|
Rewanbêjî
û Rexne
- 1 -
Peyva ( Rewan ), ji warê zimanewanî de, gelek wate hene. Yek ji wan:
Xwendina pirtûkê, an berhemê bê şaşîtî ye. Eger em awayê xwendinê; li
gor siyaqa deqê nivîsînê, û pêdiviyên hewildanên, ku dikarin hest û
agehên nivîsevan di navbera xwendinê re diyar bikin, ji bo xwendina bê
şaşîtî û derbirînî bikin deyaq û bingeh, hîngê em dê zanibin, ku ev wate
dide xuyakirin, ku xwendina berhema wêjeyî ne karekî hêsan e, belê gelek
cefa û jêhatîbûn jê re diviên. Ev cefa di navbera bidestxistina zanîna
usûlên şêweyê gotinê û derbirînê re diyar dibe, lewre jî zimanzanên Kurd
peyva ( Rewan ) bi ser ya ( bêje ) xistine, û têgeheke hevedudanî jê
peyda kirine, û ( Rewanbêjî ) bi mebesta ciwanî û xwşikbûna gotinê û
derbirînê xebitandine.
Rewanbêjî di zimanê erebî de belaxet e, ji lêkera ( belexe ) pêkhatiye,
û wateya gihîştinê hildigire,lê zimanzanên Ereb, wateya evê peyvê, fireh
kirine, û weha çûne, ku mebesta têrmînî ya wê ew e, ku gotinê û axiftinê
bi awayê tewaw, numa û ciwan bigihîne guhdar û xwendevanan.
Di zimanê elmanî de jî peyvên ( Deutlich , Deutlichkeit ) wateya
numabûnê hildigirin, lê peyva elmanî ( Beredsamkeit ) di vî warî de bi
wateya ciwanî û xweşikbûna derbirînê tê xebitandin, pê re jî wateya (
Rewanbêjî ) ya kurdî, û ( Belaxet ) ya erebî bi temamî hildigire.
Di zimanên ewrupî de; yê elmanî jî di nav de, peyva ( Rhetorik -Rêtorîk
)*, ku bawer im ji bermayên Girîkan e, tê xebitandin, û dîsan wateya
ewan her du peyvên kurdî û erebî werdigerîne, pê re jî yekser li gel
ciwanî û xweşikbûna gotinê û derbirînê tê girêdan, lewre gava derbirîna
kesekî, kesekê ciwan û şayîk be, tê gitin: Ev kes rewanbêj e, belîx e,
rhetorisch – rêtorîş e.
Xebitandina evan têgehên derbasbûne dide xuyakirin, ku di navbera gotin
an jî derbirîna normal û ya ciwan de cidahî heye, eger ev cidahî nebûwa,
zimanzanên wan zimanan jî dê xwe ewqas ji bo afirandin wan têgehan
newestandibana, û ne jî dê serên xwe bi şirovekirin û diyarkirina
hêmanên rewanbêjiyê bêşandana.
Tevî ku gengeşe û gotubêjên, ku di warê wêje de li ser zibanên
nivîsevanên me digerin, an jî mirov wan di alavên weşanên kurdî de
dibîne û dixwîne, ji vê pirsê ne bê par in, lê pirtûkxaneya kurdî, wek
ji min ve xuya ye, ji vî warî de vala ye. Ti berhemên têorî, ku ev mijar
gengeşekirine, an hêmanên rewanbêjîyê şirovekirine, di destan de nîn in.
lewre jî mirovê, ku vî warî bilivîne, dê pêrgî gelek astengên paşkêş
bibe. Lê tevî vê yekê, divê mirov berxwe bide.
Li gor boçûna me ya jorîn, ku wateya rewanbêjiyê ciwanî û xweşikbûna
derbirînê ye, em dikarin bêjin, ku rewanbêjî zanisteke xwedî sînor û
tuxûb e, rûdaw û şaxên wê hen in, hemî jî li gel hêmanên şêweyê
derbirîna hunerî bestandî ne.
Rewanbêjî, ji hêlekê de, li ba wate û ramanên deqê nivîsînê radiweste,
wan vedikole, lihevhatina hevokan û helwesta ramyarî û derûnî dipelîne,
rê li pêş nivîsevanan dûz dike, da karibin hevok û wêneyên lêvane, ku ji
bo ramanên ku di serên wan dene, layiqin, bafirînin,û taqetên ( tecrûbe
) xwe pê biderbirînin, lewre jî rewanbêjî ne tenê li her hevokekê bi
tenha dinêre, belê bi ser de jî têkildariya hemî hevokan li gel hevdu, û
hevkariya wan hemiyan ji bo diyarkirina helewsteke ramyarî û derûnî, ku
deqê nivîsînê berxwe dide, da wê helwestê wergerîne, xem û qisaweta
rewanbêjîyê ye.
Ji hêlekê de jî, hest, ageh û wêneyên guhêzî ( xeyalî ) mijara
rewanbêjiyê ne, çawaniya hestan û agehan, û awayê avakirin û xebitandina
wênyên hunerî dipelîne, ka ewana li hevdu dibanin yan na, ji ber ku hest
û ageh jêdera guhêz û wêneyan e, bi ser de jî şimitandina peyvan bala
rewanbêjiyê gelekî dikşîne, lewre her tim awayên mecazê û rola wan di
avakirina deqê nivîşînê de dipelîne.
Ji hêla din de jî, rewanbêjî raxistina peyvan di hundirê hevokan de
diplenîne, wateyên ku ji paş û pêşketina peyvan di hevokê de peyda
dibin, raxistina hevokan li gel hevdu, têkildariya wan ya hevbeş, şûnên
daçekan,û her tiştên ku ciwaniya şêweyê derbirînê diyar dikin, ustûbarên
rewanbêjiyê ne.
Her weha rewanbêjî li gel awayên şêweyên gotinê, pirsane, matmayî
,fermanî û her wekî din, radiweste, şimitandina wan, û wateyên, ku ji
ber wê şimitandinê peyda dibin, şirove û numa dike. Wek nimûne, gava
mirov pirsekê dike, û dibêje: ev çî ye?, te çi kir?, wî/wê çi nivisand?,
hîngê ev şêweyê pirsane ji çarçewa pirsê bi dernakeve, belê mirovê wan
pirsan dike, û pê re jî her tim li benda bersivê dimîne. Yanê balkêşiya
rewanbêjî di vî şêweyî de nîne, lê eger em van nimûneyên jorîn bidin
kêlek evê pirsa Ehmedê Xanî, û li wan binerin, hîngê em dê bibînin, ku
şêweyê pirsane çawa dişimite, û roleke din di ciwaniya derbirînê de
dilîze, pê re jî delameteke dine, ji ya pirsa normal cida ye, li pêş evî
şêweyê pirsane peyda dibe. E. Xanî dibêje:
Aya bi çi wechî mane mehrûm?!..
Bîlcumle ji bo çi bûne mehkûm?!..(1)
Diyar e, ku ev her du pirs li benda bersivê namînin, belê ewana hestên
Xanî werdigerînin, û didine xuyakirin, bê ka ew çiqasî dijberê rewşa
tehl û dijwar, a ku gelê wî dorpêç dike ye, û wê napejirîne. Bi ser de
jî pêjna germkirina giyanê berxwedanê di derûnan de, ji wan pirsan tê.
Pê re jî tê xuyakirin, ku çawa şêweyê pirsane dişimite, delameta xwe ya
normal bi paş de xwe dihêle, û yekeke dine ciwanî distîne.
Bi vî awayî tê xuyakirin, ku şûnên peyvan û awayê xebitandina wan di her
hevokê, ango di siyaqa hevokê de, wate û mebesta wan peyvan diyar dikin,
pê re jî sayî xuya dibe, ku karînên peyvan ji bo afirandina wateyên
curbecur gelek in, û wateyên ferhengî, ti caran, nikarain wan karînan
gem û sînor bikin.
Ev yeka, boçûna, ku ji bermayên Eristotalîs e, ku dibêje, her peyvek ji
bo wateyekê peyda bûye, bi paş guhên xwe de davêje, ji ber ku, li gor
boçûna rexnevanê îngilîzî Richards.I.A, tenê tîpên peyvan cihgirtîn e û
nayêne guhertin, lê wate li ti cih û şûnan ranawestin, belê ewana (wate)
berhema zayandinina rewanbêjî ne.
- 2 -
Têgeha ( Rexne ), bi wateya ( Nerxandin ), dîsan dide xuyakirin, ku usûl
û pêdiviyên wê, wek karekî wêjeyî ye, hen in. Ev kar zanîn û naskirina
taybetmendiyên ewî tiştê, ku mijara nerxandinê ye, pêwîst dibîne, ji ber
ku tiştê ne nas nayête nerxandin. Lewre jî rexneya wêjeyî xwedî rêbaz e,
gava rexnevan deqê wêjeyî dinerxîne, xwe bi ser wan rêbazan de pal dide.
Ev boçûn me ber bi delameta rexneya wêjeyî de dikşîne.
Du delametên rexneya wêjeyî hen in, hemî rêbazên rexnê, her yek li gor
baweriyên xwe, hewldidin da wan delametan pêk bînin.
Delameta ciwanî û hunerî:
Wêje li gor vê delametê cureyekî huner e, lewre jî rexne li ba durv û
naveroka deq, an berhema wêjeyî radiweste, wan şirove dike, hêmanên wan
diyar dike, wan hêmanan li gor taybetmendiyên her celebekî wêjeyî
gengeşe dike, û di dû re jî nerîna xwe numa dike, ka ew deq, an berhem
serkeftî ye, yan na.
Rexne, ji hêla durvê berhemê de, li ba zimanê wêjeyî radiweste, li
peyvan dinêre, ka ew peyvan hêsan in an giran in, pêjindar in an bê pêjn
in, helbestî ne yan na, jiyanî ne an ferhengî ne, û her wekî din. Pê re
jî li ba şêweyê nivisandinê radiweste, û numabûn û ne numabûna wî, hêz û
qelsiya wî, lihevhatina hevok û wateyan, hêmanê tevgerê, xebitandina
lêkeran (buhêrek, niho û mande ), dipelîne, û di wê navberê re derbas ba
wêneyên hunerî û hemî cureyên axaftina mecazî dibe, wan şirove dike,
curyên wêneyan diyar dike, lihevhatina wan û ramanên, ku werdigerînin,
dipelîne, dalametên wêneyan û rola wan di warê wergerandina taqeta
nivîsevan û dihehgihîştina aferîner û xwêner diyar dike.
Her weha rexne celebên wêjeyî, li gor durv û alavên avakirina wan, ji
hevdu cida dike, hêmanên her yekî ji wan ji hevdu vediqetîne, wek
nimûne, ew gotarê li ser sê hêmanan( pêşgotin, hundir û paşgotin )
datîne, û pêdiviyên serkeftina her hêmanekî diyar dike. Her weha jî
hêmanên çîrokê û yên şano ji hevdu û ji yên gotarê cida dike, û
çîrobêjiyê, bûyer, kes, hevpeyvîn, girêk, çareserkirina girêkê, û
armanca çîrokê, û gengeşekirina wan li gor rêbazên rexnê yên curbecur,
wek sedemên serkeftina vî celebê wêjeyî dibîne, û ji bo şano, li gor
pêdiviyên rexneya kevin, sê cureyên yekîtiyê ( yekîtiya demê, ya cih û
ya mijarê ) diva dibîne, bi ser de jî hêmanên huneriya wê, wek bûyer,
kes, hevpeyvîn, tevger ji bîra nake.
Ji vê bi şûn de, rexne, di meydana helbestê de, li awaz û ritma (ÅíÞÇÚ (
wê dinere, ka ew lezok e, an giran e, ka ew û helwesta derûnî ya
helbestvan li hevdu dibanin, yan na, û her du awayên awazê, derveyî û
hundirî, û rola, ku ewana di warê wergerandina heyama derûnî, ya
helbestê de dilîzin, diyar dike.
Lê gava rexne tê, warê naverokê dinere, hîngê wate, raman û hest û ageha
nivîsevan dibine xem û qisaweta wê, ka ev wate û ramanan nû ne, an
bermayên kesine din in, hindik tên gerandin, an pir hatine û têne cûtin,
ta çi radeyê dikarin hestên nivîsevan hilgirin û wergerînin, ew hestan
xweyîtî tekane ne, an tevayî ne, rast in, an derew in ( mebest rastiya
hunerî ye, ne ya heyênî ye ), çi akama wan li ser şêweyê derbirînê heye,
û gelek pirsên dine li derdora naverokê digerin, li pêş rexneyê serên
xwe hildidin.
Delameta têorî:
Mebesta me ji vê delametê ew e, ku rexneya wêjeyî hukariya berbiçav
heye, dikare ji bo nivîsevan, xwêner û tevaya tevgera wêjeyî sûdar be.
Rexneya wêjeyî, ji hêlekê de, karmendiya nivîsevan dike, ji ber ku wêje
û berhemên wî dixwîne, vedikole, hêz û qelsiya wan, an jî warên serkeftî
ji yên ne serkeftî di berhemên wî de diyar û ji hevdu cida dike, û
dikare asoyên fireh li pêş wî veke, wî ber bi pêş de bikşîne.Ji ber vê
jî gava rexne bala xwe nede berheman, pirê caran xwediyên wan berheman
gilî û gazindan dikin. Bi ser de jî rexne siha xwe li nivîsevanên nû
gîhayî û behreya wan dike, û wan ber bi pêş de dikşîne.
Her weha xwêner jî ji sûda rexneyê ne bê par e, ji ber ku rexne dikare
ji bo têgihîştina berhema wêjeyî alîkarê wî be, bala wî ber bi berhemên
hêja de bikşîne, çêja rexneyî û ciwanî ya wî perwede bike, û karînên
vebjartina berhemên serkeftî li nik wî xurt bike.
Bi vî awayî para rexneyê di pêşvebirina tevgera wêjeyî de mezin û fireh
dibe, çimkê dikare çêja wejeyî, bi gelemperî, dewlemed bike, da ku wêje
şûna xwe ya layiq di civakê de bistîne, û rola xwe ya hukardar bilîze, û
nerxên mirovane; wek maf, azadî û ciwaniyê biparêze.
- 3 -
Tevî ez bawer im, ku ev mijara me gelekî fireh e, kurtegtarek mîna vê
gotara min nikare barê wê hilgire, lê dikarim weha biçim, ku ewê pareke
mezin ji vî barî hilgirtiye, û gîhaye sînorê giringtirîn pirsa ku li vir
serê xwe hildide: Gelo ev her du têrm ( rewanbêjî û rexne ) li gel hevdu
têkildar in, ya na?. Eger têkilî di navbera wan de hebe, ew çî ye?.
Ez bawer im, ku danasîna herduwan bi vî awayê jorîn, û delametên wan
didine xuyakirin ku têkiliya hêzdar di navbera wan de heye, ku her du jî
hevdu tewaw dikin.
Mirov dikare bêje, ku rewanbêjî zanisteke ciwanî têorî ye, dikare zanîna
mirov di vî warê wêjeyî de xurt û dewlemend bike, dikare ji bo
nivîsevanan bibe hînkerê şêweyên nivîsînê, dikare çawaniya derbirîna
wate û ramanan li pêş nivîsevanan sayî bike, û bide xuyakirin, ku çawa
naverok ( wate û raman ) û derbirînê li hevdu dibanin. Pê re jî xuya
dibe, ku sûd û hukariya rewanbêjiyê ji beriya nivisandinê dest pêdike;
ango divê nivîsevan û rexnevan, beriya nivîsînê û vekolînê, xwediyê
sermiyanê rewanbêjî bin.
Lê rexne, tevî ku ew jî zanist e, usûl û rêbazên wê hene, berhemên wêje
li ber ronahiya wan rêbazan dixwîne û vedikole, û nerîna xwe ya dawî
dîsan li gor boçûnên wan rêbazan diyar dike, ku ev berhem serkeftî û
hêzdar e, û ya din jî ne serkeftî û qels e, lê nikare ne ji rewanbêjiyê
bi dûr de bikeve, ji ber ku bermayên wê di warê piratîkê de dixebitîne,
û sûdê jê werdigire, û ne jî dikare xwe ji çêja xweyîtî ya xwêner û ya
rexnevan biparêze, lewre jî pareke hunerê dikeve vê zanistê, ango
giyanên zanînê û huner her duwan jî di rexneyê de rolên xwe dilîzin.
Ev boçûna me ustûbariya zimanzanên Kurd giran dike, ji ber ku dide
xuyakirin, ku zimanewanî, an zimanzanî ne tenê alfabêt, cidakirina
dengdêr û dengdaran, lêker, kirar, bireser, ristina hevokê û her wekî
din e, belê şêweyên nivîsînê û gotinê; ango rewanbêjî, li kêlek rêzimên,
dikeve tepela kar û divîtiyên, ku li benda wan in.
__________________________________
* Ji bo wateyên her peyvên elmanî, û ya ewrupî, biner: Ferhenga elmanî –
erebî ( Deutsche – Arabische Wörterbuch ) ya Götz Schregle, Bi hevkariya
Fahmî Abu l-Fadl, Mahmoud Hegazî, Tewfik Borg, û Kamal Radwan. Weşana
Macdonald & Evans LTD London, û Librairi du Liban, Beirut 1977, rû 284,
172, 958.
(1) E. Xanî: Mem û Zîn. Vekolîn û şirovekirina Mihemed Emînê Osman. Çapa
yekem, çapxan Elcahiz, Bexda 1990, rû 51.
|
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |