|
Nivîskar Ferhad Şakilî dîsan hêrişan dibe ser
Bedirxaniyan
lê nivîskar, siyasetmedar û dîrokzanên me çi dibêjin
?????????????????
25.06.2007
Nivîskarê nasdar ji Kurdistana azad Hesen Silêvanî
kurtegotarek rexneyî bi navnîşana "Çima ev hêrişên hovane li ser
Bedirxaniyan??" derbarê zimanê kurdî de di malpera "rojava.net"de di vê
mehê de weşandiye.
Rêzdar Hesen Silêvanî dinivîse; mixabin di kongira
perwerdeyî de li Hewlêrê di rojên 22-24 gulanê 2007 an de hêrişek dijwar
bi rengekî jehrawî û plankirî ser malbeta Bedirxaniyan ji nû ve hate
kirin .." û ew hîn dinivîse; bi çi mafî wezareta perwerdeya Kurdistanê
qebul kiriye ku ew koma nivisînên bi cehrê reşandî li jêr navê zimanê
standarda kurdî û alfabaya standarda kurdî, komel gotar li dijî
kurmanciyê û malbeta Bedirxaniyan werin xwendin ?? Berêz Hesen Silêvanî
ji xwendevanên xwe re hin peyvên rêzdar Ferhad Şaklî bi kurtebirî
dibelgîne;."Li nav Kurd e, kes bi qaserî binemala Bedirxaniyan dilsozî
bîr û bawer û îdyolokî yê Etaturk ne bû…" Ewan eger çi bi rewalet li
dijî Turkiyê bûn, lê belam di rastiyê de nakokiyên wan tenê li ser
destlatê bû.
Celadet û Kamîran Bedirxan li hemî jiyanê xwe de hewlî
eweyan de da lasayî yî Etaturk bikene we û zorîş le dilewe sersamî
kesayetî bîrkirdinewey Etaturk bûn…."
Di rastiyê de, helbestvan û lêkolînerê wêjeya kurdî ne
cara yekeem e ku hêrişên ne rewa dibe ser binemala Bedirxaniyan û bi
taybetî li dijî mîr Celadet Bedirxan.
Ewî hîn di 27.10.2oo5 an, di hevpeyvînekê, di malpera
dimane.com de gotiye;" Ew alfabaya ku Celadet Bedirxan çê kiriye û
kurmanc pê dinivîsînin, xebata împiryalîstan e û ji bo perçekirina
Kurdistanê ye, lewra jî ew alfabaya jî seqet e, ne zanistî û ne kurdî ye
û bi kêrî zaravê kurmancî jî nahêt .." Herweha jî ewî goti bû; ku kes
bi qasî malbeta Bedirxaniyan dilzozê raman û îdyolociya Ataturk ne bû,
ew malbeta ji dil heyrana kesayetiyî û hizrên wî bû…"
Dr. Haşim Ehmed Zade, zimanzaneke ji Kurdistana Rojhilat
e, di bersiveke xwe de ji berêz Ferhad Şakilî re dinivîse; bi baweriya
wî (F.Şakilî ) Bedirxanî casosin împiryalîstan bûn….." lê Dr. H.E.Zade
bi vê wateyê jî, nirînên wî pûç dike û dibêje; "Ew (F.Şakilî) ji
danûstandinên belgeyî, aqilane û objêktîva akadêmîk dûr in …"
Mebesta min ji vê gotarê ne ew e ku ez ji xwendevanên
rêzdar re peyv û nirînên Ferhad Şakilî li ser Bedirxaniyan û tîpên
latînî çewt derxînim, çimkî di nirîna min de, eger ez, an hevalekî
dîtir niha berevaniya têkoşînên binemala Bedirxaniyan ji bo mafê netewa
Kurd bike, yan jî xebatên wan yên ronakbîrî û zimanewanî, yan çapemenî
dîsan di berçavan re derbaz bike, yanê em ji nirxa mîr Bedirxan, Meqdad
Medehet Bedirxan, Celadet Bedirxan, Kamîran Bedirxan, kêm dikin, ji ber
ku ta roja îro pisporên dîroka kurdî, pisporên zimanê kurdî, pisporên
dîroka weşanên kurdî û bê awerte herdem nirxeke pir buha dane û hîn jî
didin berhem û têkoşînên binemala Bedirxaniyan.
Vêca li vir, ne ez û ne jî bi sedan rewşenbîrên
Kurdistanê hîn nikanin bawer bikin ku niha kesek mîna Ferhad Şakilî û
hin layingirên wî berxwe didin ku raperînên netewî û çanda kurdî yên
Bedirxaniyan bi nirînên xwe yên navçeperestî û yên pir tirsdar
bişewitînin.
Lê pirsgirêka pir alozber ew e; ku hin pisporên
zimanewanî û wêje bi navê konfiranseke fermî û di bin sîbera dezgeya
perwerdeyî de li Hewlêrê, paytexta Kurdistana azad, dîroka Bedirxaniyan
bi mebest reş bikin.
Ferhad Şakilî mebesta xwe pir zelal kirî ye; ew li dijî
alfabaya latînî ye, ewî bê bingeh û şîrovekirinên zanistî li dijî tîpên
latînî derdikeve, ne ewî û ne kesekî dîtir ta niha nikanî bû ji
xwendevanên Kurdistanê re, an ji zimanzanên ewropî re mêlag bikirana
ku tîpên latînî ji bo Kurdan, astengiyên zimên çê dikin !! lê li aliyê
din pir zimanzanên kurdî,(zaravê kurmancî ) bi dehan û dehan lêkolînên
zanistî terxandine zimanê kurdî û pêşniyar kirine ku tîpên latînî ji bo
zimanê kurdî baştirîn û rastirîn tîp in .lê tucarî nivîskarekî yan
zimanzanekî zimanê kurdî (zaravê kurmancî) negotiye ku danerê tîpên
erebî ji bo zimanê kurdî împiryalîst in yan jî, ewanan nokerên
regezperestên Ereban ne ..!!!! danûstandinên bi vî rengî nirxên alavên
zanistiyê nizim dikin.
Dîsan pêwîst ez vepirsîneke giring bavêjim gorepana
hişmendiyê; ma gelo ji bo çi di vê mawa dawiyê de dijayetiya tîpên
latînî -kurmancî, û zaravê kurmancî pir dibe ?
Ma gelo ji bo çi hin kesayetiyên siyasî û karmendên
wezareta perwerdeyî li Kurdistanê piştvaniya vê rêbaza çewt û ne
zanistî dikin ?
Ma gelo kî ji siyasetmedar, nivîskar, dîrokzan,
zimanzan, wêjevan û rojnamevan li Kurdistanê yan li dervayî welêt nizane
ku mîr Bedirxan kî ye ?Kî ji van nizane ku mîr Meqdad Bedirxan kî ye ?
Kî ji van nizane ku mîr Celadet Bedirxan kî ye ?Kî nizane ku
Prof.Kamîran Bedirxan Kî ye? ? Ji bo çi evanan niha bûne noker û casos?
Welatparêziya binemal Bedirxaniyan li seranserî
Kurdistanê naskirî ye, hemû siyasetmedar, şoreşvan, nivîskarên
Kurdistanê nirxeke buha didin têkoşîn û berhemên vê binemala
netewperest û şoreşger. Ez dixwzim li vir mînakekê tenê ji kesên mîna
kek Ferhad re hûnim zimên; gava Prof.Dr.Kamîran Bedirxan ji Ewrupa diçû
Kurdistana başur, serokê nemir, pêşengê gelê Kurdistanê Mila Mistefa
Berzanî pêşwaziya rêzdarê nemir Kamîran Bedirxan dikir û li gor hin
çavkaniyên devkî dihate gotin, ku serokê nemir çentê Dr.Kamîran
Bedirxan radikir !!!!
Ma gelo eger kesayetiyek mîna serok Berzanî , çentê
Dr.K.Bedirxan radike! Yanê eva li nik kek Ferhad û yên mîna wî çi
wate ye ??
Dîsan nimûneke din, gava şoreşa Kurdistana Îraqê di sala
1975 an de têk çû, û nelihevî di nav tevgera siyasî û nav tevgera
xwendekarên Kurd li Europa dest pê kir,Têkoşer û rêzdar mam Celal
Talbanî û têkoşerê nemir Norî Şawîs li kongira me ya xwendekaran KSSE
li Berlîna Rojava beşdar bûn.Em mîna endamên komelê di kongirê de amede
bûn, me ji nişkava dît ku rêzdarên têkoşer mam Celal Talbanî û nemir
Norî Şawîs rabûn ser xwe û li piya mîna leşgeran rewestiyan, lê me li
pişt xwe temaş
kir, me dît ku nemirên mîna Prof..Kamîran Bedirxan, Dr. Noredîn Zaza
û Hemreşê Reşo derbazî hundira kongira me dibin, yekser em hemû li
ser piyan rawestiyan û me li gel berêzan mam Celal Talbanî û Norî Sawîş
didan çepkan ta ku ewanan cihên xwe li rex têkoşer mam çelal Talbanî
girtin.
Bê guman kek Ferhad baş zane ku 22.nîsanê cejna
rojnamegeriya kurd e, û di vê rojê de li Kurdistana azad jî, li
seranserî Kurdistanê û li dervayî welêt wêneya mîrê rojnameya kurdî
Miqdad Medeht BEDIRXAN bi dîwaran ve tête daliqandin. Ma gelo kek
Ferhad qet ji hukumeta herêma Kurdistanê ne pirsî, ku ji bo çi ev –
nokera-li nik Kurdistaniyan cihê rêzdariyê ye ?
Eger em vegerin ser mijara zimanê kurdî û tîpên
latînî, tu kes nikane ji me tu kesî dîtir qedexe bike ku ewa nirînên xwe
di derbarê zimanê yekgirtî de bipryve an binivîse; lê divê em hemû rêzê
li nirînên hev yên zanistî bigrin, divê kesên mîna rêzdar Ferhad bi
awakî zanistî pêşniyarên xwe bike û divê ew bi rêzdarî jî li lêkolînên
zanistî yên birayên xwe Kurmanaxêv jî temaşe bike, yekgirtina zimanê
kurdî, aloziyên zimanê me bi vêbextiyên erzan çareser nabe. Pirsgirêka
yekitiya zaravên kurdî ne hêsan e, ji bo wê xebat û pir lêkolînên
zanistî, konfirans û kongirên kurdistanî pêwîst in .Bi ser vê de jî
niha hukumeta herêma Kurdistanê û gelê Kurd xerîkî hin pirsên din yên
rojan ne, siyasetmedar, rewşenbîr û nivîskarên şehreza rewşa Kurdistanê
û Îraqê baş dibînin û ewanan dizanin kînga yekitiya zimanê kurdî dest
pê dike.Di vê derbarê de jî
serokê herêma Kurdistanê kek Mesud Berzanî bi zanistî û
hişmendî gotiye;" NIHA NE DEMA ZIMANÊ YEKBÛYÎ YE "
|