Na ! Na ! Mamoste Berzo Mehmud.
Çanda kurdî bi zaravê kurmancî jî he ye .
19.o6.2007
Rêzdar Berzo Mehmud nivîskar û zimanzanekî ji Kurdistana Rojava ye, ewî
di pir kovarên kurdî bi zimanê kurdî, zaravê kurmancî gotar û lêkolînên
zimanewaniyênivisîne, mamoste Berzo gelek salan di desteyên kovarên bi
zimanê kurdî de mîna"Gelewêjê " û " Pirsê" bi jêrbûn kar kiriye, ji bo
min cihê rûmetê ye ku min jî li gel wî û hin hevalên din, nivîskarên
rêzdar mîna Heyder Omer, Rizo Osê, û Merwan Osman di desteya kovara
"Pirsê " dekar kirî ye .
Mamoste Berzo danerê pirtûkeke zimanewanî (Rênivîsa peyva kurdî) li ser
zimanê kurdî (zaravê kurmancî) ye.
Berêz Husên Ehmed hevpeyvînek bi zimanê erebî li ser zimanê kurdî bi
mamoste Berzo re di malpera "welatê me" de weşandî ye. Mamoste Husên
pirsên balkêş, mîna van pirsên jêrîn ji mamosteyê zimanzan kirine;1-Ji
bo çi ew bi zimanê kurdî dinivîse ?2- Eyan lêkolîner Berzo dikane hest û
nirînên xwe bi zimanê kurdî derbibire ?3- ji bo çi hemû Kurd bi tîpên
latînî nanivîsînin ?4-Çawa berêz Berzo li helwestên partiyên kurdî di
sebaret zimanê kurdî de temaşe dike?
Li gor nirîna min, mamoste Berzo bi awakî giştî bersivên têrkirî û sudar
dane, wek nimûne ew jî di vê baweriyê de ku zimanê kurdîpêwîst e bi
tîpên latînî bête nivîsîn, lê eger ewa niha dijwar be jî, lê divê
zaravên kurdîbi kêmasî niha di warê ferhengî de bibe yek û her weha ewî
bersivên din jî bi zanstîpelandine, lê nirîna ku gelek bala min kişandî
ye ev e; lêkolîner dibêje; DI RASTIYÊ DE EZ ÇANDA BI ZIMANÊ KURDÎ
(ZARAVA KURMANCÎ) NABÎNIM.
Di rastiyê de, min jî nedixwast bawer bikira ku hevpêşeyê me yê berêz,
weha pir hişk li zaravê kurmancî û berhemên kurmancî temaşe dike..lê di
hevoka wî de pir zelal e, ewçanda kurdî bi kurmancî nabîne, ango ewa-
tune ye-!
Di vê derbarê de dixwazim ji berêz Berzo re bêjim; ku te xwe zor şaş
kiriye, ji ber
ku ÇANDA KURDÎ BI ZARAVA KURMANCÎ HEYE lê ewa niha nedi asta pêşketina
zaravê soranî de ye, bi ya min be, ev nirîna pirtir cihê xwe di warê
zanistiyê de digre.
Ez gelek bawerim ku nivîskarê me Berzo navên van mezinan rind zane û
berhemên wanpir baş xwedine, ew gelek çak zane ku evanan di çand û wêja
kurdî de gelek gernas û payebilind in; tenê ezê li vir navên çendekan
hûnim bîra dostê xwe yê hêca, ewên kuraperînên wêjeyîdi berhemên xwe de
çê kirine ; MeleEhmedê Cezîrî, Feqiyê Teyran, Eliyê Herîrî û paşê Mîrê
helbesta kurdî, pêşengê ramana netewîEhmedê Xanî ku îro navê wî di nav
wêjeya kevneşpoî ya cîhanî de hatiye naskirin.
Herweha Mile Mehmud Bayezîdî bi berhemên xwe di nav rojhilatnasan de jî
dîsan pir navdar e
Nivîskar Erebê Şemo damezrênerê ramana kurdî bi berhemên xwe " Kela
Dimdim".û Şivanê Kurd li seranserî Kurdistanê nasraw e û bi dehan
pisporên wêje û zimanê kurdî li Sovyetistana berê mîna Prof.Dr.Qenatê
Kurdo, Prof.Dr. Haciyê Cindî, prof. Dr.Celîlê Celîl, Prof.Dr. Zerê
Yosif, prof..Dr Celilê Celîl, wêjevan Elî Ebilrehman, lêkolîner û
helbestvan Çerkesê Reş,helbestvan, ramannivîs û lêkolîner Tosinê Reşît.
û bi dehan û dehan berhemên xwe (Raman, helbest , çîrok, lêkolînên
zimanewanî, rexneyî)bi KURMANCÎ nivîsîneur
Eger li nik mamostê rêzdar rojnamegeriya kurdî beşek ji çanda kurdî be,
divê ez eshe Şahsîwarê rojnamegeriya kurdî Miqdat Medehet Bedirxan û
yekemîn rojnama " Kurdistan "( 1898 )bi bîra wî hûnim.
Ma ne tiştekî matmayî ye ku lêkolînerê me, zimanzanê me di warê kurmancî
de naxweze mamosteyên xwe û yên me hemûyan di warê rêzimanê kurmancî de
mîna Celadet Bedrixan, Reşitê Kurd, Qenatê Kurdo û bi dehanyên nû jî
bibîne ?
Ez naxwazim navên hemû kovar û rojnamên kurdî bi zaravê kurmancî li vir
bi nav bikim, lê ez neçar im bi kêmasî dîsan navên van kovaran mîna "
Hawarê ", Ronahî". "Stêr" Gulistan", "Gelewêj", "Pirs", "Gurzek Gul"
Newroz" "Pênûs" û h.d.hûnim zimên .
Lê dîsan eztênagînim ku ji bo çiberêz Berzo nexwastiye berhemên seydayên
me Cegerxwîn, Osman Sebrî, Hesen Şiyar, Ehmed Namîtîrêj yên wêjeyî û
dîrokî û zimanewanî bibîne?
Îro gelek nivîskar û rewşenbîrên navdar li Kurdistana Rojava peyda bûne,
û ewanan bi berhemên xwe çanda kurdî bi zaravê kurmancî dewlemend
kirine, navên mîna bavê Nazê,Dr. Husên Hebeş, Heyder Omer, Muhemed Osman
(Hemdo),Hêmin Kurdaxî , Nezî Palo, DiyaCiwan,Helîm Yosif, Can Dost,
Pîrustem, Şahîn Soreklî, CanKurd, Mistefa Reşît, Gundî, Awazê Kalo
Rûxwaş, Bextreş, Rizo Osê, Berzo Mehmud, Elî Cefer, Şêx Elî, Deham
Ebulfetah, Keça Kurd, Konê Reş, û yên mayîn di ezmana çanda kurdî de bi
kêmasî li Rojavayê Kurdistanê pir geş in, lê dîsan berêz Berzo
nexwestiye wan jî bibîne, ji bo çiez nizanim ??? Mebesta wî çi ye ? Ez
dîsan nizanim. !!??..
Eger ez vegerim Kurdistana Başur, bê guman e li wir jî bi sedan
lêkolîner, helbestvan, rojnamevan wêjevan bi zimanê kurdî, zaravê
kurmancî pirtûkên xwe pêşkeşî pirtûkxana kurdî kirine, mîna ku ez zanim"
Yekitiya nivîskarênkurdistanê " taya Dohukê nîzîkî ser pirtûkî bi
zimanêkurdî zaravê kurmancî çap kirine, yanê ez dîsantênagînim ku çawa
mamostê hêca nexwestiye navên mîna Sadiq Beha eldîn, Noredîn Brîfkanî,
Ehmed Nalbend, Ebdirehman Mizurî, Muhsin Qoçan, Hesen Silêvanî, Selah
Sedelela, Dr.Fadil Omer, Seîd Dêreşî, Dr. Mesud Kîtanî, Tehsîn Doskî,
Mihemed Emîn Doskî, Xelîl Dohokî, Necîb balayî, Hêvîn Berwarî, Bayiz
Omer, Dr. Kamîran Berwarî û bi sedan navdarên din û berhemên wananbibîne
?
Eger ez navên hemû nivîskar û lêkolînvanên Kurdistana Bakur jî li vir
hûn zimên, dê gotara me tenê bi navên nivîsevanên zimanî kurdî, zaravê
kurmancî mişt bibe, lewra jî ez hêvî dikim ku evan navên jorîn û hîn bi
sedan, navên mayîn bala nivîskarê meBerzo ber xwe de bikşînin, taku
ewanan ji aliyê tu kesan de, ne îro û sibe netên setemkarkirin.
Ez dixwazim di vê sebaretê de ji berêz Berzo û ji xwendevanên rêzdar
carek din xalek an diyardeyeke zanistî di warê pêşketina şaristaniyê,
çand û wêje de li nik gelan yan li cem mirovan biçespînim, Yanê eger em
bêjin, wêja êngilîzî ji wêja almanî pêşdatir e, eva qet netê vê wateyê
ku em wêja almanî nebînin, yan eger em bêjin , wêja almanî ji ya gelê
Alban pêşdatir e, dîsan eva netê vê wateyê ku em çanda û wêja gelê
Albabnebînin .
Dîsan eger ez niha bêjim çand û wêja gelê Rus pir ji ya gelê Daxistanê
pêşdatir e , careke din ne ji mafê min e ku ez Resul Hemzatov nebînim û
.h. w. û nimûneya min ya herî dawiyê ev e, eger ez bêjim Kurdistan
Mukriyanî zimanzaneke pêşketî ye, dîsan eva netê vê wateyê ku ez Berzo
Mehmud, Selîmê Biçûk, Keça Kurd, Dr.Muhemed Ebdo, Mistefa Reşit,
Dr.Zeredeşt Haco, Deham Ebdil Fetah nebînim!!
Eger seyda Berzo dibîne ku çanda kurdî bi zaravê soranî li gor zaravên
din li pêş e, ezzû kanim ji wî re serê xwe bihejînim, lê eger ew dibêje;
ezçanda kurdî bi zaravê kurmancî nabînim!!!, ez bawer dikim ku tu kes ji
nivîsevanên me nikane vê nirînahişk bipejrîne, lê ez pir bawer dikim ku
hin zimanzanên zaravê soranî mîna Kurdistan Mukriyanî yan Ferhad Şakilî
ûhin rewşenbîrên mîna Muhsên Ciwanmêr, dê pir zû ji mamoste Berzo bawer
bikin û nîrîna wî mîna çekekê li hember zaravê kurmancî bi kar hûnin û
jime hemûyan re bêjin, de werin Kurmancino ! va ye zimanzanekî we bi xwe
dibêje; çanda me bi kurmancî tu ne ye !! Vêca ji bo çi hûn dev ji tîpên
latînî bernadin? Hûn ji bo çi dev ji zaravê kurmancî bernadin … De bila
hemû kurmancaxêvtenê bi zaravê soranî bixûnin û binivisînin . …
Lê bi ya min be mamoste Berzo ta radeyeke bilind bi dadmendî rexna xwe
di derbarê qelsiya partiyên kurdî di warê zimanê kurdî de arast dike, ew
dibêje; faktorên obyektîv rolên xwe di şûndamayina zimanê kurdî de
dilîzin, lê faktora subyektîv ango (partiyên kurdî )ne hêzeke karîger e
ku zimanê netewa xwe pêşda bibe. Herweha jî ew rexna hin rewşen bîrên
Kurd dike, ewên ku rêzê li zimanê dayika xwe nakinûxwe bi zanîna zimanê
erebî serbilind dibînin.
Ez li virpir dixwazimpiştvaniya nirîna Berêz Berzo bikim, û ez jî dengê
xwe bi wî re bilind radikim û dibêjim belê; piraniya partiyên tevgera me
li Kurdistana Rojava di warê zimanê kurdî de qels in, ewanan xwe ji bo
zimanê kurdî nawestînin, ez li vir tenê hez dikim nimûneke zindî ji
xwendevanan re binivisînim.Di êvarekê de, di sala 1998-99 an
de,sekretêrek ji sekretêrên partiyên me li Helebê sêmînarek ji
rewşenbîrên Kurd re lidarxist, piştîku ewî axivtina xwe bi dawî anî,
rewşenbîrekî nirîn û baweriyên xwe li ser kêş û aloziyên tevgera kurdî
derbirî, mîvanê me, sekretêrê rêzdar pir eşkere gote beşdaran, bi rastî
min ji axivtinên evî mamosteyî tiştek fêm ne kir..ji ber ku ewî gelek bi
zimanekî kurdî paqij peyvî, lê mixabin ez hîn ne di wê asteyê de me …. .
Eva kêmasiya ne tenê li nik ewî heye, gelek mixabin ewa li nik piraniyên
serok û pêşengên tevgera me heye, lewra jî em dibînin zaravê kurmancî bi
piranî bi pênûsên rewşenbîr û nivîskarên zaravê kurmancî pêşda diçe.
Lê divê ez vê rastiya dîrokî jî berçav bikim; mîna ku ez zanim hin partî
ji zû de û hin dezgehên nûh jî koreyên zimanê kurdî vekirine û niha bi
sedan li seranserî Kurdistana Rojava şagirt û mamosteyên nûh çê bûne,
eva rastiya jî cihê pesnê ye, ez lava dikim hemû partiyên din jî di vî
warî çalak bin, pêşketina zimanê kurdî erka hemû partî û rewşenbîran e,
bi nirîna mintêkoşîna netewîbê zanîna zimanê kurdî, bê weşandinakovar û
rojnamênkurdî û dipileyeke bilinde,ewa dibe têkoşîneke ne tewaw ûne
tomî.
Di dema niha de li Kurdistana Bakur jî rewşa zimanêkurdî pêşda diçe,
kongire û konfiransên zimanê kurdî û wêja kurdî li dardikevin, dîsan eva
nîşana pêşketina zimanê me (zaravê kurmancî ) ye .
Ji ber van hemû rastiyên pelandî, divê em çanda xwe bi zimanê xwe (
zaravê kurmancî ) bibînin û em zû zû hemû samanên xwe yên wêjeyî, çandî,
zimanewanî, rojnamegerîbi destên xwewenda nekin.
.
Li dawiyê ez hêvîdar im ku minbi van du, sê rûpelan zengileke biçûk ji
xwendevananre lêxisti be, ta ku ewanan jî baweriyên min dewlemend bikin
yan kêmûkurtiyên min zelal bikin .
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |