|
Gelo,
Kobanî û Efrînî ne Kurd in?!*
Di salên heftê yên çerxa borî de, pirtûka Prof. Dr. Îzedîn M. Resûl (
Rêalîzma wêjeya kurdî-ÇáæÇÞÚíÉ Ýí ÇáÃÏÈ ÇáßÑÏí ) bi zimanê erebî kete
destên min, û sala 1993ê pirtûka Prof. Dr. Maruf Xeznedar, ku hevalkarê
me Dr. Ebdil-Mecît Şêxo, di bin sernavê ( Kurtebiriya dîroka wêjeya
kurdî ya nû-ãæÌÒ ÊÇÑíÎ ÇáÃÏÈ ÇáßÑÏí ÇáÍÏíË ) de ji zimanê rûsî bo zimanê
erebî wergerandibû, kete destên min. Mixabin navên her du pirtûkan, bi
baweriya min, ji naverokên wan firehtir bûn, ji ber ku ewana her du jî
ji çarçewa wêjeya Başûrê Kurdistanê derneketibûn, û her du rêzdaran
piştên xwe di wêjeya beşên din yên gewdeyê perçekirî, yal kiribûn. Her
weha helbestvanê mezin Şêrko Bêkes jî, di du hevpeyvînan de nikarîbû
hebûna helbesta kurdî, ku li Sûriyê bi zimanê kurdî tête nivisandin,
bipejiranda (1) .
Tevî ku her ev her sê jêderên navborî dilên Kurdên wan beşên din
dêşînin, lê gava mirov nîrên hevgihîştina (ÊæÇÕõá ) Kurdan ji bîra neke,
ew êş dê hinekê hêsan û sivik bibe. Lê mirovek li Sûriyê dijî, di nav
civaka kurdî de xwe wek nivîsevan, helbestvan û lêkolîner dide nasîn, û
di heman demê de nîvê tevgera wêjeyî kurdî bi paş pişta xwe de bavêje, û
nîne ser zibanê xwe, hîngê mirov şêt û mêt û maliq dimîne.
Hevalkar Salihê Kevirbirî, ji Bakurê Kurdistê ye, hevpeyvînekê bi rêzdar
Konê Reş re digerîne, û di malpera ( netkurd.com ) de diweşîne. Pirsên
rêzdar S. Kevirbirî rewşa tevgera kurdî li Jêrxetê dipelînin, derfetê li
pêş rêzdar Konê Reş vedikin, da panorameyakê li ser rewşa tevgera wêjeyî
ya vî beşê Kurdistanê ji bo kurdistaniyan pêşkêş bike. Lê mixabin
hevalkarê rêzdar K. Reş qasnaqa (çarçew ) wê teng dike, tenê bi qaserî
Cezîra Sûriyê dihêle, pê re jî hem kurdistaniyan ji naskirina rastiya wê
tevgerê bê par dihêle, û hem jî çavgirtî di kêlek gelek rastiyan re
derbas dibe, û hinan jî serobinî hevûdu dike.
Rast e, wek ew jî dibêje, li ba jêrxetiyan, wêjeya kurdî ya nivîsandî,
ji weşandina korara HAWAR dest pêkir, lê divê lêkolîner hewildan û
cefayên rêzdarê rehmelê Husên Hiznî Mukiryanî ji bîra neke. Ewî rêzdarî
hîn sala 1915 yekemîn çapxaneya kurdî li bajarê Helebê damezirand, û
heya sala 1925ê li wir ma, rojnameyên ( Kurdistan, Çiyayê Kurmênc, Diyar
Bekir, Soran, Ararat, û Botan) weşandin(2). Çi mixabin ev rojnameyan îro
di destan de peyda nabin. Tiştê balkêş ew e, ku nûçe û bûyerên şoreş Şêx
şeîdê Pîran sala 1925ê di kovara ( Diyar Bekir ) de deng vedidan, pê re
jî ewî rêzdarî, bi wî cefayê xwe hîmê hevaltiya pênûs û tifingê, di
xebata azadixwaza kurd de danî(3).
Gava li ser kovara HAWAR dipeyive, dibêje:"Kovara ku mîr Celadet Alî
Bedirxan di sala 1932 yan de li Şamê diweşand û di nav Kurdên Cezîrê de
belav dikir". Rêzdar K. Reş li vir du caran di şaşîtiyên dîrokî werdibe,
her du caran jî, bê hemdî xwe neheqiyê li pêşengê ramana netewî kurdî ya
nû; C. Bedirxan dike; carekê derçûna HAWARê di hundir sala 1932ê de
dihêle, û carekê jî bergeha belavkirina kovarê di Cezîrê de sînor dike,
bê ku zanibe HAWAR ji Şamê digiha gelek welat û deverên din jî, wek
Urdun, Felestîn Misir, Hîcaz, Îraq, Îran û gelek bajarên Başûr û
Rojhilatê Kurdistanê wek Kerkûk, Zaxo, Hewlêr, Emadiyê, Silmanî, Raniyê,
Dihok, Sincar Kûsinciq, Eqra, Xaneqîn, Kermenşah, Senendec, Seqiz,
Mehabad….(4).
Her weha şaşîtiyên dîrokî li ba wî rêzdarî zêde dibin, gava derçûna
kovara AGAHÎ ya rêzdarê rehmelê Hesen Hişyar ji sala 1966ê dikşîne sala
1980ê, bê ku hema piçekê xwe biwestîne, û ji kurê wî Gorgîn, ku hîna jî
sax e, bipirse. Rehmelê Hesen Hişyar ev kovar sala 1966ê bi tena xwe
derdixist(5). Cara yekem, ku li mala rehmelê Dr. Nûredîn Dêrsimî, li
bajarê Heleb sala 1973ê ez pêrgî wî hatim, û min ew nas kir, ewî di nav
gotinên xwe de li ser vê kovarê jî peyivî, û di dû re sala 1975ê min
hejmarên wê li mala kurê wî Gorgîn, li Şamê dîtin.
Dîsan gava rêzdar Konê Reş dibêje: "Di sala 1979an de…….. Mecîdê Haco û
Mele Tahir kovara Gelawêj derxistin", di kêlek rastiya dîrokî re derbas
dibe, û ji bîra dike, ku partiya demikrat a Kurd li Sûriyê – El-Partî –
di wê salê de ev kovar derxist, ne wan rêzdarên, ku wî bi nav kirin.(6).
Gava rola dengbêjan ji bo parastina zimên nîşan dike, tenê di hundirê
Cezîrê de dimîne, û hemû rûmetdarên din, li deverên din, wek Kobanê û
Efrînê, bi paş guhên xwe de davêje, û ji bîra dike, ku destana MEMê ALAN
bi saya gelek dengbêjan, nemaze jî Mîşo yê Berazî, gîha pênûsa Rojê
Lîsko, ku ev destan heya îro parastiye(7). Her weha gelek dengbêjên
Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ) jî ji bîra dike, û cefayên wan rûmetdarên
rehmelê, wek Hesen Nazî, Eõvdê Şeõ rê, Beytas, Reşîdê Memocan, Cemîl
Horo û yên mayîn bin cil dike. Hêjayî gotinê ye, ku wek nimûne bêjim,
bûyerên şoreşa Şêx Seõîdê Pîran, heya îro jî, bi saya wan dengbêjên
gelêrî, ji bîra nebûne. Tevî ku nizanim kiyê dengbêjan xwediyê stirana (
Welato ) bû, lê dibêjin gava rehmelê Hesen Nazî ew destan distira, û tê
bîra min, gava rehmelê Cemîl Horo jî ew distira, guhdaran nikarîn xwe
bigirtana, belê rondikên hemûwan dibarîn.
Birêz Konê Reş nifşên wêjeyî tevlihev dike, û dibeje: "Piştî vî nifşî (
mebesta wî nifşê melayan e ) em digihîjin van helbestvanan: Tîrêj,
Yûsifê Berazî, Omerê Leilê, Keleş, Rezoyê Osê, Derwêşê Derwêş û ez Konê
Reş". Lê ji hêlekê de mirov nizane çawa Tîrêj, ê ku sala 1923ê ji dayikê
bûye, û ji salên çeliyên çerxa çûyî de helbest nivisîne(8) û Konê Reş, ê
ku sala 1953ê ji dayikê bûye, dê di nav nifşekî de bêne cem hev. Gelo
eger weha bête pejirandin, dê xebat û têorên civaknasan li kû derê
bimînin?!.
Ji hêla din de, em dibînin, rêzdar Konê Reş vê boçûna xwe ji bîra dike,
û pirsa, ku rêveçûna tevgera wêjeyî kurdî ji sala 1990î û vir de
dipelîne, weha dibersivîne, û dibêje: "…Bi sala 1990î re, qonqxeke nû
xwe diyar kir. Hingê ev nivîskar hatin xuya kirin: Rezoyê Osê, Konê Reş,
Derwêşê Derwêş, ..…" û pê de dihere, 35 navên, ku li pênc bajar û
bajarokên Cezîrê dimînin, diyar dike, û careke din hem di şaşîtiyên
dîrokî û civaknasî werdibe, ji ber ku Tîrêj û Omerê Leilê jî, yên ku
berê di nav nifşekî de bi cih kiribûn, dixe nav guropa vî nifşî, û hem
jî deverên Kurdan yên din nîne zimên, û nizane, ku wek nimûne, Şêx Elî
Omerê Mele, ji salên çeliyên çerxa borî de, li Çiyayê Kurmênc ( Efrîn ),
bi zimanê kurdî nivisandiye, û gelek helbestên wî bi pesna pêximber, û
pirtûka wî ( Melûdî şerîf ) sala 1947ê hatine çapkirin, û di salên
şêstiyên wê çerxê de dîsan navine din, nemaze jî Şewket Neõsan(9), li
devera Efrînê hatine xuyakirin, û helbestên wan di kovran de hatine
weşandin.
Dîsan, ji sala 1980ê û vir de, gelek navên din li Kobanê û Efrînê şûnên
xwe di qada tevgera wêjeyî kurdî de girtine, ku her lêkolînerek wan ji
bîra bike, dê lêkolîna wî ji ber kêmasiyên giran binale. Hema ez li vir,
navên, ku têne bîra min, bêjim, dê ji bîstan bêtir bin: Ehmed Qasim, Jan
Dost, û Mistefa Elaş(endamê desteya rojnama NEWROZ bû) li Kobnê, Dr.
Husên Hebeş, Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo, Memo/Dêrsim, Rûxawşê Zîvar, Awazê
Kalo, Sînorê Yekta, Dr. Mihemed Elî, Bahoz Efrînî, Hêmin Kudaxî, Nezîr
Palo, Pîr Rustem, Kamiran Bêkes, Rozad, Apê Osnebiran, Nesret Hebeş,
Axîn, Îbrahîm Îbrahîm, Reşoyê Pîrê, Mihemed Hemo, Merwan Berekat,
Mihemed Nûrî Xorşîd û hinên din li Efrînê, ji bilî kobanî û erfîniyên,
ku li dervayî welêt dimînin, mîna Şahînê Bekirê Soreklî, Dilbixwîn Dara,
Mistefa Reşîd, Gundî û hinên din.
Eger birêz Konê Reş, hema piçek cefa bida xwe, û bixwasta deverên Kurdan
yên din jî bîne ser zibanê xwe, hema karîbû li kovara PIRS, ku ez bawer
im hemû hejmarên wê li ba wî peyda dibin, vegeriya, dê gelek agahî li
ser vê mijara xwe ji hejmara 14 werbigirtana, û dê ji bîra nekiriba, ku
sala 1976ê kovara ( PÊŞENG ) ji beriya GELAWÊJ û STÊR derketiye, û şeş
hejmarên wê yên xwerû bi zimanê kurdî derçûne. Hêjayî gotinê, ku ev
kovar li bajarê Efrîn, wek hemû çapemeniya kurdî, bi dizî derdiket, û
sernivîserê wê birêz Menanê Qenterî, ji gundê Qenterê bû(10).
Ez bawer im, ku rêzdar Konê Reş ji bîra nekiriye, û nikare ji bîra bike,
ku yekemîn festîvala helbesta kurdî li Sûriyê bi banga Dr. Ebdil-Mecîd
Şêxo, Rûxwaşê Zîvar, Elî Cefer û xwediyê vê gotarê û bi saya pirên van
nivîsevan û helbestvanên, ku li jor bi nav bûne, sala 1993ê bi rê ket, û
heya niha jî berdewam e, û roja 22. 10; roja koçbarkirina helbestvanê
mezin Cegerxwîn, di wê festîvalê de wek roja helbesta kurdî li Sûriyê
hate ragihandin.
Hêjayî gotinê ye, em bînin bîra rêzdar Konê Reş, ku eger wî bixwasta
nivîsevan û helbestvanên Kobanê û Efrînê banîna bîra xwe, û bersiva xwe
nekulanda, û xwe ji pêjna bêhna helwesta herêmî biparasta, dê hema li
malpera ( tirejafrîn.com ) bineriya, ku bidîta 38 navan di wê malperê de
şûnên xwe girtine, navên 11an ji wan di ( Ferhenga nivîsevanên Parêzgeha
Heleb yên çerxa bîstem) de hatine(11), hemû jî bi her du zimanên kurdî û
erebî dinivisînin, û xwediyên pirtûkên çapkirîn e, hinekan ji wan 12
pirtûkên xwe hene. Eger bixwsta ji devera Cezîrê derkeve, û kurdên din
bîne bîra xwe, teqez dê zanîba, ku dengvedana Hamid Bedirxan ê, ku li
gundê Şiyê ji dayikê bûye, di salên heftê û heştêyên çerxa borî, di nav
ereban de, ji dengvedana nivîsevanê rêzdar Selîm Berekat, a îro, ne
kêmtir e, û dê Zanîba, ku gelek nivîsevanên dine erebînivîs jî li Efrînê
hene, bi ser de jî dê zanîba, ku du nivîsevanan ji wan ( helbestvan
Nesret Hebeş û çîroknivîs Cîger Xorşîd ) xelatên giranbuha ji her du
dewletên Kuwêt û Emarata erebî wergirtine.
Gelo, çima rêzdar Konî Reş van rastiyan nîne zimên?!. Ma kobanî û
erfrînî ne kurd in, û para wan di rêveçûna tevgera wêjeya Jêrxetê de nîn
e?!.. Çima ewî derçûna kovara AGAHÎ ji dêvla sala 1966ê kişandiye sala
1980ê û derçûna kovara PÊŞENG ji bîra kiriye?!.Gelo ewî di ser van
rastiyên dîrokî re qevastiye, da xwe bide nasîn, ku ew yê yekemîn e, ku
piştî nifşê pêşî, bi zimanê kurdî nivisandiye?!.
Evê agahiyê di pêşgotina hevpeyvînê de şûna xwe girtiye, ku Konê Reş
"Piştî Osman Sebrî, Cegerxwîn, Qedrî Can, Tîrêj, Keleş, û Rezoyê Osê,
kesê pêşîn e ku li Binxetê bi zimanê kurdî nivisandiye".
Gelo, li ber ronahiya rastiyên dîrokî, dê çi nirxê boçûnên weha bê
bingehên ber biçave, bimîne?!. Ma ne hêjayî gotinê ye, ku mirov beriya
carekê binivisîne, divê deh caran birame, û carên bê hejmar jî derdora
xwe bipelîne?!. Nemaze jî li ba me Kurdan, ev bar gelekî dijwar û giran
e, ji ber ku heya îro dîroka wêjeya me, ku seranserî Kurdistanê, an jî
her beşekî, ji bilî Başûr, bigire, nehatiye nivisandin, û ne jî me
pirtûkxaneyên navend, ku hemû berhemên çapemeniya me tê de hatibine
civandin, hene.
Her weha hevalkarê delal Salihê Kevirbirî jî parekê ji van kêmasiyan
hildigire, ji ber ku li hember vê yekê bê deng dimîne. Bi baweriya min
pêdiviyên hevpeyvînan, rê didine kesê, ku hevpevînê digerîne, da ew jî
nerînên xwe li ser mijara hevpeyvînê diyar bike, çunkê têgeha
(hevpeyvîn) bi xwe wateya hevpişkiya wî jî diyar dike, û dide xuyakirin,
ku hevpeyvîn gotûbêja du-sê alî ye, ne tenê guhdarkirin e.
Ez bawer im, ku rêzdar S. Kevirbirî teqez dizane, ku rojavayê Kuristanê,
Binxetê, Jêrxetê ne tenê devera Cezîrê ye, lewre jî divêbû ewî deverên
din jî, hema bi kêmanî, bikirana mijara pirseke xwe, yan jî di paşgotina
hevpeyvînê de ev yeka nîşan bikira. Mixabin ewî jî bi vê bêdengiya xwe
lekeyên ziyanê hem gihadin hunerî û zanistiya hevpeyvînê, û hem jî
gihandin mijara wê, û li gel birêz Konê Reş bû gunehkarê tevgera wêjeyî
ya vî beşê welêt.
Bi baweriya min, heya em dîlên evê rewşa awarte ne, her kesê, ku di vê
mijarê de; ango dîroka wêjeya kurdî, biryarên dawî bistîne, dê bergehên
dûr, dirêj û fireh bixe navbera boçûnên xwe û rastiyê, pêre jî dê pareke
pir ji rêza, ku her mirovek berxwe dide, da ji alî kesên din de
werbigire, wenda bike.
Dawî, hêvîdar im, ku ev nivîs û boçûnên min li dilên her du hevalkarên
delal Konê Reş û Salihê Kevirbirî giran nebin, ji ber ku em hemû vêkra
rastiyê dipelînin, û berxwe didin, da karibin bi kêrî welat û miletê xwe
yê bindest werin.
ÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜÜ
Not û ravakirin:
* Mixabin, desteya malpera ( netkurd.com ) ev gotar neweşand,rê li pêş
wê girt, û nehêşt bigihêne xwendevan û nivîsevanan. Belê ji dêvla
weşandina gotarê, ewê hevpeyvîna, ku mijara gotarê ye, yekser ji ser
sîngê malperê rakir, û xiste erşîfê. Bila ev kira wê jî mijara gotareke
din be.
(1) Hevpeyvîna yekem di kovara ( El-Erebî ) li Kuwêtê sala 1993ê, hej
418, hatiye weşandin. Û ya duwem di hejmareke rojnameya erebî( Ezzeman )
de sala 2000î hatiye weşandin. Wê hîngê me bersiva rêzdar Şêrko bi
gotarekê da. Ji bo wê bersivê, biner :Kovara PIRS hej 9, sal 1994, û
Kovara NUDEM hej 17, û erşîfa Malpera ( amude.com ) ya sala 2000î.
(2) Biner: Dr. Husên Hebeş: Raperîna çanda kurdî di kovara HAWARê de.
Çapa yekem, belavgeha Hogir, Bonn 1996, rû 19.
(3) Biner: Pirtûka me: Osman Sebrî helbestvan û nivîsevan. Çapa yekem,
çapxana Evra, Berlîn 2004, rû 19, û çapa duwem, weşanên dezgeya Sema,
çapxana Yad, Silêmanî/ Kurdistan 2006, rû 29.
(4) Biner: Kovara PIRS, hej 14 û 15 sal 1998.
(5) Biner: Dr. P. Berwarî ( Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo ): Pêşveçûna bizava
çapemeniya kurdî li Sûriyê bi zimanê kurdî. Kovara PIRS, hej 14, sal
1998. Û pirtûka me ya navborî, çapa yekem, rû 27, û çapa duwem, rû 43.
(6) Biner: lêkolîna Dr. Ebdil-Mecîd Şêxo ya navborî, kovara PIRS, hej
14.
(7) Biner: Destana Memê Alan, weşanên Riya Azadî 8, Köln/Elmanya
1990,pêşgotin, rû 6.
(8) Biner: Malpera ( tirej.info ), û Kovar PIRS hej 25, sal 2002.
(9) Helbestên wî di kovara ( Çiya ) de, ku rehmelê Hemreş Reşo di şalên
şêstiyên çerxa borî de, li Elmanyayê belav dikir, bi navê ( Ebû Rahib )
, û di dû re jî di kovara( Gelawêj ) de, li Sûriyê, dihatin weşandin.
(10) Hêjayî gotinê ye, ku ev kovar ji berhemên rêxistina ( Girêdana
markisîzmên Kurd ) bû. Ev rêxistin sala 1976ê ji hêla hinek rewşenbîrên
kurd ve, çi li welêt bûn, çi jî li dervayê welêt, nemaze li Elmanyayê
bûn, hatiye damezirandin, lê dengvedana wê ewqas ne fireh bû, û zû jî
sist bû, ta ku sala 1990 ji hev ket û hate rawestandin.Biner: Kovara
PIRS hej 14.
(11) Biner: Ehmed Doxan: Ferhenga nivîsevanên parêzgeha Heleb yên çerxa
bîstem. Rû: 15, 17, 62, 67, 108, 141, 220, 274, 378, 385. |
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |