|
Hunera helbestê
6 / 7
Alavên derbirîn û avakirina helbestê
5. Yekîtiya gewdeyî
Dêmek, tiştê balkêş di penava helbestê de ne naverok e, ji ber ku
naverok ji bûyerên jiyanê têne wergirtin, her kesek wan dibîne, an
guhdar dike, her kesek bi wan hestedar e, lê tiştê herî giring û balkêş
ew e, ku mirov bi çi awayî wan hestên, ku bi wê naverokê re mijûl in,
didebirîne, û digihîne xwêneran. Nivîsevan û rexnevanê ereb, El-Cahiz,
yê serdema Ebbasiyan, beriya hezar û du sed sal weha çûbû, ku wate li
keviyên rêkan belavkirî ye, her kesek dikare ji xwe re bicivîne, lê her
kesek nikare wan bixe hundirê durvê hunerî yê derbirînê. Ev boçûn
hînazindîtiya xwe diparêze, û rexneya nû jî nikare wê bi paş guhên xwe
de bavêje.
Arnst Fîşir dibêje: “ Eger em bala xwe, tenê, bidin naverokê, û durv jî
li pileya duduwa deynin, hîngê em karekî neyî hişmend dikin, çimkê
huner, bi xwe, durvkirin e; huner durvê tiştan didiyê, û tenê durv her
aferînekê dike karekî hunerî. Durv ji bo huner û jiyanê ristekî gelekî
pêwîst e, mercê serkeftin an binkeftina her aferîneke hunerî durvê wê
ye, ji ber ku durv, di qelsbûn an hêzbûna wê aferîna hunerî de, roleke
giring heye”(1).
Weha tê xuyakirin, ku durvê hunerî nîşana serkeftina yehelbestê û her
celebekî wêje ye, lê tevî vê rastiyê, helbesta bê naverok jî tune ye.
Ango ev durv naverokekê di hundirê xwe de dicivîne, lewre divê mirov
têkildariya ewan herduwan ( durv û naverok ) li gel hevdu bipelîne.
Rexnevanên wêje, dîsan ji serdema Eflatûn de, ev yeka pelandine; Ma me
nedît, ewî û di dû re jî şagirtê wî Erîstotalîs tiliyên xwe dabûne ser
giringiya hebûna naveroka civakî û armanca perwerdeyî ya
helbestê?.Rexnevanên, ku di dû wan re hatin, hebûna naveroka helbestê
teqez kirine, û gîhane wê baweriyê, ku divê durv û naverok li gel hevdu
bestandî bin, lewre jî weha çûne, ku eger yekîtiya gewdeyî ( biyologî )
di navbera hemî beş û hêmanên helbestê de nebe, hîngê ew helbest
jihevketî tê xuyakirin, û nikare hilkişe tenga helbesta serkeftî.
Yekîtiya gewdeyî ji zû de bala Erîstotalîs kişandibû, lê ewî ev yeka di
tirajîciyê û komîdiyê de pelandibû, û weha çûbû, ku divê tirajîdî, wek
celebekî wêjeyî, xwedî kireke tewaw be, ango dîve xwedî destpêk, navend
û dawî be, û her sê qunax divê li gel hevdu bestandî bin, her yek ji wan
bi encama xwe li gel ya pêşiya xwe girêdayî be, da xweseriya babeta wê
teqez pikin. Erîstotalîs bi vê yekê tenê nake, belê pêde dihere û weha
diçe; her ku cudahî di navbera van qunaxan de hebe, û hemî vêkra ber bi
eşkerekirin û nimakirina wê kirê de herin, ewqas dikarin lihevhatinê (
harmoniyê, însicamê ) di navbera xwe de peyda bikin, û yekîtîya gewdeyî
ya tirajîdiyê xurt bikin.(2)
Her weha ewî bi zanebûn, rengdêra ( gewdeyî, biyologî ) bi ser vê
yekîtiyê de xistiye, ji ber ku mebesta wî ew e ku, beşên wê yên
curbecur( guhertin, naskirin, girêk, çareserî, û dawîya wê, ku jêdera
êşê ye) lihevhatîne, û kireke tewaw pêk tînin, eger beşek ji wan bête
avêtin, anşûna xwe biguhêre, an jî beşekî din di nav wan de bi cih bibe,
hîngê hemî ji hevdu dikevin, û nikarin bibine nîşana serkeftina wê
yekîtiyê.
Danasîna yekîtiya gewdeyî, bi vî awayî, dide xuyakirin, ku ewaya bûyerên
bê sûd, ku li gel wê kira sereke ne têkildar in, napejirîne, ji ber ku
divê her bûyerek şûna xwe ya rewa di navbera hemî bûyeran de bibîne, da
di avakirina bûyerê sereke de xwedî rol be, ku li kêlek wan ji bo
birêveçûna wê kirê sereke bixebite.Ev boçûn, ji hêleke din de tirajîdiyê
serberdayî nahêle, belê dirêjî û qulafetê wê jî sînor dike.
Tevî ku gava Erîstotalî yekîtiya gewdeyî şirove dikir, mebesta wî ne
helbest bû, belê şano û destan mebesta wî bûn; tevî vê jî, awayê vê
yekîtiyê, çi ji hêla têorî de, çi ji hêla piratîkê de, li ba rexneya di
dû wî re hatiye, nikare çavên xwe li hember serkêşiya wî, di vê babetê
de, bigire.
Yekîtiya gewdeyî ya helbestê bermayê rexneya Rojavayê ye, mebesta wê ew
e, ku divê babeta helbestê û hestên, ku ew babet wan dilivîne, li gel
hevdu têkildar bin, li hevdu bibanin.Ev yeka ji têkildarî û orgenîzebûna
raman û wêneyan li gel hevdu peyda dibe, pêre jî helbest mîna gewdeyê
zindî tê xuyakirin; ango wek çawa gelek endam û beşên dewdeyê mirov
hene, her yekî ji wan delameta wî, ku ji delameta yê din cudaye, heye,
lê ew beşan hemî vêkra, digel delametên xwe yên curbecur, zindîbûna
gewde diparêzin, weha jî divê beşên helbestê, yên curbecur, ku delametên
wan jî curbecur in, li gel hevdu têkildar bin, da helbest bikaribe wê
şopa, ku helbesvan bendewarê wê ye, bigihîne xwêneran.
Li gor pêdiviyên vê yekîtiyêdivê helbestvan rêbazê avakirina helbesta
xwe baş binase, û baş bi wê şopa, ku dixwaze bigihîne xwêneran, û bi
beşên helbestê, ku wê şopê dafirînin, birame, da hemî vêkra li gel
bingeha helbestê bi rê ve biçin, û yekîtiya wê ya gewdeyî zindî
biparêzin.Bi vî awayî helbest hino-hino ber bi pêş de diçe, lê divê
beşên helbestê li gel hevdu bi xurtî bêne bestandin, ji yekîtiya babetê,
ramanê, û hestan biherikin; ango divê xweristiya babetê jêdera vê yekê
be.Pêre jî divê her ramanek şûna xwe di helbestê de bistîne, eger
helbestvan careke din, di wê helbestê de, li ramana derbas bûye vegere,
hîngê ramana helbestê li hevdu dikeve, û bingeha wê jî ji saz dikeve.
Tê gotin, ku helbest ji nişkave bi derdikeve holê, lê ev boçûneke çewt
e. Tiştê ji nişkave derdikeve holê ne helbest e, belê ramana yekemîn û
sereke ye, ku ji nişkave vedibriqe, û helbestvan di hundirê hestên xwe
de pir bi wê ramanê û awayê avakirina helbesta xwe dirame û mijûl dibe,
belkî ev mijûlî demeke dirêj bidome, pêre jî helbest tê afirandin, û di
dû rehelbestvan wê li ser kixazê datîne, û hinek guhertinan di pilana wê
de peyda dike. Derketina helbestê bermayê wê mijûliyê ye.
Bi ser de jî, wek me berê diyar kiribû, ku rexnevanê erebTeysîr Şêx
El-Erd weha diçe, ku raman bi awayê tewaw venabiriqe, belê ew beriya, ku
bi derkeve meydanê,her tim dubare dibe, da ew û xebata helbestvan ya
zimanewanî û kêşesaiyê li hevdu bibanin (3).
Eger mirov li reşbelekên helbestvanan vegere, û wan bide hember nivîsîna
dawî, dê bi hêsanî rastiya vê boçûna me bibîne. Rexnevan û zanyarê
derûnî yê Misirê; Dr. Mistefa Siwêf, di pirtûka xwe de ( Bingehên derûnî
yên aferîna hunerî, nemaze di helbestê de ), ev yeka baş vekolaye, û
resbelekên gelek helbestvanên Ereb dane ber ronahiya lêkolînê, pêre jî
gihayê wê baweriyê, ku helbestvan, ji bo parastina vî durvê huerî, gelek
caran pilana avakirina helbestê diguhêre.
Hin caran helbestvan, li gor bandûra hestên xwe, hinek ramanên, ku
têkildariya wan li gel hevdu jar e, li pey hevdu rêz dike, wek çawa li
ba pirên sîmbolîstan diyar e, mebesta wan ji vê yekê ew e, ku hêmanê
matmayînê û pêjniya helbestê xurt bikin, ji ber ku xebitandina wêneyên
cuda-cuda, bi mebesta, ku wan ji hişên xwêneran ve nêzîk bikin, dikare
pergaleleke derûnî ye taybet li ba xwêneran peyda bike, pê re jî wêne û
hest tevlihev dibin, û ziman jî hîngê, wek ku alava derbirinê ye, dikare
kûrtirîn deverên derûna mirov û hestên wî wergerîne.
Me gotibû, yekîtiya gewdeyî, wek têrmeke hunerî, û hêmanekî giring, ku
rola wî di avakirina helbestê de gelekî nerxbiha ye, berhema rexneya
Ewrupayê ye. Rexnevanên Ereb, yên pêşî, boçûnên Erîstotalîs gelekî
dubare kirin, lê neşên bigihîştina mebesta wî, lewre jî ewana weha çûn,
ku gava helbestvan bikaribe beşên helbestê, yên ku di bingehên xwe de li
gel hevdu ne têkildarin, pev bibestîne, hîngê yekîtiya gewdeyî tê
parastin.(4). Pêre jî ji rastiya vê têrmê bi dûr de ketin, lê hino-hino
ber bi mebesta Erîstotalîs de çûn, û carcaran helewstên rexneyî balkêş
li ba wan diyar bûn, û têkildariya malikên helbestî li gel hevdû bala
wan kişand. Wek nimûne, Ibin Quteybe di pirtûka xwe ( Helbest û
helbestvanan ) de dibêje: helbesvanekî gote yê din: Ez ji te
helbestvantir im. Ewê din gotê: Çawa?. Lê vegerand û got: Ez malikê û
birayê wê dibêjim, lê tu malikê û kurmamê wê dibêjî.
Tevî vê jî gava herî berbiçav, di vê penavê de, gelekî bi derengî li ba
rexnevanên Ereban, hate qevastin, û di navbera berhemên nivîsevan û
ramanbîrên Misirê; yên wek Eõbbas Mehmûd El-Eõeqqad û hinên din re, sayî
diyar bû.
Mixabin evê babetê, wek tevayê rexneyê, bala lêkolînerên Kurd
nekşandiyê. Tiştên, ku di destên me de henin ji evê babetê dûr in, lê ji
ber jarbûna têkiliyan, nizanim ka rexnevanên Başûrê Kurdistnê para xwe
xistine wê, yan na. Lewre jî gava mirov vê babetê li ba me Kurdan
dipelîne, pêşiya xwe vala dibîne.
Tevî vê jî, gava mirov hinek helbestên kilasîkên kurd dixwîne, pêjna vê
termê, tenê ji hêla bandûra derûnî de, dike,û hin caran jî dibîne, ku
ewana dawiya malika berê li destpêka malika, ku di pey re tê, dubare
dikin, û herduwan li gel hevdu dibestînin, pêre jî wateya vê têrmê, li
ba wan, wek çawa li ba rexnevanên Eõreb, yên kevin, dimîne; ang ew jî
malikê û birayê wê dibêjin.
Helbestvanên Kurd, yên nû, bi bandûra çandên biyanî, bihayê vî hêmanê
giring nas kirine, û berxwe didin, ku yekîtiya gewdeyî ya helbesta xwe
biparêzin. Lê mixabin pirên berhemên wan hîna jî li ber deriyên
pêk-anîna vî hêmanî dikulin, û nikarin bi serkevin.
Tevî vê jî hin caran mirov pêrgî hinek nimûneyên balkêş dibe. Nezîr palo
helbestekê di kovara Pênûs de, diweşîne(5), sernavê wê ( Bêdengiya
Qizêzê ) ye. Heyama derûnî ya vê helbestê yekeke xab e ( bêhêvî ), melûl
e, ji destpêkê ta dawiyê berdewam e, û bi gelek awayan xwe diyar dike.
Dîmenê wî qeşa girtiye, û her ku diçe, ew qeşaya pirtir dibe, pêre jî
diqerime, û bê tevger dimîne, û her tiştî wenda dike, ta ku nema
lorandin; ev kira ku pirê caran pencerên bêhnvedanê li pêş derûna şîndar
vedike, bikaribe dilê wî hinekê xweş bike, an bêhna wî fireh bike, lewre
bûye dîlê keserên, ku bi carekê nikarin tiştên wenda vegerînin, lê tenê
dikarin mirov ji xwe, ji heyîn û jiyanê birevînin, loma jî helbestên wî
biyanî û bê nav dimînin, û ev gerdûna pehn û fireh li pêş helbestvanê me
teng dibe, hemî derî û pencere li pêş têne hev, bi ser de jî piçek
ronahiya, ku di qoziyekê de xuya ye, nikare tariya, ku li derdora wî ye,
biqelêşe, belê "pelên jiyana wî yeko-yeko dihêre", birînên wî xwînzê
dike, û fermiska diherikîne,pêre jî jiyan bê wate dimîne, û helbestvan
roj dû rojê tê sotin, diweste, ji hal dikeve, pêre jî tenê rastiya
rasteqîn li pêş wî diyar dibe, û wî ber bi amadekirina kefenê xwe de
dikşîne.
Bi baweriya me, helbestvan di awayê avakirina vê helbestê de gelekî
biserkeftî tê xuyakirin, heyama bêhêvî, li ser helbestê destlatdar e,
lewre tevgera wê giran bûye, û bandûra xwe bi ser ritmû awazawê de
kişandiye, ew jî giran kirine, pêre jî hevokên wê dirêj bûne, û herîkîna
wan li gel pergala xab ( bêhêvî) lihevhatî ne.
Tevî ku ev helbest ji neh kurteperçan pêkhatiye, lê her perçakî ji wan
delameta xwe di bingeha wê de heye, ku perçê din nikare wê delametê bi
cih bîne, û hemî vêkra tablowa wê dirêsin û nîgar dikin, û yekîtiya wê
ya gewdeyî diparêzin, çimkê gava tu wê dixwînî, tu dibînî, ku çawa
helbestvan di rûnê bêviyê de diqewire, û her perçakî helbestê dilpopekê
ji wî rûnî dadirivîne, ta li dawî bê hêz dikeve, nema dikare ji bilî
dirûtina kefenê xwe, tiştekî din bike.
Her çiqas ev cure-hest di helbestê de, bi gelemperî, ne rûmetdar be jî,
em bawer in, ku taqeta (tecrûbe) Nezîr Palo di nav agirê havîbûnê de
werdigerîne, û dikare siha xwe bide ser jiyana, mirovê, ku ji welatê xwe
bi dûr ketiye, û bibe sîmbola rewş û pergala, ku pirên koçberan di bin
hêz û zora wê de dinalin.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Arnst Fîşer: Pêwîstiya huner. Wergera erebî: E. Helîm, weşanên
komîteya gelemper ya pirtûkê 1971, hejmar û cihê çapê ne diyar in, rû
201.
(2) Dr. M. X. Hilal: Rexneya wêjeyî ye nû, rû 65. Hêjayî gotinê ye, ku
ew van boçûnan ji ber her du pirtûkên Erîstotalîs; Hunera helbestê, û
Rêzanî, werdigire.
(3) T. Şêx El-Erd: Pelandina bingeha huneran. Bi zimanê erebî. Şam 1991,
rû 223.
(4) Dr.M. X. Hilal: Jêdera berê, rû 204.
(5) Biner: kovara Pênûs, hej 20, sal 2006. |
| |
 |
|
| |
Heyder Omer |
| |