|
Hunera
helbestê
7/7
Helbesta xwerû
Dêmek, wek çawa me dît, avakirina helbestê, durvkirina wê û afirandina
wê bala hemî rexnevan û rêbazên ramanî û hunerî zor kişandiye. Tevî
cudahiyên ku di navbera boçûnên şepêlên ramanî de hene, û tevî ku her
rêbazekî hunerî nerîn û helwestên taybet hene, lê hemî li nik rastiyekê
pêrgî hevdu dibin, û nikarin giringiya huneriya vî celebê wêje erzan
bikin.
Gelo, ev bihayê nerxbilind dikare helbestê yek alî bihêle, û bêje ku
helbest tenê durv e, û naverok jî bê nerx e?. Bi gotineke din; ev yeka
dikare helbestê bê naverok bihêle?.
Bi rastî gelek guftugowan ev yeka cût û dubare kirin, nemaze piştî ku
ciwan-nasî, wek zanisteke mirovane, gelekî bi pêş ve çû, pêre jî aloziya
helbesta xwerû derkete holê, û xwediyên vê nerînê weha çûn, ku huneriya
helbestê guh nade naverokê.
Ev boçûn ji paşila zîmbolîzmê bi derket, û li Firansayê û Îngilîstanê bû
mijara gelek guftugowan, nemaze jî di yekemîn çarîka çerxê bîstem de.
Mebesta xwediyên vê boçûne ew e, ku hinek hêmanên helbestî hene, dikarin
gewherê helbestê diyar bikin, bê ku ewana berbiçav bin. Ew hêmanan
rastiyeke kûr û veşartî û pêjindar e, ne peyv û hevok dikarin wê diyar
bikin, ne jî ritma peyvan û derbirinê, û awaza kêşê û rêzbendê dikarin
bigihênin wê devera kûr di hundirê derûnan de, ku îlham tê de tê
meyandin.
Ewana boçûna xwe şirove dikin, û dibêjin gava guhên mirov hevokeke
normal werdigirin, hişê wî bi wateyên peyvan re dide û distîne, û li gor
rêbazên zimên û rêzimên, û li gor lihevkirina peyvan di wê hevokê
digihêne. Pêre jî mebesta wê hevokê diyar dibe, lê nikare çi şopê di
derûna mirov de bihêle. Lê helbest, an jî hevoka helbestî derûnan
dihejîne, ji ber ku pêjna wê dikare helwestên taybet diyar bike.
Eger li vî nimûneyê jêrîn binerin, em dê hinekê ji mebesta wan ve nêzîk
bibin. Hêmen Kurdaxî di helbesteke xwe de dibêje:
Wey lo xerîbo, wey lo!
Berxê dayîka mino, lo!
Kanî ew stêrk,
yên ku ji kenên te diweşîn?
Kanî ew tîrej,
yên ku ji ezmanên te dibarîn?
Kanî ew gund,
yên ku li ser sîngê te radiketin, lo? (1)
Ev banga pêşî, ku bi peyva ( wey ) dest pê bûye, gelek şîn û keseran ji
hêmanê matmayînê(ÇäÏåÇÔ), ku ji wê bangê diherike, diyar dike, pêre jî
her sê pirsên, ku di pey wê re serên xwe hldidin, sînorên xwe, wek ku
pirs in, derbas dikin, bi paş xwe de dihêlin, û li benda bersivan
namînin, lê dikarin buhêreka wî kesê, ku bang lê tê kirin, bînin ber
çavan. Xuyaye, ku gelek xewnên şêrîn derûna vî kesê ( xerîb )
hurhutandine, ew ji hembêza cihê bîranînên şêrîn û ciwan hilkirine, û
ber bi biyanistanê de avêjtine, bi hêviya ku bikare wan xewnan bi
rastiyê biguhêze. Lê gava xwe dispêre hembêza biyanistanê, rastiya tehl
û dijwar, rû bi rû, li pêş wî sayî dibe, û du wêneyên wî dide pêş çavan;
wêneyê berê, ku tev şahî, ken, hêvî û duwaroja sozdar bû, û yê îro, ku
kenê wî diçelmisîne, xewnên wî dihêre, û hêviyên wî mirdar dike.
Bi ser de jî em dikarin bêjin ; ev tablowa jorîn dikare mirov ji derdora
wî bibire, da bi razên jiyanê re mijûl bibe; ku çendî ev jiyan xweşik û
şêrîn e, bi gelek hêmanên, ku dikarin xweşiyê di derûnan de pêk bînin,
xemilandî ye, lê her tim lekeyên tarî berxwe didin, ku wê tehl û tirş
bikin.
Ev hejîna derûnî, û helwesta taybet wateyên peyvan derbas dikin, û
cudahiya, ku di navbera pêjna helbestî û hevoka pexşan a normal de heye,
diyar dikin, ku ji pêjna helbestî bi şûn de çi awayên derbirinê nikarin
vî barî hilgirin.
Dêmek hêmanên helbesta xwerû, li gor mêldarên wê, ji vê pêjna hêzdar, ku
dikare peyv û hevokan ji sînorên wateyan derbas bike, peyda dibin. Pêre
jî naverok, digel hemî raman û hizrên wê, û hestên, ku dilivîne, li ba
mêldarên helbesta xwerû, bê nerx dimîne, ji ber ku ew ji gewherê
helbestê ve gelekî dûr e.
Ev boçûna wan pirsekê dilivîne, û ber bi pelandina vê helbestê, an jî
hêmanên wê de têvedide. Gelo ma bi rastî ev cureyê helbestê( ango
helbesta xwerû ye bê naverok ) heye, an na?. Em bawer in, ku bersiva vê
pirsê dê neyênî be, ji ber ku helbest, berî pêşî, axiftin e, û çi
axiftina bê wate nîne. Mêldarên vî cureyê helbestê jî li xwe dinin, ku
helbesta bê wate nîne, belê ewana weha diçin, ku her helbestekê hêmanên
xwerû û yên ne xwerû ( naverok ) hene, û helbestiya helbestê bi hebûna
wan her du cureyên hêmanan teqez dibe, lê ewana giraniyê didine hêmanê
pêjnê, û li ber siha gotina Filobîr, ku dibêje: "Malikeke helbestî ye
ciwan, tevî ku bê wate be jî, ji yeka dine ne ciwan, lê xwedî wate,
çêtir e" helbestê dinerxînin, û weha diçin, ku helbest bê wate nabe, lê
wate nikare helbestiya helbestê nîşan û teqez bike, tenê hêmanê wê yê
xwerû dikare vê delametê bi cih bîne, û helbestiya helbestê li darxe.
Dêmek wate û naveroka helbestê, li ba mêldarên helbesta xwerû, bê nerx
nîn in, lê ewana weha diçin, ku gava naverok û durvê derbirinê, bi awayê
zor hêja, li hevdu dibanin, û hevyarî û hevtêkiliya wan digihêne astayê,
ku nema mirov dikare wan ji hevdu cuda bike, hîngê helbest digihêne
tepela afrandinê ya tewrî bilind.
Bi vî awayî, mirov dikare bejê, ku xwediyên vî cureyê helbestê pişta xwe
di taqeta helbestvan û naveroka helbestê yal nakin, lê awana, wek
xwediyên boçûna "huner ji bo huner e, helbest ji bo helbestê ye" ber xwe
didin, ku helbestê ji sînorê sudariyê bi dûr de bidin.
Helwesta xwediyên boçûna, ku dibejê helbest ji bo helbestê ye, nerxê
naverokê an taqeta helbestvan erzan nake, lê li gor nerîna wan, naverok
ne armanca helbestê ye, ango tenê awayê derbirinê û avakirinê dikar bibe
nîşana serkeftina helbestiya helbestê, lê suda helbestê di pey vê gava
hunerî re tê, çi suda rewsenbîrî be, çi ya ayînî an hînkarî an jî civakî
be, bi carekê li gel helbestiyê ne têkildar e, pêre jî nikare helbestê
binerxîne, ji ber ku nerxandina helbestê li ber siha sudê, li gor nerîna
wan, bihaye wê erzan dike.
Dêmek xwediyên vê boçunê jî helbestê li gel jiyanê dibestînin, û nikarin
têkildariya herduwan li gel hevdu tune bikin, lê li gor nerîna wan, tevî
ku her du helbest û jiyan bi gelek awayan li gel hevdu hevbest in, belê
ev cureyên hevbestiyê gelekî kûr û veşartî ne. Jiyan ji rastiyê û
bûyeran pêk tê, lewre jî nikare guhêzê têr bike, lê helbest, tevî ku
gelek rastiyan di babetên xwe de dicivîne, di riya guhêzê re di ser wan
rastiyan re baskên fireh vedirşêne, û gelek tiştên, ku roj bi roj ji
jiyanê diherikin û peyda dibin, pêş me dike.
Gava mirov bala xwe dide helwest û boçûnên mêldarên helbesta xwerû,û yên
"rêbazê helbest ji bo helbestê ye" , û dibîne ewana jî nikarin sînoran
bixin navbera helbestê û jiyanê, hîngê dikare bêje ku helbesta xwerû
navekî bê navhligêr e.
Tîka mezin, di riya berhemên ramabîrên rêalizma hevbeş re, li eniya vê
helwesta hunerî qelibî. Rêalîzmên hevbeş weha diçin, ku helbestvan jî
dirame, lê ramana wî xwe bi awayê wêneyan dirêse, lê rastiyê teqez nake,
belê ew wê diyar dike. Lewre jî helbest, li gor nerîna wan, ji bo
rastiyê ye, û gava durv û naveroka wê li hevdu dibanin, hîngê ciwaniya
wê eşkera û teqez dibe, ji ber ku ciwaniya helbestê, li gor nerîna wan,
ew e ku mirov naveroka wê di jiyanê de, an jî jiyanê di naveroka wê de
bibîne; ango helbestê armanca sudariyê heye, lê ne suda tekmirovî ye,
belê ya tevayî ye, ku nerxên tekane bi paş xwe de dihêle, û yên civakî
tevayî dide pêş, pêre jî helbest dibe alava xwebatê ji bo rizgariya
miletan û dadweriya civakî.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Hêmen Kurdaxî. Çêrokên neynûkên şikestî. Helbest. Çapxana Babol
Druck, Köln, Elmanya,çapa yekem, sal 2003, rû 7.
|
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |