Têkoşîna nîvsedsalî li Kurdistana Rojava li gelê
Kurd
û li hêzên dêmokratîxwaz
PÎROZ BE
13.06.2oo7
Di destpêka sedsala 20 ê de rûdawa koledaran mîna Firansa û Birêtaniya
hate holê, ewa ji bo gelên cîhanê seretayeke bêzar bû, şerê cîhanê yê
yekem 1914-1918 ji bo bidestxistina berjewendiyên koledaran pêk hat. Di
encama vî şerî de, Kurdistan cara duhem li gor Peymana Saykis-Pîko(1916)
parve dibe û Kurdistana Rojava (Cezîrê, Ciyayê Kurmênc û Kobaniyê) li
gor peymana Turkiyê û Firansa di 20.10.1921ê de bi Sûriyê re dikeve bin
nîrê Firansa .
Dîroka Firansa li Sûriyê reş e, ewê cidabûn ne dikir navbera gelên Ereb
û Kurd, lewra gelê Kurd jî mîna azadîxwazên Ereb bi hemû tiwanên xwe li
dijî koledra Firansa têkoşîn dikir û ji jo azadiya Sûriyê bi camêrî
qurbanî pêşkş kir. Lê piştî ku Sûriyê bi saya têkoşîna gelê Kurd jî di
17. 04.1947 an de ji koledarên Firansa rizgar bû, destladarên Sûriyê pir
zû heval û dirawsiyê xwe(gelê Kurd )jibîr kir, ewanan tucarî nikanî bûn
nasnama netewî ya gelê Kurd nas bikirina, bi ser vê de jî, ewanan zor û
setemkarî li gelê me dikirin.
Ronakbîrên gelê me nikanî bûn rewşa awerte li ser gelê xwe
bipejrandana,lewra jî hin komele, rêxistinên civakî, û klup bi destên
wanan li Kurdistana Sûriyê hatin avakirin û paşê di roja 14.06.1957 an
de hin têkoşreên rêzdar mîna nemir Osman Sebrî, nemir Dr .Noredîn Zaza,
Reşît Hemo, nemir Mihemed Elî Xoce, Ebdilhemîd Derwîş, Şewket Henan û
hin din yekemîn rêxistineke siyasî û bi armancên netewî zelal bi navê
"Partiya dêmokrat ya Kurdistanê (Sûriyê) damezrandin.
Di roja 14.06.2007 an de nîvsedsal tomî di ser avakirina yekemîn partî
li Kurdistana Sûriyê re derbaz dibe, eva roja, roja destpêkirina tevgera
azadîxwaza gelê Kurd li Kurdistana Rojava ye, hemû partiyên me, hemû
rewşenbîr û kesayetiyên welatparêz xwe bi bîranîna vê roja pîroz şehnaz
dibînin.
Di rastiyê de, ji sala 1957 an û ta sala 2007 an de pir mixabin gelek
partîyên me hatine damezrandin, li gor ku ez zanim hejmara wan bi yên
mezin û bi yên pir biçûk ve, nimra 14 an derbas kiriye, lê li gor
yasayên siyasî û rêxistinî, bizava me ya dadmend van hemû partiyan
diçerçewîne, lewra jî gava ez niha bêjim tevgera me li Kurdistana
Sûriyê, û bê ku ez bêjim eva partiya jîr e û ya din qels e, yanê ez hemû
partiyan û kesayetiyên siyasî serbixwe jî bi nav dikim.
Di bin siya van çend rêzikên jorîn de dixwazim li vir hin rastiyên
siyasî û rêxistinî pir bi lez li Sûriyê biçespînim. 1-Tevgera me ji roja
damezrandina xwe de û ta roja îro têkoşîneke dadmend û aştiyane ji bo
pêkanîna dêmokratiyê û bi destxistina mafên netewî li dijî hukumetên
regezperest û ne dêmokrat dike.2-Tevgera me ji roja rojê de ji bo
biratiya gelê Ereb û gelê Kurd dixebite .3-Tevgera me tu carî negotiye;
emê Kurdistana Rojava ji Sûriyê veqetînin.4- Tevgera me baweriya xwe bi
karên hevbeş bi rêxistinên dêmokratîxwaz re li seranserî Sûriyê tîne.5-
Tevgera me xwe beşek ji bizava dêmokratîxwez û aştiyane li Sûriyê û li
Cîhanê dibîne.6- Tevgera me di xebata xwe de, xwe naspêre ser dewlet û
hêzên keysebaz û xwaên dîrokên ne paqij.7- Tevgera me tucarî li dijî
berjewendiyên gelê Sûriyê ne xebitiye.8-Tevgera me herdem berevaniya
gelê Sûriyê û axa Sûriye kiriye û gelek diyardeyên din erênî ji sirûşt û
riweşta tevgera me ne .
Li aliyê din destladarên Sûriyê ta roja îro qenciyek bi gelê Kurd
nekirine, ewanan tenê zordestî, setemkarî, arebkirina navên gund û
bajarên Kurdan, hejmara awerte(,ango vekşandina nasnamên hemwelatiya
Sûriyê ji sêsed hezar Kurd), zepkirina erdên Kurdan û erebkirina wan
(Kembera erebî) kirine .
Herweha jî destlatên Sûriyê naxwastine gelê Kurd mîna neteweke serbixwe
xawên dîrok, şaristan, çand û ziman bibîne,lewra jî ewanan ta niha rêdan
ne didan û nadin zarên me ku bi zimanê dayikên xwe bixûnin, çand û wêja
xwe nas bikin,û gelê me kovar û rojnamên xwe serbest biweşîne. .
Bi ser van hemû zordestiyan de, ewanan bi sedan têkoşerên gelê me
derbend dikirin û hîn jî dikin,û wanan bi pir awayên derûnî û laşî
dêşandin û hîn jî dêşîninn.
Eger çiqas tevgera me niha ne li hev be jî, ango ewa ne di
tenderustiyeke baş de dijî, lê dîsan ewa li gor gengaz û hêzên xwe, li
gor mercên siyasî li Sûriyê û li gor heyama siyasî ya cîhanî têkoşîna
xwe didomîne û berxwe dide ku vîna gelê Kurd derbibire .
Em çiqas xalên erênî yên tevgera xwe dibînin, lê em ji ber pir xalên
neyînî jî di bizava xwe de dinalin, bi ya min be û bi kurtî, divê ne
tenderustiya tevgera me, bandura neyînî li wireyên me yên netewî, siyasî
neke, û nehêle ku em bi reşbînî li tevgera xwe temaşe bikin, ji ber ku
reşbînî jî bi xwe nexweşiyek hîn girantir e, bervajiya wê, pêwîst e em
nexwşiyên tevgera xwe bi geşbîniyê çareser bikin, çimkî dîroka gelek
tevgerên siyasî, şoreşên azadiyê ji aloziyên siyasî û rêxistinî ne
rizgar bûn, lê li dawiyê ewanan bi geşbînî û bi berxwedanên pîdar
armancên xwe pêk anîne .
Ez jî di vê baweriyê de me ku tevgera me dê pêşkeve, dê di pêşerojê de
xwe ji pir kêmaniyên rêxistinî û siyasî azad bike, di vê sebaretê de jî
ez pir bi hêvî me ku rewşenbîrên siyasî , kesayetiyên siyasî serbixwe ,
nivîskar û rojnamevanên welatparêz destên xwe ji tevgera xwe venekşînin
û bi herdem bi awayên hişmendî û zanistî li gel tevgera xwe aloziyên
ramanî ,siyasî ,çandî, rêxistinî bi nirîn û pêşniyarên xwe çareser
bikin.
Bi bûneya vê cejna mezin ya tevgera me, ez gelê me, hemû partiyên bizava
me, hemû rewşênbîr û nivîskarên welatparêz li Kurdistana Sûriyê pîroz
dikim.
-Bila bi sedan çepkegul li ser gornên damezrênerên mîna nemir apo Osman
Sebrî , nemir Şewket Henan , û nemir Muhemed Elî Xoce û yên mayîn bin !
-Hezar silav li damezrênerên mîna Mamoste Reşît Hemo û mamoste
Ebdilhemîd Derwîş û yên mayî bin.
-Bila bi sedan gurzên gulan li ser gornên pakrewanên tevgera me bin.
-Bila bimre zordestî û şovînîstî !
-Bijî dêmokratî li Sûriyê !
- Bijî tevgera me ya azadîxwaz !
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |