Ta kînaga gelê Kurd li Kurdistana Rojava
wê alîkariya serketinên şanoyên dewleta Sûriyê bike ?
Di rastiyê de hêdî pir kesên zaniyar, siyasetvan, dîrokzan helwestên
gelê Kurd li hember Sûriyê baş zanin, jerkî beşek ji Kurdistanê li gor
hevpeymana Sayiks –Pîko ya bêzar bi Sûriyê re kete bin destên koledra
Firansa, gelê Kurd bi hemû hêzên xwe li gel gelê Ereb li dijî Firansa
rawestiya ye.
Jerkî tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê di sala 1957 an de bi
navê "Partiya dêmokrata Kurdistanî" li Sûriyê dest bi xebata xwe ya
netewî kiriye, tevgera me li rex gelê Ereb têkoşîn ji bo pêşketin û
avahiya Sûriyê kiriye, û ewê jî herdem li gel gelê Ereb berevaniya
Sûriyê li dijî dijminên dervayî kirî ye. lê mixabin hemî hukumetên
Sûriyê û ta niha nikanîn hebûna netewa Kurd mîna neteweke serbixwe
bipejrandana, û bi ser de jî ewanan gelê me herdem bi hemû cureyên ne
mirovane bindest kirine û ew çewsandine.Tevî van rûreşiyên destladarên
Sûriyê û bi taybetî ya rêjîma Bes, gelê me di beşdarbûna hilbijartinên
encumena gel û encumena parêzgehên Sûriyê amdebû ye. Bê guman, eger
hilbijartinên encumenan vîna gel derbibirin, ewanan dibin şêweyek ji
alavên dêmokratiyê ye, û nûnerên gel dikanin nirîn û pêşniyarên xwe li
pênavê berjewendî û pêşketina welêt di perlemanê de pêşkêş bikin.
Bi kêmasî ji sala 1963 an de gelên Sûriyê, Kurd , Ereb û kêmnetewên din
dêmokratî û azadiya xwe ne dîtine û eger gelê Ereb carekê di bin nîrê
zordestiyê de dijî, lê gelê me bi du rengên dijwar dijî, yekem mina
miletekî serbixwe bê xudî mafên netewî, siyasî û rewşenbîrî tête
bindestkirin, duhem, mîna hemwelatiya Sûriyê, dîsan ew bê mafên dadmend
e. Lewra jî ji bo gelê me herdem pir giring e ku ew bi riya perlementan
kanibe derd û daxwazên xwe yên netewî û hemwelatî hûne zimên.
Tevgera me ya azadîxwaz tevî dijwariyên mezin, bi awaya ne rasterast,
yanê ne bi navê xwe yê rastîn di hemû xoleyên hilbijartinê de beşdar bû,
lê mixabin partiya "Bes "û hevalbendên wê di -"Eniya pêşketî de "-
herdem perlemêntarên xwe pêşda amede dikin.Tevgera me di vî warî de
xawên serbûriyên pir dewlemend e.
Dr. B. Elesed bi rêya ne rewa ji sal 2000 î de seroketiya komara Sûriyê
dike, ew jî rêbertiya Sûriyê ji bavê xwe rindtir nekiriye, hemû sozên wî
ji bo serrastkirinên siyasî, aborî û civakî li badilhewa firiyane, bi
sedan dêmokrat û aştîxwez hîn di zîndanên "Besiyan" de ne, rewşa Sûriyê
hîn xeraptir dibe û navê wê li cîhanê û bi taybetî li nik welatên ewropî
û Emêrîka û hemî hêzên dêmokratîxwez bi xerapî deng vedaye. Li bin
sîtava van rastiyên jorîn, beşeke mezin ji tevgera me li gel hin
partiyên Ereb di "Ragiyandina Şamê " biryar istandin ku ewanan di
hilbijartina xola 9 an ya encumena gel li Sûriyê beşdar nebin, lê li
aliyê din du, sê partiyên din kurdî dîsan dixwazin di vê şanoyê de
beşdar bin , tevî rêza min ji baweriyên wan re, lê di nirîna min de
"Eniyê " û "Hevbendiyê" helwesteke rastir di derbarê vê şanoyê de
istandine, ji ber ku ev herdu layan û bi sedan rewşenbîr û
siyasetmedarên serbixwe gihane vê baweriyê ku hêdî bes e, gelê Kurd xwe
bike lîstikên siyaseta partiya "Bes, "ewê(Tevgerê) vê carê xwendinek baş
ji siyaseta partiya "Bes" re kiriye, ewa dixwaze ji raya giştî ji Sûriyê
û ji cîhanê re bêje; va ye hêviya me jî bi vê destlata zordar û şovînî
nema ye, dewleta "Bes", hemû saziyên wê yên peyrew û dûvik nikanin xwe
biguhêrin, ewanan li dijî dêmokratiyê û li dijî tevgera azadîxweza Kurd
hîn pirtir çav sor bûne. Lewra ez jî dibînm ku tevgera me di vê helwesta
xwe de rastir çû ye. Li aliyê din wek me gotiye; du, sê partiyên din bi
awakî din li vê pirsê temaşe dikin , ewanan dibêjin; em jî zanin ku
destlata Sûriyê xwe pêşda nabe, lê em dixwazin hebûna xwe û tevagera xwe
ji destlata Sûriyê re mêlag bikin. Bi ya min be ev nirîn hêdî kevin bû
ye, çimkî tevgera me li Sûriyê ne nû ye, tevgera me bi dehên salan
xebatên xwe kiriye, ewa bi navê gelê Kurd herdem beşdarî hilbijartinan
bû ye, ango, gel û tevgera me hebûna xwe berê ji destlata Sûriyê û raya
giştî re mêlag kirine. Lewra jî ez dibînim ku ev sedeman li nik wan
partiyan hinekî kevin bûne, divê tevgera me li hin alavên din bigere û
şêweyên din ji bo xebata xwe bibîne. ji ber vê jî tevgera me xwestiye vê
carê bi alavek nû nerazîbûna xwe li dijî hukumeta kevneperest û
riçperest ji raya giştî re bide diyarkirin. Li rexberî vê jî dîsan
tevgera me dixwaze nameyeke siyasî xurt ji hukumeta Sûriyê re bişîne û
ji wê re bêje; em mîna tevgera kurdî baweriya xwe bi te nakin û em hêdî
rolên xwe di şanoyên we de bi neyênî nalîzin û em hêdî naxwazin di
şanoyên we de yên li dijî vîna gelên Sûriyê hevpar bin. Bi ya min be, ev
nameya di vê wextê de baştir e, gelê Kurd li Kurdistana Rojava bi hêvî
ye ku tevgera xwe di pêşeroj de nameyên din baştir û bi hêztir ji rêjîma
şovîn re bişîne, û alavên din nûhtir, dengdartir û bi awayên aştîyane li
gel hêzên gelê Ereb yên dêmokratîxwez û pêşketî biduzîne.
Xaziya tevgera me di roja 22.04.20007 an de bi awayên aştiyane li gel
hêzên Ereb û hemû sazî û dezgeyên mafên mirovan li bajarên mezin bi
dengên bilind lîstikavanên şanoya pêkenok şermezar bikirina, û herweha
jî bi dengên bilind û vekirî encamên xebat û karên encumenên berê jî
bidana xûyakirin. Çimkî eger tevgera me û hêzên "Ragihandina
Şamê"nerazîbûn û nama xwe tenê bi danîştina di malan de yan bi deranîna
daxûyan derbibirin, belkî helwesta wan ya rastir hinekî kulek bibe û
bandora wê kêmtir bibe.
Ma ez bi bûneya roja 22.04.ê, cejna rojnamegeriya kurdî, tevgera me ya
rizgarîxwaz û hemû weşanên kurdî pîroz bikimû bêjim; her bijî pênûsên
rastgo! Û bila pênûsên keysebaz û xwefiroş bimrin ! Hezar silav û rêz ji
giyanê pakrewanê rojnamegeriya kurdî MÎR MIQDAD MEDHET BEDIRXAN RE .
19.04.20007
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |