Çirûskek ronahî li ser hin kongir û konfiransên
penaberên
Kurdistana Rojava li dervayî welêt
Piştî rûxandina rêcîma dîktetur di 9.04.2003 an de hêviyên hêzên
dêmokrat û gelên bindest mîna gelê Kurd bi pêkanîna azadiyê her pirtir
bûn, lewra jî penaberên Ereb ji Sûriyê û penaberên Kurdistana Rojava
gelek bizavên rêxstinî li Emêrîka û li Ewropa û bi razemendiya hukumetên
wan welatan kirin. Helwestên destlatdarên van welatan hîn gelek di paş
perdên mijan de şermok û hejhejokî ne, ez nikanim hîn baweriya xwe bi
dêmokratî û mirovperweriya Emêrîka û welatên ewropî bînim, lê ez pir
înan dikim ku berjewendiyên aborî û darayî li nik wan mîna ku dîroka wan
kevin û ya nûh çespandiye, armanca sereke û pîroz e.Tevî van rastiyên
jorîn penaberên Ereb û Kurd dixwazin ji bo dêmokratiyê û serbestiya gelê
Kurd berxwe bidin, konfirans û kongiran li darxînin û hinekî balên wan
ber kêşa dêmokratiyê li Rojhilata Navîn de pirtir bikşînin.
Di 12-13 . 03. 2006 an de kongirek di avahiya Encumena perlementerên
emêrîkî li Waşontinê bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate bestandin.
Nûnerên piraniyên partiyên Kurdistana Rojava li Ewropa di vê kongirê de
beşdar bûn. Hin endamên kongirê bi hin berpirsiyar û siysetmedarên
emêrîk re li ser doza dêmokratiyê û pirsa kurdî li Kurdistana Sûriyê
gufetegu kirin. Li gor baweriyên min Emêrîka dixwast hin aliyên xwe bi
du cureyên siyasî nîşan bide1- Pêşbîniyekê bi Kurdên Sûriyê re çêke,
helwest, radeya Kurdên Sûriyê û hêza tevgera Kurd li Sûriyê ji nîzîk û
rasterast nas bike.2-Ewê dixwast ji nûnerên Kurdan re bêje; ku
ewa(Emêrîka ) ne mîna berê ye, û ewa dixwaze piştvaniya dêmokratîxwazan
û gelên bindest bike û li gor vê yekê jî ewê dixwast û hîn jî dixwaze
gelê Kurd bi siyaseta xwe ya dervayî bawerkirin bide. Ev li aliyekî li
aliyê din, ewê dixwast û hîn jî dixwaze bi destlata Sûriyê re bêje; eger
tu siyaseta xwe li gor berjewendiyên me li Rojhilata Navîn nekî, va ye
em kanin yekser sê milyon Kurd, hin rêxistin û kesayetiyên din Ereb li
Sûriyê li dijî te bilivînin.
Dîsan di vê perawîzê de "Kongira damezrandina encumena niştimanî
kurdistanî-Suriyê) di meha hizêranê, sala 2006 an de li Biruksêlê û
dîsan bi serpereştiya Dr. Şêrko Ebas hate damezrandin. Lê partiyên "
Hevbendiya dêmokrat " û hin partiyên din ji ber sedemên siyasî û tektîkî
di vê kongirê de beşdar nebûn û di encama vê kongirên jorîn de heyamek
siyasî û rêxistinî di navbera rêvebirên vê kongirê û pêşengên bizava
Kurd li Sûriyê de peyda bûn, ji ber ku rêvebirên wan kongiran dixwastin
bernamên xwe yên siyasî derbarê çareserkirina kêşa kurdî li Sûriyê û
şêweyên têkeliyên bi welatên derve re li gor bawerî û zanînên xwe
bimeşînin, lê li aliyê din pêşengên partiyên me li Sûriyê tu carî
nikanin vê yekê ji penaberên dervayî welêt bipejrînin, ku ewanan li
derve û dûrî rewşa heyî li Sûriyê rêbaza siyasî ji tevgerê re amede
bikin, lewra jî bi ya min be tu carî kongirên weha bê razemendiya
pêşengên partiyên kurdî li Sûriyê nikanin serkevtî bin.
Hin nûnerên tevgera azadîxwaza Rojavayê Kurdistanê bi bawerî li siyaseta
Emêrîka ya dervayî temaşe kirin û beşekî din ji tevgerê bi çavên
gumankirî li siyaseta Emêrîka nirîn û hîn jî weha li helwesta wê ya li
gor berjewendiyên xwe guhêzbar dinêrin.
Dîsan li gor pêşniyaz û bi alîkariya du kesayetiyên welatparêz û
serbixwe Dr. Alan Emonê û rêzdar Ciwan Simo konfiransa duhem di
16.03.2007 an de ji bo pêkanîna yekitiya hêzên kurdî, yeknirîna siyasî û
avakirina lêvegerek kurdî ji rêxistinên kurdî li dervayî welêt re li
Parîsê li darxistin. Li gor nirîna min ; eva konfiransa di warê
rêxistinî de li gor yên din pirtir serketî bû, ji ber ku nûnerên sê
navendên sereke ji tevgera Kurdistana Sûriyê li dervayî welêt 1-(
Hevbendiya dêmokrata Kurd), 2-(Eniya dêmokrata Kurd ), 3- (Komîta
hevgirêdanê) û hin kesayetiyên serbixwe li vê konfiransê û bê
destdirêjiyên dewletên biyanî beşdar dibin. Di dawiya konfiransê de,
nûnerên partiyên kurdî li dervayî welêt bi yeknirîn daxûyaniyeke dawî
radigihînin. Di daxûyaniyê de hemû partî pir bi zelalî beşa çarem ji
Kurdistanê bi navê Kurdistana Sûriyê bi nav dikin û li gor vê rastiya
dîrokî jî; partiyên kurdî li dervayî welêt di daxûyaniyê de 13 xalên
giring xwastine pêkbên. Xalên gelek balkêş ev in 1-Li gor yasa û
belgeyên navnetewî divê mafê çarenûsî ji gelê Kurd li Kurdistana Sûriyê
re hebe.2- pêwîst e tevgera kurdî li Sûriyê bi yeknirîn lêvegereke kurdî
ava bike.3- Divê diyalogên erebî -kurdî ji bo bi cihanîna berjewendiyên
herdu gelan û kêmnetewên din li Sûriyê pêşda biçin, û ewanan hîn jî
ferehtir û kurtir bibin. 4-Divê tevgera kurdî alîkarî û piştvaniya
têkoşînên bizava kurdî li beşên din jî bike û têkeliyên kurdistanî li
ser bingeha rêzlihevgirtinê û li gor taybetmendiyên her beşekî pêşda
bibe. Herweha jî di daxûyaniyê de hin daxwazên din nirxbuha cihên xwe
dîtine. Li dawiya konfiransê komîtek ji 4 nûnerên partiyên kurdî û
kesayetiyek serbixwe ji bo danana destur lêvegera kurdî li dervayî welêt
di nava şeş mehan de, destnîşan bû ye.
Di nirînên min de daxwazên konfiransa Parîsê di cihên xwe de ne, lê
pirsgirêka siyasî ya herî mezin li nik vê konfiransê ev e; ku ewa
dixwaze lêvegereke kurdî li dervayî welêt bi bernameke siyasî cudayî an
dijberî daxwazên piraniya hêzên tevgera kurdî li hundir welêt damezrîne.
Ango tevgera azadîxwaza Kurd li Kurdistana Sûriyê bi du rêbazên siyasî
li Rojhilata Navîn û li dervayî welêt xwe bide nasîn. Ji ber ku em hemî
dizanin Ku "Hevbendiya dêmokrata Kurd "û "Eniya dêmokrata Kurd "ta roja
îro hîn nikane bi zelalî û eşkere bêje; ku gelê Kurd li Kurdistana
Sûriyê ye, an li Rojavayî Kurdistanê ye. Di baweriya min de ewanan hîn
ne amede ne ku navê Kurdistanê ya erdnîgarî û dîrokî bi zelalî di
bername û rêbazên xwe de biçespînin. Lê divê ez vê dijberiyê di bernamên
van hêzên siyasî de jî li vir sercil bikim; ewanan di bernamên xwe de
pir zelal dinivisînin ku piştî hevpeymana Saykis –Pîko (1916) Kurdistan
di nav çar dewletan de parve bû ye û ewanan weha dinivisînin;
1-Kurdistana Turkiyê.2-Kurdistana Îranê. 3-Kurdistana Îraqê. 4-lê li
Sûriyê. Her weha jî ewanan pir caran jî bi zelalî dibêjin; Kurd li
Sûriyê bi hezaran salan li ser axa xwe dijîn. Eger hemû partiyên me
dibêjin; Kurdistan çar beş in; vêca ez nizanim çi wate ji veşartina navê
Kurdistana Sûriyê re li nik Ereban ma ye???, ji bilî vê rastiyê, çar û
pênc qenalên TV Kurdî û sî ta çel partiyên kurdistanî gelek vekirî di
weşanên xwe de û bi zimanên miletên serdest dibêjin; Kurdistana Sûriyê,
an Kurdistana Rojava û ewa jî ji mafên wan yên rewa ye ku beşea çaremîn
ji welatê xwe mîna beşên din bi Kurdistan binav bikin. Dîsan ez
dipirsim; wateya veşartina navê Kurdistanê li Sûriyê li ku ma ye ?? Ez
hîn dixwzim vê vepirsînê jî ji têkoşerên tevgera me li Kurdistana Sûriyê
bikim; Eger partiyek an endamek ji " Ragihandina Şamê " ji serokên
tevgera kurdî bipirse; we di bernamên xwe de nivisîne; Kurdistan di nav
çar dewletan de parve bû ye; ji keremên xwe ji me re diyar bikin, ku
beşa çaremîn li ku dikeve? Ez nizanim serokên me, dê çi bersivan bidin,
lê ewanan nikanin bêjin; ku beşa çaremîn li Pakistanê an li Afxanistanê
ye !!!!Dîsan wateya veşartina Kurdistana Sûriyê li nik tu kesî namîne.
Eger partiyên me li Kurdistana Rojava ji vê pirsgirêkê xwe rizgar nekin,
dê herdem aloziyên mezin li pêş damezrandina lêvegereke kurdî peyda
bibin, û tevgera me ya dadmend nikane bi yekdeng û bi yeknirîn têkoşîna
xwe ne li hundir welêt û ne li dervayî welêt bike. Xala duhem û zor
giring dîsan ev e; ku piraniyên partiyên me mafê çarenûsî ji gelê Kurd
li Kurdistana Sûriyê re naxwazin. Li gor van herdu rêxistinan "Hevbendî"
û "Enî" daxwaza mafê çarenûsî daxwazek giran e û axivtin li ser wê di
rojên îroîn de aloziyên siyasî mezin li pêş tevgerê çê dike. Li aliyê
din, weke li jor hate dîtin ku nûnerên piraniyên partiyan li dervayî
welêt du caran dijberî bernamên xwe yên siyasî biryar istandine.1-
Kurdistana Sûriyê 2-Mafê çarenûsî ji gelê Kurd re. Bi vî rengî, tevger
me li welêt xawêna bername û rêbazeke siyasî ye û ewa li dervayî welêt
xawêna bernameke siyasî cuda ye ! Vêca li vir hêzên dêmokratîxwaz li
Rojhilata Navîn û li Ewropa, dê xwe li ser kîjan bernameya siyasî
hilpesêrin ? Ma gelo ev dijberiya ne nîşana nizimbûna asteya siyasî li
nik tevgera me ye ? Ma gelo lêvegereke kurdî siyasî divê li Kurdistana
Rojava dest pê bike an li li dervayî welêt ? Ma gelo em Kurdên dervayî
welêt peyrewên tevgera xwe li Kurdistanê ne ? An Tevgera me li welêt
peyrewa Kurdên dervayî welêt e?
Bila tu kes ji min şaş tênegihîne ku ez dibêjim; bila Kurdên dervayî
welêt nirîn û daxwazên xwe dernebirin, an ewanan ji bo gelê xwe têkoşînê
nekin ! ne xêr! Mebesta min ev e; ku em li dervayî welêt bê pêşengên
partiyên xwe li welêt nikanin rêbazeke siyasî cuda û li gor baweriyên
xwe biterxînin û li ber roniya wê xebatên xwe berdewam bikin. Em tenê
kanin nirîn, pêşniyarên xwe ji partiyên xwe re derbibirin, berevaniya
helwest û baweriyên xwe bi devkî an bi nivisîn û bi awakî bajarvanî
bikin û em hemî bi demê re bê pozbilindî sudan ji hev wergrin û bigînin
yek bawerî.
Li dawiyê ez dîsan dixwazim dubare bikim, bizava tevgera me li dervayî
welêt rewa û dadmend e, ewa beşeke giring e ji tevgera me ya giştî, divê
bi her awayî têkeliyên xwe bi hemû rêxistin û dewletên dêmokratîxwaz re
xurt bike, û bi hişmendiyeke siyasî, şehrezayî û bê ku xwe bike qurbana
lîstik û tektîkên vî welatî an wî welatî xebatên xwe bi çalakî berdewam
bike .
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |