Dabeşbûna tevgera me li Rojavayê Kurdistanê bi
destên me bû
û hêzkirina bizava me jî bi destên me ye
Ramangirê Ereb Prof.Dr.Burhan Xelyon dibêje;
" ÇARENÛSA ME NE LI SER ENIYA ME HATIYE NIVSÎN;
LÊ EWA BI DESTSÊN ME ÇÊ DIBE:"
Bê serdorên dirêj dixwazim yekser li ser çarenûsa gelê Kurd û welatê me
Kurdistanê rawestim. Di pêvajoka dîrokê de ji ber dewlemendî û samanên
Kurdistanê,yên li ser erdê û bin erdê, welatê me her dem bi destên
neyaran, dagîrker bû ye. Ewa bi destên neyaran çend carkî hatiye
dabeşkirin û bi destên dijminan samanên welatê me hatine dizîn, ta niha
jî li sê beşên din jî ji aliyên destladran de têtin dizîn, gelê Kurd bê
vîna xwe û bi darên zorê ji dewlemendiya xwe bê par ma ye.
Çarenûsa gelê me ta roja îro bi giraniyek pir mezin bi destên biyaniyên
dirawsê û paşê bi destên koledarên ewropî hatiye destnîşankirin, ango
mîna ku li jor Dr. Burhan Xelyon nivisiye; "Çarenûsa me ne li ser eniya
me hatiye nivisîn ; lê ewa bi destên me çê dibe ..". Yanê çarenûsa gelê
Kurd jî li ser eniya gelê Kurd û li ser eniya Kurdistanê ne hatiye
nivisîn, ewa bi destên dijminan, koledaran hatiye parvekirin û
bindestkirin, lewra divê ewa bi destên me jî bête azadkirin.
Gelê Kurd di jiyana xwe ya siyasî û netewî de ji hemû miletên hawîrdoren
xwe û ji gelên cîhanê re mêlg kiriye ku ewî bi destên xwe, bi hêzên xwe,
bi xûna xwe pir ji bo çarenûsa xwe berxwedan kiriye û hîn jî ew bi hemû
kanînên xwe di vê riya pîroz de bi pîdarî berdewam e . Di nirîna min de
riweşta herî giring û baş ku mirovê Kurd kane xwe pê serbilind bibîne ew
e, ku ew yekcarî nikane zor û setemê bipejrîne û ewa bê sênor baweriya
xwe bi azadiya xwe tîne, ev rastiyên erênî dîroka gelê me xemlandine, lê
pirsgirêkên herî mezin li nik me, ne başbûna karên rêxistinî û
dabeşkirina trevgera me ne.
Di vir de ez naxwazim li ser aloziyên rêkxirawî li beşên din ji
Kurdistanê rawestim, lê ez niyaz dikim ku bi çend rêzkên sakar dîsan
rewşa tevgera me di warê rêxistinî de di ber çavên me re derbaz bikim.
Yanê cerkî "Partî dêmkoratî Kurdisanê li Sûriyê di sala 1957 an de
hatiye damezrandin, ne bi xêr cara yekem partiya me di sala 1965 an bûye
du beş, di sala 1972 an de bû ye sê partî û paşê her çend salan her
patiyek ji van partiyan dubare an sêbare bi destên me hatiye perçe,perçe
kirin,li dawiyê mîna ez zanim hejmara wan bi partiyên biçûk ve gihane 14
partiyan.
Me berê ji gelê xwe re digot; ev partiya yemînî ye (rastgir e) ya din
yesarî ye (çepgir e), ya sisiyan berzanîst e, ya çaran serbixwe ye.
Belkî di wê demê de pir kesan dikanîn bi hêsanî baweriya xwe bi vê
partiyê an bi wê partiyê bihanîna,lê piştî ku her yek ji van partiyan bû
ye çend beş, vê carê gelê me bi sanahî jî riya xwe di warê rêxtinî de
şas dike, bi sed hezaran Kurperwer ji hev û ji endamên partiyan vekirî
dipirsin û dibêjin; eger partiyek rastgir e, ya din çepgir e, ya sisiyan
berzanîst e, ya çaran serbixwe ye, lê partiyên din çin e ???? Vê carê
berpirsiyar, kadêrê û dostên partiyan destên xwe li sîngên xwe dixistin
û digotine gelê xwe; em çepê li ser riya zanistiyê ne, çepên din
keysebaz in û ji riya Lênîn û Markis derketine.
Partiyên din jî digotin; ev partiya bi dewleta Sûriyê ve girêdayî ye, û
pêwendiyên pêşengên wan yekser bi dezgeyên asayêşên Sûriyê re henin, hin
partiyan jî li ser partiyên din digotin; ewanan bi Berzanî ve besta ne,
ewanan bi fermana wî li Sûriyê dixebitin. Li vê dawiyê jî dîsan hin
partî hatine holê û ewanan li ser yên din dibêjin; evan partiyan li
Kurdistana Sûriyê naxebitin û ewanan nikanin pirsgirêka Kurd li Rojavayê
Kurdistanê çareser bikin.
Lê weke her kesek îro dizane piştî rûxandina sêstêma sosyalîstiyê
baredoxa siyasî li cîhanê pir hatiye guhartin, heyama nûh bandora xwe li
ser hemû têkoşînên siyasî kiriye, lewra jî hin partiyên me nav û
bernamên xwe jî guherîn, dîsan h.w.d.û niha partiyek bi ya din re nikane
bêje; tu rastgir î an tu çepgir î, ango ev astengiya ramanî, eydeliyocî
ji holê rabû ye .
Lê tevî van guhertinên nûh, dîsan partiyên me pir bûn, ez dixwzim li vir
çend sedemên serke hûnim zimên 1-Ez bê peraw û vekirî dibêjim; nizimbûna
pileya rewşenbîriyê û ramanê li nik pir siyasetmrdarên tevgera
kurdî.2-Ezeziya bilind, yan xwehezkirina pir mezin li nik gelek rêvebir
û kadêroyên partiyên me .3-Gelek pêşeng û rêberên partiyên me, ji ber
nexwşiya ezeziyê nikanin yan naxwazin fersendê bidin niweyên îroîn û
ewanan bawer dikin ku ew herdem mamoste û zana ne, tevî ku ji me hemûyan
re baş diyar e, pir endamên partiyan di rêxistinên xwe de di rêzên paşîn
da ne, lê ewanan ji rêberên xwe yên rêxstinî pir şehrezatir û
ronakbîrtir in.4-Gelek caran pêşengên partiyên me çavtengiyan li
rewşenbîrên siyasî, yan li pisporên pêşeyan dikin û naxwazin wanan li
rex xwe, yan car caran jî li jor xwe bibînin ..5-Pir ronakbîr û
bîrewerên me jî hene bê dadmendî xwe di ser partiyan, yan xwe di ser
tevgera xwe re dibînin, xwe ji partiyan dûrdixînin û newêrin rexnên xwe
jî vekirî arastî tevgerê bikin, an destên xwe aşkere deynin ser
nexweşiyên keysebaziyê, nezaniyê, ezeziyê, an dîkteturiyê û h.w.d.6-du
sê partiyên me li Rojavayê Kurdistanê henin, belkî ta radeyekê li ser
tektîkên xebat û çalakiyên rojane di hundir Sûriyê de ne lihev bin, lê
dîsan jî bi ya min be cudabûnên pir mezin di navbera wan de tune ne.7-
dijwarbûna sirûşta doza Kurd bi awakî giştî.
Eger serok û merokên me kanibin xwe ji van rûdawên neyinî û zor tirsdar
rizgar bikin, belkî tevgera me kanibe xwe ji gelek aloziyên rêxistinî
rizgar bike, dê hejmarên partiyan û martiyan li nik me kêmtir bibin, dê
baweriya gelê me bi tevgera xwe xurtir bibe û dê bizava me di cîhana
siyasî de kanibe pirtir û rindtir xebata xwe bidomîne .
Tu kes ji me nabêje; bila hemû partiyêm me bibin yek partî, ne xêr!lê em
bi hezaran welatparêzên kurd bi dengên bilind bang li partî û
kesayetiyên ku mîna hev diramin, bi zûtirîn dem xwe bigînin hev, dema me
niha pir nazîk e, pir giring e, xebat ji bo dêmokratiyê, azadiya gelan û
mafên mirovan berdewam e. Li aliyê din, rûya zordarên gelê me di nav
siyaseta Rojhilata Navîn û cîhanê de reştir dibe, lewra jî divê partiyên
me, kesayetiyên me yên rewşenbîr, rêzanzanên serbixwe li xwe vegerin û
bi kêmasî yên mîna hev diramin, bi tenderustiyeke ramanî û siyasî baş û
bê nexweşiya ezeziyê û kursiyê dîsan werin cem hev û hejmarên partiyên
gelê Kurd kêmtir bikin. Lê divê ez vê rastiyê jî bêjim û li
gor ez dibînim, cerkî ku rêjîma sedamî hatiye rûxandin, stêrka gelê
Kurdistana Başur geştir bû ye, helwesta herêma Kurdistanê ya netewî bi
seroketiya pêşmergê qehreman serok Mesud Berzanî xurtir dibe, serok
M.Berzanî namên yekser û ne yekser ji cîhanê û dewletên derdora me re
pir bi zelalî dibîje; mafê netewa Kurd heye ku dewletke xwe serbixwe
hebe, û her weha jî dîsan dibêje; emê piştvaniya xebata siyasî ya gelê
Kurd li her sê beşên din jî bikin. Ev tun helwesta berpirsiyarene wireya
siyasî û netewî li nik gelê Kurdistanê û li nik hemû welatparêzên Kurd
bilind dike, baweriyên pir partî û cemawerê Kurd li her çar beşên
Kurdistanê hîn bi serok Mesud Berzanî hêztitr dibin, cimkî Mesud Berzanî
û P.D.K li ser binaxa rêbaza siyaseta welatparêziya hişmendî ya nemir
Mistefa Berzanî têkoşanên xwe netewî, têkeliyên xwe mirovane bi gelên
dirawsê re dajon, û serok Mesud Berzanî rastiya rêbaza serokê nemir
Mistefa Berzanî ji niştimanperwerên her çar beşên Kurdistanê re mêlag
kiriye û ewa(rêbaza ) bi sedên nimûyên jîndar li Kurdistanê, li Bexdadê,
li Rojhilata Navîn û li nav dewltên "Yekitiya Ewropî " çespandiye.
Li ber roniya van sedemên jorîn, pir partî û rewşenbîrên Kurdên
Kurdistana Rojav jî careke din li xwe vedigerin û dixwazin berjewendiyên
gelê Kurd biparêzin û vîna miletê xwe derbibirin, lewra jî em niha
dibînin hin partî û ronakbîrên Kurdistana Rojava vedigerin nik partiya
xwe ya dayik û hin jî niha li ser riya vegerêne, ewanan dibînin ku P.D.K
El-partî bi seroketiya têkoşerê navdar Mihemd Nezîr xawên helwesteke
siyasî cîwest e, partiyeke cemawerî ye, pêwendiyên xwe bi pir partiyên
beşên din ji Kurdistanê re xurt in û bi taybetî ewa xwe mîna partiyek
bira ji PDK li Kurdistana Başur dibîne û li ber sîtava nirîn û felsefa
siyasî ya M.Berzaniyê pakrewan siyasetên xwe li Kurdistana Sûriyê û
siyaseta xwe ya dervayî jî dimeşîne.
Bê ku ez navên hin partiyan an hin kesayetiyên ku li partiya xwe ya
dayik vegeriyane û yên dixwazin vegerin hûnim zimên, ezê bê dudilî
bêjim; ewanan gavên pîroz avêtine û davêjin, ewanan xwe ji hin
pirsgirêkên saykolocî, siyasî, rêxstinî rizgar kirine, dixwazin hêza
gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê xurtir bibe û roja serketin û azadiyê ji
miletê xwe re nîzîktir bikin. Ji ber vê jî ez dixwazim bi bûneya van
xwelêvegerînên siyasî û rêxistinî gelê me û P.D.K –El -Partî li Rojavayê
Kurdistanê pîroz bikim.Li aliyeke din ez hêvî jî dikim ku hin partiyên
me, hin serok û sekretêrên me yên ku mîna hev diramin û şêweyên
çareserkirina pirsa Kurdî mîna hev dibînin, bê dudilî refên xwe bikin
yek, ji berku pêşeroja gelê Kurd tenê di van gavavêtinên erênî da ye, ew
kesên ku niha ji ber sedemên ne rewa û diyardeyên ne tenderustî li pêş
yekitiya hêza Kurd radiwestin, em neçar dibin ji wan re bêjin; ku ewanan
ji bo kursiyên xwe nikanin ji çar serokan, serokekî tenê derxin holê. Di
vê derbarê de ez hez dikim nimûnekê ji welatê Ereban hûnim zimên,
dibêjin; ji şalyarekî siyasetmedar pirsîn; te berê pir li ser yekitiya
hêzan, yekitiya partiyan û yekitiya dewletên Ereban dipeyvî û te derbarê
vê mijarê de dinivîsand, lê cerkî tu bû ye şalyar, em gotin û nirînên te
yên berê ji nabîhsin ??
Siyasetmedarê Ereb weha pir eşkere û bi mêranî bersivand û got; ma ez
dînim niha li ser yekitiya hêz û partiyan û dewletan bipeyvim, eger
dewletên erebî bibin yek, cihê min dê li ku bimîne ? Vêca ez pir
ditirsim ku pir serokên me jî weha biramin, lê ewanan nikaninbin weha
mîna şalyarê Ereb bersivên xwe vekirî bidin gelê Kurd. .!!!
Elmaniya ,18.04.2007
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |