bo biryara xwe ya talanê û berbakirinê stûn û deyaxan deyne, ji sînorên zanistî û ekadîmî bi der dikeve, û xwe naspêre jêderan, tenê xwe dispêre karîn û têgihîştina xwe, û weha diçe, ku hemî kesên dibêjin me HAWAR xwendiye, û ew û xwediyê wê naskirine, şaş diçin, û ji rastiya nezanîna xwe direvin. Pêre jî sê xalan ji bo meyandina vê boçûna xwe dilivîne.
Yekemîn xal ji wan her sêyan ew e, ku lêgervan li ser sala jidayikbûna C. Bedirxan li hev nakin, û her sê salên 1893, 1894,1897, ku ewana dubare dikin, nîşan dike, lê bi xwe jî saleke din diyar nake, ango şaşîtiya, ku ew li ba kesên din dibîne, serast nake, belê di cih de dihêle. Nizan im çima.
Tevî ku em jî dizanin sînorkirina salekê ji wan dê baştir be, lê em dikarin bêjin, ku nediyarbûna wê sala, ku C. B. tê de çavên xwe li dinyayê yekemîn car vekirin, ziyanê nagihîne têgihîştina wî û çand û wêjeya wî, nemaze jî em dibînin, ku her sê sal ji hevdu ve gelekî nêzîk in, û her duwên pêşî ji di bin milên hevdu de ne.
Lê tevî vê yekê, ka em xwe bidin kêlek rêzdarî, û bêjin, na bi xwedê, lêgervanê, ku di ser vê salê re derbas be, wê nîşan û sînor neke, rastiyê bi paş pişta xwe de davêje, vê lomê karê wî dê ji ber kêmasiyên giran binale.Eger em weha biçin, pirsa ku dê berî pêşî xwe li rêzdar Dr. Î. S. Aydogan bigire, bersivê ji wî bixwaze ew e, ku ka gelo we,di axiftina xwe de, kîjan sal teqez kiriye?!.
Ev diyarde; ango diyarkirina sala jidayikbûna gelek keşayetiyên dîrokî li ba gelek lêgervanan me, wek çawa li nik lêgervanên miletên mayîn jî, bûye mijara gelek guftuguwan, her weha jêderên, ku mirov di wan de li wê sala bigere jî gelek in, her lêgervanek li gor jîrekiya xwe wan jêderan bi dest dixîne, lê jêdera herî giring û watedar bermayên wî kesayetiya, ku mijara lêgerînê ye, berhem û nivîsînên wî kesê, ku sala jidayikbûna wî tê pelandin e.
Wek nimûne, gelek cudahî, di tenga sala jidayikbûna helbestvanê gewre, pêşengê ramana netewa kurd Ehmedê Xanî, li ba lêgervanên jiyan, wêje û ramana wî hatin diyar kirin, hin caran jî salên, ku ji hevdu dûr û dirêj in, xuya bûn. Lê gava lêgervanan berên xwe dan berhemên wî, dîtin ku Xanî bi xwe ew sal diyar kiriye, û rê li pêş wan cudahiyan girtiyê, ji ber ku di MEM û ZÎNê de weha gotiye:
Lewre dema ji xeyb fek bû,
tarîx hezar û şêst û yekû.(7)
Her weha lêgervanan sala jidayikbûna Feqê Tîran jî ji nav helbestên wî derxistine. Dêmek em dikarin bêjin, ku eger rêzdar Dr. Î. S. Aydogan şopa lêgervanan bigirta, û xwe bi berhemên xwediyê HAWARê re mijûlkiriba dê bi hêsanî sala jidayikbûna C. B di gotara wî de „ Were dotmam „ ku di hejmara 26ê ya HAWARê de hahitya weşnadin, bitîta, û dê di axiftina xwe de baniya zimên.
Yekemîn car e, Dr. Husên Hebeş, bi vî awayê zanistî û ekadîmî, wê salê di vê lêkolîna xwe, diyar dike(8).
Rêzdar Dr. Î. S. Aydogan, bi vê kira xwe du caran şaşîtiyan dike ; carekê bê ku derdora babeta xwe vekole, ka çi ji beriya wî li ser wê hatiye gotin, gotinên xwe wek rastiyê pêşkêş dike, û cara din jî, nenîşankirina vê xalê di axifitina wî de du tişatan diçespîne, yek ji wan dide xuyakirin, ku wî HAWAR bi tevayî nexwendiye, û yê din jî ew e, ku wî rêza beşdar, guhdar û lêkolîneran negirtiye, û hema ji xwe de dest pê kiriye.
Xala duhemîn, ku rêzdar Dr. Î. S. Aydogan dilivîne ew e, ku C. B. di jiyana xwe ya rojnamegerî û wêjeyî de gelek nav li xwe kirine, lêgervanan tenê 11 nav diyar kirine, lê wî 35 navên C. B ji ber berhemên wî girtine, û helbesta wî „ Bilûra min“ ku di hejmara 32yê ya HAWARê de bi navê Seydayê Gerok belav bûye, wek nimûne nîşan dike, û weha diç, ku kesên vî navî wek navekî C. B. dizanin gelekî kêmin, lê heya îro kesekî ev nav di lêkolînên xwe de wek ku navekî wî ye, neçespandiye.
Dîsan ew li vir di kêlek rastiyê re derbas dibe, û wê nabîne, lê tûrikê wî dîsan vala xuya dibe,û
gunehkariyê du caran hem li xwe û hem li lêgervanên mayîn dike; carekê di tenga navên C. B. ku dibêje lêgervanan tenê 11 nîşan kirine, lê nizane ku 19 navên, ku C. B li xwe kirine, li ba lêgervanan diyar bûne (9).
Di tenga helbesta Bilûra min re, Dr. H. Hebeş beriya wî ev helbest bi ser bermayên C. B de hejmartiye, û wek me li jor diyarkiribû, ewî ev helbest bi awayê fireh şirove kiriyê(10).Dîsan ev yeka lawaziya pirtûkxane û agahiyên rêzdar Dr.I. S. Aydogan teqez dike.
Xala sêhemîn, ku bala rêzdar Dr. Î. S. Aydogan dikşîne, çavkaniyên HAWARê ye, û weha diçe, ku kesekî beriya wî ev xal nelivandiye. Lê dîsan lawaziya agahiyên xwe diçespîne, û nizane, ku rêzdar Dr. H. Hebeş beriya wî bi 25 salan ev xal di lêgerîna xwe nîşankiriye, û daye xuyakirin çawa C. B. bi xwe bandûra Xanî li ser xwe, û li ser HAWARê, di gotara xwe Heyîneke yeksalî de, ku di hejmara 20ê ya HAWARê de weşandiye, diyar dike(11).
Her weha rêzdar Dr. H. Hebeş tiliya xwe dide ser gelek xalên, ku di HAWARê de balkêş in, û hîna ji kesekî ve ne xuyan e; yek ji wan xalan warê wegerê ye, ku yekemîn care dide xuyakirin, ku HAWAR pêşengiya wergera helbesta Ewrupî bo zimanê kurdî distîne(12).
Her kesek dizane, ku lêgerîn û lêkolînên zanistî di hundirên malan de nabin, pirtûkxaneyên navend û mezin şûna xebatên vî cureyê nivîsînê ye, me jî ev cureyê alîkariyê nîne. Vê lomê wek, ku min beriya vê, di gotareke xwe gotibû, dîsan li vir dubare dikim. Belkî lêgervanên miletên mayîn karibin biryarên dawî bistînin, ji ber ku gelek jêder û çavkanî, gelek navendên wêjeyî, û çandî, gelek pirtûkxaneyên navend li ber destên wan hene, ku dikarin hemî tişt û jêderên li gel lêkolînên wan têkildar in, bi hêsanî bi dest xwe xînin, lê em Kurd hîna jî rewşa me awarte ye, ev navendên, ku em bikaribin jêderan jê bi destxînin, li ba me nînin, haya lêgervanên kurd ji hev tune ye, lewre divê ev lêgervanan zû-zû biryarên dawî nestînin, eger weha bikin, dê xwe bêşînin, lekeyên giran bigihînin karên xwe, dê sûcdar, û hin caran jî pozbilind bêne xuyakirin, pozbilindî û zanistî jî li hevdu nakin, li hevdu nabanin, nikarin bi hevdu re bijîn.
Ji hêla din de, ew Lêgervanê, ku biryarên lezok distîne, dê hem mafxwerê mafên hevpîşeyên xwe bête xuyakirin, û hem jî dê ziyanên giran, bê hemdî xwe, bigihîne dîrok û gelê xwe.
Pêşiyan ne hema ji xwe berê gotine Dar, an jî geya li ser koka xwe şîn dibe, eger kok hate birrîn, şiqin û pel nikarin berxwe bidin, û jiyana xwe bidomînin, nikarin jiyanê û sirûştê bixemilînin, weha jî lêgerîn û lêgervanên, ku piştên xwe di pêşiya xwe yaldikin, nikarin tiştekî bi ser tevgera wêje, çand û reweşnbîriyê de zêde bikin, û dê rojekê ji rojan, bi xwe jî, pê hay bibin, ku ewana her tim boçûnên mayîn cûtine û dubare kirine.
Hêvîdar im, ev gotara min li dilê hevpîşeyê rêzdar Dr. Î. S. Aydogan giran nebe, ji ber ku wek ez dizanim û diramim, em hemî xemkêşên êşa çand, wêje, gel û welatê xwe ne, û ji bo parastina mafan û rastiyê dixebitin.
Dawî, dixwazim bêjim ku ev lêhatineke ciwan bû, ku ev her du xebat; lêgerîna berêz Dr. H. Hebeş û gotara min, di heyameke li gel HAWARê têkildar e de, hatine nivisandin. Ya pêşî diyariya yobîla zêrîn bû, û ev gotar jî diyariya yobîla almasî ya HAWARê ye.

Not û jêder:
(1) Hej 5, rû 4,5.
(2) Biner: Dr. H. Hebeş: Raperîna çanda kurdî di kovara HAWARê de, çapa yekemîn, belavgeha Hogir, Bonn 1996, rû 10,11.
(3) Biner rû 126-129.
(4) Biner rû 167- 169.
(5) Biner rû 181- 200.
(6) Biner rû 201- 216.
(7) Biner: Mem û zîn, vekolîn û şirovekirina Mihemed Emînê Osman. Çapa yekê, çapxana El-cahiz, Bexda 1990, rû 441.
(8) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 38.
(9) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 164. Û Konê Reş: C.B, jiyan û ramana wî.
(10) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 167- 168.
(11) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, ru 171.
(12) Biner: Dr. H. Hebeş: Jêdera navborî, rû 169.
Elmanya
15. 05. 2007

     
  Heyder Omer