|
Hunera
helbestê
5 / 7
Alavên derbirin û avakirina helbestê
4. Hewaldana çîrokbêjî
Evî hêmanê hunerî di penava helbestê de ewqas bala rexneya kevin
nekşandiye, ewan rexnevanan, Erîstotalîs wek nimûnê, tenê bihayê wî di
helbesta destane de zor bilind nerxandine, lê rexneya nû pê de dihere, û
hewaldana çîrokbêjî (ÇáÓÑÏ ÇáÍßÇÆí ) wek serkeftirîn hêmanên helbesta
nûjen dinasîne, û dibêje, ku avahiya helbesta pexşane, bê hebûna vî
hêmanê nerxbiha, wê ji ber kêmaniyê binale. Pêre jî xuya dibe, ku
helbest her tim bi xwe re di cirîdê de ye, û durvên nû, li gor cêjn û
têgihîştina çerxa xwe, dipelîne.
Hewaldana çîrokbêjî berztirîn hêmanê ristina tevna çîrokê ye, ku bûyeran
ji wêneyê heyînî dikşîne wêneyê zimanewanî yê hunerî.
Eger em berxwe bidin,û wateya vî hêmanî bipelînin, em dişên bêjin, ku di
bingeha xwe ya zimanewanî de, wateya lidûhevhatina gelek tiştên, ku li
gel hevdu têkildar in, dide, û wek têrmekê dîsan wateya lidûhevhatinê
digel xweşikbûna herikîna xeberdanê dide, lê wek têrmeke wêjeyî wateya
hewaldan û bihevgirêdana bûyerekî, an jî gelek bûyeran dide, çi ew
bûyeran rast bin, çi jî aferîna guhêzê bin.
Ev danasîna dawî dide xuyakirin, ku evî hêmanî roleke berbiçav di
avakirina yekîtiya helbestê de heye, çimkê ji hêlekê de, dikare bi
hebûna bûyeran, zindîtiya wê yekîtiyê xurtir bike, û ji hêla din de,
hemî beşên helbestê li gel hevdu dibestîne.
Nerxandina hewaldana çîrokbêjî bi vî awayî, bersiveke giring, ji bo
pirseke giring, diyar dike. Gelo çi têkildarî di navbera nûjeniyê û
bermayên berê de yehe?.
Refekî mezin ji helbestvanên nûjen weha diçin, ku nûjenî, wek qunaxeke
aferînê,nema li gel bermayên beriya xwe têkildar e, ewê hemî damarên, ku
bikaribin wê li gel bermayên berê bibestînin, birrîne û sotandine.
Ewana, bi vê yekê, valahiyê dixin navbera her du qunaxan.
Lê tevî vê boçûna wan, ewana nikarin nerxê çîrokbêjiyê û giringiya wê di
avakirina helbesta nûjen de erzan bikin.Ma em nabînin, ku helbestvanên
nûjen, ne tenê çîrokên nû dibêjin, belê bi ser de jî pirê caran xwe bi
ser çîrokên kevin de paldidin, da bi wan, an di riya wan re, segêrên
çerxa me şirove bikin, pêre jî em dibînin, ku ev yeka di helbesta nûjen
de bûye diyardeyeke berbiçav, ku helbestvan pirê caran xwe bi ser
çîrokan, efsaneyan û zargotinê de pal dide.
Helbesta hemî wêjeyên cîhanê rahiştiye evê teknîka hunerî, wek nimûne,
helbestvanê ereb yê hemdem Bedir Şakir Seyyab bi xebitandina evê teknîkê
gelekî navdar e, ew hin caran tevayê çîrkê hewal dide, û hin caran jî
tenê çîrokê nîşan dike, da xwêner jî bi wê re mijûl bibe.
Helbestvanên Kurd jî pirê caran evê teknîkê dixebitînin, Eger mirov, wek
nimûne, li dîwanên Cegerxwîn û Osman Sebrî vegere, dê gelek helbestan
bibîne, ku her du helbesvanan gelek çîrok, çi bi tevayî, çi jî tenê
nîşanek ji wan çîrokan, an jî gelek metelok û pend di helbestên xwe de
xebitandine.
Mebesta wan ji evê yekê ne we e, ku çîrokê careke din hewaldin, lê
mebest ew e, ku sergêrên dema xwe di riya wan re şirove bikin. O. Sebrî
meteloka, ku dibêle "Wekî kûcikê Bekiran" di helbestekê bi kar tîne (1),
pêre jî çîroka evê metelokê bi tvayî hewal dide, lê mebesta wî ne
hewaldana çîrokê ye, belê wê ji bo nerîneke xwe bi kar tîne, ku gelek
kesên dema wî hene, ewana jî wek kûçikê Bekiran tenê têrkirina zikên xwe
dipelînin, her weha di helbesteke din de çîroka Îbrahîm pêximber tîne
bîra xwendevanan, lê tenê wê nîşan dike û dibêje:
"Min xaç û pûtên xwe wekî Îbrahîm şikandin" (2).
O.Sebrî bi vê yekê, helwesta xwe wek ya Îbrahîm pêximber dide xuyakirin.
Îbrahîm ji rê û rêbazên ola dê û bavên xwe bi derket, û oleke dine nû
pêşkêşî mirovaniyê kir, gava O. Sebrî ji rê û rêbazên eşîrtî bi
derdikeve, wan bi paş xwe de davêje, riyek nû ye tersî wan rêbazan
digire, hîngê taqeta ( tecrûbe ) xwe bi ya Îbrahîm pêximber şirove dike.
Lê awayê xebitandina vî hêmanê hunerî li ba wan pêşengên Kurdan dide
xuyakirin, ku haya wan ji rola wî ya hunerî di avakirina helbestê de
nîne, çimkê ev hêman di helbestên wan wek pîneyan têye xuyakirin,pêre
jî, ji hêla huneriya derbirinê û wênekêşiya hunerî de, ji helbestê
direve; ango mirov dikare çîrokê ji gewdeyê helbestê bavêje, ango ew tev
hevîrê stirandina helestê nabe, tenê karmendiya naverokê dike, û
delameta xwe di wê tengê re bi kar tîne.
Delameta hunerî ya evî hêmanî ew e, ku helbestê ji qîre-qîra helbesta
kevin bi derxîne. Eger ew qîre-qîr û dengên bilind û stirana helbestê
çavkaniya helbestiya helbesta kevin bû, ku helbestvan hildiperikî ser
milan, û bi qîrîn û hawar bang cemawerê xwe dikir, helewsta xwe bi awayê
hestewerî ( aõtîfî ) bi wan dida bawerkirin. Lê mirov û civaka hemdem,
bi bandûra pêşveçûna şaristanî û fabrîkeyên vê çerxa me, bi wê qîre-qîrê
û dengên bilind hatine dorpêçkirin, û guhên xwe li hember wan dengan
digirin, û jê direvin; ango ciwaniya wê helbestê nema dikare li wan
hukar dar be. Bi gotineke din; hukariya, ku helbesta kevin dipelad, îro
nerxê xwe wenda kiriye; bê nerx maye, mirovê hemdem fermanan napejirîne,
belê dostaniyê dipelîne, pêre jî çavkaniya helbestiya helbesta nû hatiye
guhertin, û berê wê ber bi alîkî din de çûye, ku helbest karibe bi
xwênerê xwe re hêdî bipeyive, pêre danûstandinê bike,û ber bi pûnijiyê û
pirsê de bikşîne, ka ev helbest çî ji min re dibêje(3), hîngê dikare
delameta xwe, ji her du warên durv û naverokê de, pêk bîne.
Hewaldana çîrokbêjî, di vî warî de, dikare pareke pir ji barê helbestê
hilgire, ji ber ku dikare helbestê ji wê qîre-qîrê rizgar bike, pêre jî
dişê, di navbera pirbûn û cûrecûreya dengan re, diramatikiya avakirina
helbestê xurtir bike, ev avahiya diramatîkî, li ba rexnevanên îro,
berztirîn rengdêra (sîfe) helbesta nûjen e(4).
Tevî ku ev awayê helbestî, li ba gelek miletan, hîna jî şûna xwe ya
rûmetdar negirtiye, lê mêldar û hogirên wê li ba wan, çi helbestvan, û
çi jî erxnevan, gelek in, ji hêlekê de dîwanên wê, û ji hêla din de
lêkolînên li ser wê, di nav destên xwedevanên wan miletan de pir in, lê
li ba me kurdan hîna jî civaka me jê direve, û wê napejirîne. Gelo
çima?.
Bi baweriya me sedemên vê yekê gelek in, em dikarin, hinekan li vir
diyar bikin, bê ku em deriyê vê yekê li pêş kesên din bigirin:
a. Civaka kurdî hîna civakeke gundî ye, ji gelek rûdawên bajarvaniyê bê
par e, lewre dîla dengên bilind û hukardar maye, û bi ser de jî, bi
bandûra jarbûna xwendinê, zanîn û hişiyariya wê ya ciwanî bi şûn de
maye, û nehêştiye mirovê Kurd bala xwe bide awayê xeberdana wan çîrokên
zargotinê, ku ji devê dapîr û bavpîran dibihîstin.
b. Tevî ku çîrokê di kelepûra kurdî de şûneke giranbiha heye, lê haya
pirên helbestvanên, ku evê teknîka hunerî dixebitînin, ji vê yekê nîne,
ji ber ku têkildariya wan li gel kelepûrê an tuneye, an jî gelekî jar e,
lewre nebûne hosteyên çîrokbêjiyê.
c. Evê têkildariya wan ya jar bi kelepûra kurdî re, rê li pêş wan teng
kiriye, ku bala xwe bidin awaza hundirîn, ku di destanên kurdî de,ji
lihevkirina her du hevokên zimanewanî û agehî diherike.
Em weha diçin, ji ber ku bi baweriya me, gava helbestvanê nû çîrokbêjiyê
dixebitîne, hîngê ew radihêje kevintirîn alava diyardeyên derbirinê, û
hewil dide, ku nuhoya xwe di riya buhêrekê re şirove bike, bê ku mandeyê
ji pêş çavan bide alîkî, çimkê nûjenî ne tenê çavkaniyên aferîna berê
careke din berbiçav dike, belê bi ser de jî cûbarên nû li pêş wan
çavkaniyan vedike, da hemî vêkra ber bi çemê gir de, yê ku ber bi
mandeyê de diherike,herin(5).
çîrokbêjî ji roja hebûna mirov de hebûye, belkî hebûna wê di pêşiya
naskirinan zimên de be, ku mirov hîngê bi nîşanan çîrok û serpêhatî
hewal didan.
Eger ev boçûna me cih bigire, dikare ewê valahiya, ku boçûna têorî ya wî
refê helbestvanan dixe navbera du qunaxên birêveçûnê, dagire, çimkê
jiyan wek ava çema ye, her diherike, lê ji hevdu natê birrîn.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Dîwana Osman Sebrî. Berhevkirina A. Balî, çapa yekem, weşanên Apec,
Stockhol 1998, rû 183.
(2) Jêdera berê, rû 76.
(3) Fazil El-Eõzzawî: Dûr, di hundir daristanê de. Bizimanê erebî. Çapa
yekem, Şam 1994, rû 126.
(4) Dr. Seõdedîn Kuleyb: Hişyariya nûjeniyê. Bi zimanê erebî. Nimra çapê
ne diyar e, Şam
1997, rû 46.
(5) Fazil El-Ezzawî: Jêdera berê, rû 112.
|
| |
 |
|
| |
Heyder
Omer |
| |