Hunera Helbestê
4 / 7
Alavên derbirin û avakirina helbestê
3. Awaz û ritma helbestê


Lê ne tenê ziman û wênekêşî; an guhêz, hêmanên avakirina helbestê ne, belê hineke din hene, rola wan di vê penavê de nayê ji bîrkirin, belkî awaz giringtirîna wan alavan be.
Wek tê zanîn, ku kêş, li ba kilasîkan kaniya awazê bû, lewre jî ewana diristiya kêşê û rêzbendê wek yekemîn mercên serkeftina helbestê nîşandikirin, û helbesta, ku kêşa wê jihevketîba û rêzbenda wê ne dirist ba, nirxnizim didîtin. Helbestvanê kurd seydayê Tîrêj jî hevalê vê boçûnê bû, di hevpeyvînekê de weha çûbû, ku helbesta bê kêş û bê rêzbend nikare şûna xwe di meydana vî celebê wêje de bistîne (1).
Li gor boçûna rexneya kevin, kêş jêdera awaza helbestê ye, lewre jî gelek rexnevanan berxwe dane, da raza (sirr ) vê awazê diyar bikin. Ferahîdî yê eõreb ji zû de ev yeka şopand, û helbesta eõrebî da ber lêkolînên fireh, û di encama lêkolînên xwe de15 rêbazên kêşê diyarkirin, ew bi navê (Behr ) navandin, û Exfeş jî yeka din diyar kir, divê helbestvanê eõreb helbesta xwe li gor wan kêşan birêse.
Evê babetê bala helbestvanê mezin Cegerxwîn jî kişandiye, ewî berxwe daye, ku kêşên helbesta kurdî vekolîne, û li dawiyê gotarekê di kovara Hawar de diweşîne, çar rêbazan tê de şirove dike, her yekî ji wan bi ( hesp ) dinavîne; hespê çeleng, yê laxer, yê sivik û yê rewan, û dide xuyakirin ku her yek ji wan du gava davêje, û di her gavekê de çend movik hene (2).
Lê gava mirov bala xwe dide vekolîna Cegerxwîn, dibîne ku ritmê (Rhythm) bala wî nekişandiye, ji ber ku tenê movikan ( kîtan, bergan ) nîşan dike, bê ku bala xwe bide kurtî û dirêjiya wan; evê yeka, ku roleke berbiçav di avakirina ritma helbestê dilîze.
Her weha Deham Evdil Fetah jî xwe bi kêşên helbesta kurdî re mijûl kiriye, û li gor nerîna xwe gîhaye rêbazine nû, ku di pêşiya xwe de nedîtine (3). Lê wek ku li guhên me ketiye, ev babet ji beriya wî li ba rexnevanên Başûrê Kurdistanê hatiye vekolandin, lê mixabin berhemên wan di destên me de nîn in.
D. E. Fetah berxwe dide, da kêşên helbesta kurdî vekolîne û şirove bike. Evê helewstê ew ber bi pelandina wan kêşan de kişandiye, pêre jî ewî rêbazên Ferahîdiyê eõreb bi paş xwe de avêjtine, ew rêbazên ku kilasîkên Kurdan, wek M. Cezîrê û yên din, pejirandine, û helbestên xwe li gor wan ristine.
Eger em nimûneyekî, ku D. E. Fetah ji ber M. Cezîrî digire, û kêşa wî li gor têgihîştina xwe şirove dike, li vir jî bidin ber kêşên uõrûda eõrebî, em dê bi hêsanî bibînin, ku D. E. Fetah çawan, bi bandûra hestê xwe yê netewî, qirika rastiyê badide (4).
Dilberê îro seher avête cergê min du dox
Yek li sîne, yek li dil da lew ji min tên ax û ox
D. E. Fetah kêşa evê çarînê bi vî awayî vedikole:
Dil be rê î ro se her a
/ - / / / - / /
vê te cer gê min du dox
/ - / / / - /
Yek li sî ne yek li dil da
/ - / - / - / /
lew ji min tên ax û ox
/ - / / / / /
û weha diçe, ku kêşa evê çarînê li ser pêlikeke ( tef-île ) çarkîtî ava bûye; kîteke deng bilind(/), kîteke deng nizim(-), û du kîtên deng bilind(//); ango bi vî awayî: (/-//), lê di pêlika yekem ji birrê sêyem ( yek li sîne ) de, kîta çarem (ne) , ku di bingeha xwe de deng bilind e (/), bi duristî deng nizim(-) hatiye. Ev yeka jî, li gor boçûna wî, ji xweristiyên tîpa (e) ye, ku hin caran deng bilind tête xwendin. Her weha gelek duristiyên din jî di kêşa vê helbesta çezîrî de hene.
Lê gava D. E. Fetah weha diçe, ku kît cihên xwe diguhêrin, yên dengbilind hin caran deng nizim têne xwendin,bi carekê nîşan nake, ku kîtên deng nizim jî hin caran deng bilind dibin, bi ser dej jî gava pêde dihere, ku kîtên deng bilind hin caran deng nizim têne bilêv kirin, diyar nake, ku kînga ev kîtan dengên xwe diguhêrin. Wek nimîne, gava li ba kîta (û) radiweste, da bide xuyakirin, ku hin caran dengê wê bi duristî nizim ji devê mirov bi derdikeve, dibêje:"Lê çaxê tîpa (û), di rêxistina pêlawazan de, di cihê kîteke deng nizim de bêt, duriste ku deng nizim bête xwendin."(5). Lê diyar nake, ka kînga ew (çax) peyda dibe, an jî li kîjan cihî dengê vê kîtê nizim dibe.
Şirovekirina D. E. Fetah dide xuyakirin, ku rêbaza vê yekê heye, lê bi rastî rêbazek nîne, ku kîtên deng bilind li gor wê dengên xwe nizim bikin, lewre jî ewî çi rêbaz nîşan nekirine.Evê yekê bala Ferahîdî kişandibû, lewre weha çûbû, ku helbestvan dikare carcaran kîtekê ji pêlikekê bavêje.
Bi baweriya me, D. E. Fetah di kêlek rastiyê re derbas dibe, û bala xwe nade wê, ji ber ku kêşa her helbestê, li gor uõrûda eõrebî, bi bilêvkirina wê; ango awayê xwendina wê, diyar dibe, ji ber vê yekê jî Ferahîdî du awayên nivîsîna helbestê nîşan dike, yek awayê rêzimanî ye, û yên din awayê muzûkî uõrûdî ye, ku guh nade usûlên rastnivîsîne, belê li gor bilêvkirina peyvan tê nivisandin.
Eger em bi vî awayî çarîna Cezîrî bixwînin, kîta (ne) di birrê sêyem de, ku deng nizime(-), dê deng bilind(/) bête xwendin, kêşa pêlikê dê bibe (/-// ), û kîta (û) di birrê çarem de, ku deng bilind e, dê deng nizim bête xwendin, kêşa pêlikê dê bibe (/-/), pêre jî kêşa helbestê dê bi ser kêşa helbesta erebî ( Behr-remel) de vegere.
(Behr-remel) a eõrebî pêlikek heye ew jî ev e( fa-îla-tun/ÝÇÚöÜáÇÊÜõäú), di her birrekî malikê de sê caran dubare dibe, lê helbestvan dikare cara şeşê wê bike ( Fa-îlun/ÝÇÚöÜáÜõäú ). Kilalsîkên Kurd, ku uõrûda eõrebî xebitandine, hin caran pêlekek li kêşên wan zêde kirine, Pro.Dr. Î.M.Resûl wê kêşê hîngê bi (Behra mustezad) dinavîne. Pêre jî kêşa çarîna Cezîrî bi vî awayê jêrîn xuya dibe:
Dilberê îro seher
avête cergê min du dox
Yek li sîne, yek li dil da
lew ji min tên av û ox
}Dil berê î { } ro seher a {
Fa îla tun { } Fa îla tun {
/ - / / / - / /
} vê tecer gê { } min du dox
}Fa îla tun { }Fa î lun
/ - / / / - /
}Yek lisî ne { } yek lidil da {
}Fa îla tun { } Fa îla tun {
/ - / / / - / /
}lew jimin tên { } a xû ox {
} Fa îla tun { } Fa î lun {
/ - / / / - /
Weha diyar e, ku kêşa çarîna Cezîrî li ser kêşa behra Erremel, a uõrûda erebî ava bûye, ( Fa-îla-tun) di her birrekî malikê de sê caran dubare bûye, û cara çarem jî (Fa-î-lun) hatiye, pêre jî bûye remela mustezad.
Bi baweriya me, xebitandina kêşên uõrûda eõrebî li ba kilasîkên Kurd rastiyek e, ku divê em jê nerevin, bi ser de jî divê em vê yek wek numandeyeke (Zahîre) nerxbilind di birêveçûna helbesta kurdî de nîşan bikin, ji ber ku, di vê meydanê de, gaveke nû bû.
Lê tevî ku D. E. Fetah di vê xebata xwe de evê yekê bi paş xwe de dihêle, bi rastî ew tiliya xwe dide ser warekî, ku di avakirina awaza helbestê de gelekî nerxbiha ye; ew jî ritma
helbestê ye.
Gava ew dide xuyakirin, ku deng, hin caran, ji xweristiya xwe bi derdikevin, û yên nizim bilind dibin, û yên bilind jî nizim têne xwendin, hîngê ew ji nîşankirina wê ritmê de, bê ku binavîne, nêzîk dibe.
Bi rastî jî tevî ku, helbestê, û rexneya nû jî, bihayê kêşan û rêzbendan erzan kirine, û ew bi paş xwe de avêtine, lê nikarîne rola awazê û ritmê (Rhythm) ji bîra bikin. Eger kêş li ba helbestvan û rexnevanên kevin jêdera awazê bû, em dibînin, ku rexnevanên nû awazê di têkiliyên, ku di navbera kîtan ( berg ), dengdêr û dengdaran, û peyvan de henin, de dipelînin, û dîsan weha diçin, ku helbest bê awaz û bê ritme nabe. Fîlosof û helbestvanê Elman Goetê weha diçe, ku ramana helbestî hunerî bê ritme nîn e.
Eger huner derbirina pêjindar e, ku dikare wateyine dine, ku ji yên rava û nêzîk bihatirin, diyar bike, ritme giringtirîn alavên wê derbirinê ye, ji ber ku ew zimanê hestan e. Lewre jî rola wê di bingeha avahiya muzûkî ya helbestê de gelekî biha tê nerxandin.
Peyva ritme (rhythm ) ji zimanê Girîkan hatiye wergirtin, wateya wê herikîn e, mebesta wê jî li peyhevhatina deng û bêdengiyê, ronahî û tariyê, tevger û rawestinê, sert û nerm, kin û dirêj, sivik û giran. Ango ew zîmbola têkildariya, ku di nav beşekî û yê din, yan hemî beşên din de heye, ew beşên ku berhema hunerî ( helbest ) jê ava dibe.
Weha tê xuyakirin, ku ritme, di şêweyê wêjeyî û durvê hunerî de, her tim tevgereke li dûzan e, û hemî cureyên hunerê ( helbest, pexşana hunerî, sema…) hevpişkên wê ne, ji ber ku, wek me li jor gotye, huner derbirina pêjindar e, xwe bi ser ritmê de pal dide, û wê dixebitîne. Vê lomê, ew ji bo avakirina awaza helbestê bûye palpişt û alava serk e.
Bingeha awaza helbestê li ser du hêmanên sereke ava dibe; ew jî ritme û kêş in, lê tevî vê rastiyê, cudahiyeke gelekî zirav di navbera herduwan de heye. Da ev cudahî bête naskirin, divê mirov bi du awayan li her dengekî ( tîp) binere; divê carekê em xweristiya her dengekî, wek ku ew yekîtiyeke xweser e, bizanibin, ango wek ku ew M, N, L ….e, û cara din li wî dengî, wek çawa bilêv dibe, bête nerîn, ango divê em li taybetmendiyên dengan, di hundir siyaqa gotinê û hevokê de, binerin, wek ku ew bilind an nizm in, dirêj an kin in, xurt an jar in, sert an nerm in. Awayê bilêvkirina dengan û dengkirinê di van taybetmendiyan de diyar dibin.
Ev boçûn dide xuyakirin, ku ritme ji dubarekirina mêlodiyekê di hundir malikê, an hevoka helbestî de, peyda dibe.
Têkildariya ritmê û kêşê li gel hevdu ew e, ku her du jî xwe bi ser dubarekirinê de pal didin; ritme li ser dubarekirina hin komelên kîtan (bergan) ava dibe, lê kêş li ser dubarekirina hinek ritman ava dibe. Ev cureyê dubarekirinê berxwe dide, da lihevhatinê ( harmonî, însîcam ) di navbera peyvan û ramanan de pêk bîne, û her ku ritma vê lihevhatinê rava û eşkere be, lihevhatineke hêzdar di navbera peyvan û wateyan de peyda dibe, wêneyên hunerî jê têne zayandin, û axiftin ber bi xebitandina alavên mecazê de dihere, û hukariya xwe li ser derûnan hêzdartir dibe.Pêre jî ritme dikare şûna kêşê bigire,ji ber ku kêş ji ritman peyda dibe.
Li gor boçûan Corc Sambson, kêş ji bo helbestê bingeha dînamîkî ye, lê ritme bingeha sereke ye, ku helbestvan ramanên xwe li ser wê diderbirîne, lewre jî ritme ji kêşê bihatir e(6). Vê lomê formolîstên Rûsan weha çûne, ku hebûna kêşê ewqas ne giring e, ji ber ku axiftin bê kêş jî dikare bibe helbest, û harmoniya ku ji ritmê de peyda dibe, bi gelek awayan pêk tê, kêş jî tenê yek ji wan awaya ne (7).
Rexneya îro ritmê glekî biha dinerxîne,û weha dibîne, ku bingeha helbesta nû li ser hêmanên, ku ji rawestinê û tevgerê peyda dibin, ava dibe, û ev her du pergalên rawestinê û tevgerê jêdrea tevgera hundirê helbestê ye, ya ku durvê ritma wê dafirîne (8). Pêre jî xuya dibe, ku ritme girngtirîn hêmanê berhema helbestî ye, û her helbestek jî ritma xwe dafirîne. Vê lomê mirov dikare bêje, çi rêbazên, ku berê amadene, ji bo ritma helbestê nîn in (9), ji ber ku têkildariya zimên, peyvan an kîtan, di hundirê helbestê de, digel tevgera derûnî ya hundirê derûna aferîner durvê helbestê sînor dike, ka ritma wê sivik e, an giran e, bê ku sivikbûn, an giranbûna ritmê ewk şermeke, an kêmasiyeke hunerî bête nîşankirin, ji ber ku pergala derûnî ya aferîner bervê ritmê ber bi sivikbûn an giranbûnê de dikşîne.Eger em careke din li her du nimûneyên, ku me ji ber O. Sebrî wergirtibû, vegerin, em dê bibînin çawa ritma helbestê li gor pêlên derûna aferîner diherike (10).
Bi vî awayî, helbest berxwe dide, da sînor û bergehên, ku kêş pirê caran dixe navbera derbirinê û pergala derûna ya aferîner, derbas bike, û ber bi afirandina ritma hundirîn de here, da çi sînor di navbera hevoka helbestî û ya agehî de nemînin.
Mirov dişê bêje, haya rexneya kevin jî ji vê yekê, bi awakî ji awayan, hebû, ji ber ku rêbazên Ferahîdî yê eõreb, ku kilasîkên Kurdan, mîna Melayê Cezîrî û yên din, pejirandibûn, û helbesta xwe li gor pêdiviyên wan risitbûn; ewan rêbazan fersendên kurt dabûne helbestvanan, ku hin caran, li gor hulma derûnî, wan rêbazan piçekê biguhêrin. Gelek durvên din di helbesta eõrebî de, bi encama van guhertinên piçûk pêk hatin, lê ewana ne babeta me ne, tenê mirov dişê bêje, ku helbestê her tim ritme, durv û awayên derbirinê pelandine, ta ku kêşên amede bi paş xwe de hêştine, û ritma hundirîn pelandiye; ev ritma ku li kêlek hêmanê dengan, xwe bi ser hêmanine din de, wek ziman, wêne û zîmbolan, de pal dide, da ji têkildariya ritma derveyî, ku kêş û rista dengdêran jêdera wê ne, li gel hêmanên zimanewanî yên din mîna zimanê helbestî, wêne û zîmbolan, û hevokan û awayê avakirina wan hevokan sûdê werbigire.
Her weha helbestvaê nû, ji bo avakirina ritma hundirîn, hin caran di helbesta xwe de di navbera helbestê û pexşanê re dihere û tê, û hevokine pexşane tê de dixebitîne. Ev yeka dikare hêmanê tevgera helbestê hin caran bi hêrs û hin caran hêdî û nerm bike, ji ber ku ziman û awaza helbestî delametine hêrsdar hene, lê yê pexşanê hêdî û nerm e.
Bi rastî jî pelandina evê ritma hundirîn gelek riyên din li pêş helbestê vekirin, ku rahêje têknîkên celebên wêje yên din, mîna hewaldana çîrokbêjî, û wan jî bixebitîne.
***** *** *****
Jêder û çavkanî:
(1) Kovara Gelawêj, hej 19,sal 1979,Weşanên Partiya demikrat a kurd li Sûriyê ( El-partî ).
(2) Cegerxwîn: Hespên xoşxanên kurdî. Hawar, hej 22, sal 1933.Berhevoka Hawar, beşê yekem. Weşanên Nûdem, Stockholm 1998. rû 461,462.
(3) Biner: Pirtûka wî: Nêrîneke rexneyî li helbestên kurdî. Şam 1992.
(4) Jêdera berê, rû 40.
(5) Jêdera berê, rû 34,
(6) Pro.Dr. Mihemed Sabir Uõbêd: Helbesta eõrebî ya nû di navera bingeha wateyî û ya ritmî de. Bi zimanê eõrebî, Şam 2001, rû 21.
(7) Grupekî daneran: Têora rêbazê durv, wergera eõrebî. Îbrahîm El-xetîb, çapa yekem, Bêrût 1981, rû 16.
(8) Biner: Pro. Dr. Mihemed Sabir Uõbêd. Jêdera berê, rû 26.
(9) Îlyas Xorî: Lêkolînên rexneya helbestê: bi zimanê eõrebî, çapa duwem,Bêrût 1981, rû 101.
(10) Biner : Durvkirina demdarî, di vê lêkolînê de.

 

     
   Heyder Omer