Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de
Rewşa wê niha çi ye ?
Rêyên pêşketin û azadiya jinê çi ne ?
Kurtelêkolînek
Xeleka duhem
"Yê bêje û bike, mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e "
Ji pendên kurdî
Bizûtinewa azadîxwaza Kurd bi awakî gelemper di sedsala 19 an de
pêşketiye, hin mîrşenên kurdî serbixwe li Kurdistanê hatine damezrandin,
lewra jî leşgerên Osmaniyan hêrişên xwe li dijî gelê Kurd pirtir û
xurtir kirin.Wek nimûne, leşgerên Osmaniyan bi serdariya Reşît Paşa di
sala 1838 an de hêrişên xwe birin ser Kurdan, di berxwedana Kurdan de
jinên Kurd li rex mêran rawestyan û bi hev re li dijî dijminên azadiyê û
wekheviya gelan şer kirin, efserê Elman R..Moltkê bi xwe ew şer dîti bû
û li ser jina Kurd weha nivîsî bû; min dît çawa jineke Kurd bi xençerê
leşgerekî Turk kuşt.
Dîsan mînakeke din, di raperîna Mîr Bedirxan, sala 1842 an de jineke
Kurd, Helîme Xanim, hevsera Mîr Noreela Beg navdar bû, ewê destlatdariya
kelha navçeya Boşkalî dikir.
Di dîroka gelê Kurd de herdem baş diyar bû ye ku çawa Kurd bi hilmeke
mirovane, helwestên erênî li rex miletên dirawsê li dijî hêrişên derva
istandine, di şerê Kirîmê (Qirmê), sala 1853 an, navbera du Împiratorên
mezin, osmanî û rusî de peyda bû, jina Kurd Fatma Reş ji Kurdistanê tev
300 sîwarên xwe diçe Îstenbolê û ji destlatdaran re dibêje; em amede ne
li gel we li dijî leşgerên Rusan şer bikin.Li ser çûyêna wê, rojnameke
elmanî nivîsî bû;"Şêra Kurdistanê giha ye Îstenbolê" Dîsan xanim Fatma
Reş di cenga (1877-1878) an de li dijî Rusan hevpar bû, ewê 500 leşgerên
Kurd ji bo piştvaniya leşgerên osmanî şandin qada şer. Bi vî rengî
têkoşer Fatma Reş di cîhana ewrupî de jî mîna qehremaneke navdar hatiye
nasîn û wêneya wê jî di nav rûpelên rojnamên ewropî de hatiye weşandin.
Di destpêka sedsala 20 ê de jina Kurd, Qedem Xêr li Luristanê li
Rojhilata Kurdistanê dewsa birayê xwe Yosif digre û ewa pêşengiya
serhildanê li dijî Şahê Îranê berdewam dike, piştî berxwedaneke dirêj,
Sahê Îranê bi alîkariya Omer Xanê Şikakî êrişeke mezin dibe ser vê
serhildanê, lê Qedem Xêr ta dawiyê berevaniyê dike, paşê ewa ji aliyên
hêzên Şah ve tête girtin, ewa sê salan di girtîgehê de dimîne û bi
nexweşiyê di wir de jî pakrewan dibe .
Piştî rûxandina Împiratora osmanî çalakiyên jinên Kurd pirtir bûn, jinên
Kurd rewşa xwe ya şundamayî baş dîtibûn, erkên xwe jî rind nas kiri bûn,
lewra ewanan "komela pêşketina jinên Kurd"di sala 1919 an de li
Istenbolê damezrandin. Hîn di destpêkê de berpirsiyarek ji vê komelê,
EncamYamlukî rola jina Kurd di pêşketina jînê de dabû xûyanîkirin, û ewê
goti bû: "Îro pêşeroja hemû netewan dikeve qunaxeke nû, di wê qnaxê de,
ji her kesekî re mafek tête dayîn, em jî mafên xwe dixwazin." Li gor
pêşniyara "Komela pêşketina jinên Kurd "Emîne Xanim jina Şerîf Paşa ya
ku di wê demê de li Parîsê dijiya, dibe seroka vê komela jinan.
Pisporê dîrok û kêşa Kurd M. Lazêrêv nivisiye; Kurdan li rex Turkan li
dijî Yonaniyan di sala 1920 ê de şer kirine, û Fatme xanim keça apê
Simko di vî şerî de cilên leşgerî mîna yên mêran li xwe dikir û
serkêşiya 100 leşgerî Kurd dikir.
Piştî 1923 an de bergeheke nû li Turkiyê û li Kurdistanê destpê dike,
raperîn û şoreşên Kurd mîna, şoreşa Şêx seîd Pîranî di sala 1925 de,
şoreşa Araratê 1930 î de, şoreşa Dêrsimê di sala 1938 an de li dijî
Kemalîstan çê dibin. Di van şoreşan de bi hezaran jinên Kurd bi hemû
şêweyên hovane hatin şewtandin, zik qelaştin, pir keç û jinên Kurdan ta
ku xwe radestî dijminan ne kin, ji neçarî xwe avêtin binî newalan an jî
nav çeman, herweha jî gelek jin ji aliyê Turkan de dihatin girtin û
ewanan bê mêrên wan dişandin Rojavayê Anadolê. Em dixwazin li vir
mînakek tenê derbarê helwesta jina Kurd ya mêrane hûnin ziman; Ezet Beg
û kurê xûşka xwe piştî soreşa Şêx Seîd têtin kuştin, serên wan ji laşên
wan dibirin û wan seriyan dişînin Muşê, destladarên Turk xûşka Ezet
Begê, Gulnazê ji zîndanê derdixin û wan herdu seriyan nîşanî wê
dikin.Gava Gulnaz serê lawê xwe û serê birayê xwe dibîne, ewa yekser
dibêje: "Ev kurê min e ji bo vê rojê min şîr daye wî, eger min ji bo
Kurdistanê ewa weha nedîti ba, minê şîrê xwe ji wî re herem bikra."
Di destpêka sedsala bîst an de Hefse Xanim Neqîb bi navûdeng dibe, ewa
malxûya Şêx Qadir û paltoza Şêx Mehmud bû, ewa di sala 1881 ê de ji
dayik bûye, û di sala 1953 an diçe ser dilovaniya xwe. Ewê dîwanxana xwe
kiri bû mîna navbendeke xwendinê, dibistaneke êvarene ji bo jinan vekiri
bû. Bi ser vê de jî Hefse Xanim avahiyeke xwe ji bo vekirina dibistanekê
raberî "Komela zanyarî "dike. Hefse Xanim ne te tenê balên xwe daye
rewşa civakî û ronakbîrî, lê belê ewa hîn şehrezatir bû, ewa hîn di sala
1930 î de nameyekê dermafê doza azadiya gelê Kurd de ji rêxistina
yekitiya miletan re dişîne û di namê xwe de balên nûnerên gelên cîhanê
ber kêşa Kurd ya rewa de dikşîne.
Li gor çavkanî dibêjin; Xanim Hefse bi rindî û helwestên xwe yên
mirovperwerî Şêx Mehmud ji sêdarê rizgar kiri bû.Tête gotin; di dema ku
Êngilîzan liKurdisanê li dijî Şêx Elhefîd şer kirin, çend efserên
Êngilîzan ji alîyên Kurdan de hatin yexsîrkirin, Hefse Xanim nedixwast
ku Kurd ziyanê bigînin wan efserên Êngilîzan, ev qencî û dilovaniya
Hefse Xanimê li cem Êngilîzan jibîr ne bûbû, ji ber vê jî Êngilîzan
biryara darvekirina Şêx Mehmud sivik kirin û li şûn wê biryara
zîndankirina ta dawiya jînê dermafê wî de derxistin.
Dr.Kemal Mezher dinivisîne; Fatme Mihyeeldîn xanima şalyarê darayî Ehmed
Beg kurê Fetah Begê di hukumeta Şêx Mehmud de yekemîn mamoste li Îraqê
bû, ewê yekemîn dibistana jinan bi navê Elzehra di sala 1926 an de li
şarê Sulêmniyê vekir, jinên mezin bi temenê 25 saliyê jî di vê dibistanê
de pola yekê dixwendin, jinên dewlemend û yên belengaz jî li wê
dibistanê hîn dibûn.
Jineke din "Adile Xanim"(di sala 1859 an de ji dayik bûye –sala 1924 an
de diçe dilovaniyê ), ewa li Erdelanê gewre dibe, keça efserkî Kurd bû,
lê ewa di sala 1895 an de bi serokê êla Caf ( li derdora bajarê Helebce)
Osman Paşa re dizewice, ewa bi mêrê xwe re êla Cav bi rêve dibin, gava
ku Osman Paşa di sala 1909 an de dimre, Adile Xanim bi tenê
destlatdariya Helbece 15 salan kiriye, ewê di vê demê de bazarganî,
çandinî û avahî li Helebce pir pêşda dabûn, dîsan ewê dadgehek li bajêr
ava kir û ewa bi xwe jî dibe seroka vê dadgehê, herweha ewê zîndanek jî
li wir ava kir bû.
Di sala 1946 ande komara Kurdistan li Mahabadê bi seroketiya Qazî
Muhemed hate ragihandin. Qazî Muhemed baweriya xwe bi hêz û mafên jinan
hebû, ji ber wê jî ewî ji malê xwe de dest pê kiri bû û di wê salê de jî
"Yekitiya jinên Kurdistanê " tête damezrandin, Mîne Xanim malxûya serokê
komara Kurdistanê dibe seroka wê rêxistinê. Di jiyana komara Mehabadê de
bizava jinên Kurd li Kurdistanê bi lez pêşda diçû, di her kolaneke
Mehabadê de jinek ji bo seroketiya wê kolanê dihat destnîşankirin. Qazî
Muhemed pir piştvaniya têkoşîna jina Kurd dikir û wireyên wanan
bilindtir dikir, wek nimûne; gava destlata Şahê Îranê komara Mehabadê
rûxand, biryara darvekirina Qazî Muhemed derxist, Mîne Xanim digriya,
Qazî Muhemrd ji wê re digot; tu çima digrî? Pêwîst e jina Kurd nedîgrî û
girî qet li jina Kurd nayê.
Di sala 1952 an de rêxistina jinan ya yekem bi navê "Yekitiya Afretanî
Kurdistan " û bi alîkariya "Partî dêmokratî Kurdistan" li Kurdistana
Îraqê hate damezrandin, seroka vê rêxistinê ji destpêkê de Zekiye Heqî
Îsmaîl bû û paşê Şêrîn Îbrahîm dibe seroka wê, şaxên wê li çar bajarên
Kurdistanê Hewlêr, Sulêmaniyê, Dohok, Kerkuk hene, evê yekitiya afretan
piştvaniya şoreşa Îlolê di sala1961 ê de dikir, ji nav vê rêxistinê
pêşmerge jî peyda bûn, pir jinên Kurd baweriyên xwe bi serok M.M.Berzanî
xurt bûn, jineke Kurd ji rojnameke biyannî re goti bû; eger Cenêral
M.M.Berzanî çi ji me bixweze, em amede ne.
Di sala 1957 an de kongireyek li dijî koledarên Rojhilata Navîn û li
weletên deriya sipî li Atîna, paytexta Yonanistanê hate girêdan. Rewşen
jina Mîr Celadet Bedir Xan jî nûnretiya gelê Kurd di wê kongirê de kiri
bû û di wir de ji bo azadiya Kurdistanê rind axivti bû.
Di sala 1970 î de jineke Kurd bi navê XedîceYeşar li Enqerê di siyaseta
kurdeweriyê de nasdar bû û ewa rêbertiya kovara "Rizgarî" dikir, paşê
ewa dibe sernusera kovara " Ala Rizgarî ", dîsan ewa dibe yek ji
damezrênerên " koma ala rizgarî", piştî hatina cunta faşêst di sala 1980
î de ser textê dewleta Turkiyê û Kurdistanê, ewa û tev 150 hevalbendên
xwe direvin Sûriyê. Xedîce Yeşar diçe Kurdistana Başur û li wir jî sê
salan dimîne û ji sala 1983 an de li Ewropa û niha li Firensa dijî, lê
mixabin em niha agahiyan li ser çalakiyên wê yên siyasî, an civakî
nizanin.
Keçeke din xwendekar bi navê Leyla Qasim bi têkoşîna xwe pir nasdar bû,
Leyla ji bajarê Xaneqînê bû, ewa ji minalî de tev malbeta xwe awereyî
Bexdadê bûn. Li vir ewa li zanîngehê, beşê zanyariya civakî dixûne, û
ewa mîna endameke jîr di nav rêzên "Yekitiya xwendekarên Kurd " de
çalakiyên pir balkêş dike, ji ber vê jî ewa di êvarekê de li gel 5
hevalên din Kurd ji aliyên serbazên îraqî de têtin girtin.Wek tête zanîn
li nik dijminên azadiyê û dêmokratiyê, têkoşer herdem tawanbar in, lewra
jî destlata Bexdadê evan her şeş xwendkaran li ber telvîziyonê mîna
kesayetiyên gunehkar pêş hemwelatiyên Îraqê dikirin. Rêcîma dîktetur bi
hemû rengan zor dibirin ser Leyla ku ew lêborîna xwe ji destlata faşîst
bixweze, lê Leyla bi qehremanî berevaniya xwe û doza xwe dikir, ewê
rûmeta gel û welatê xwe di ser her tiştî re didît, gefgurên xûnvexwerên
şovînîst nikanîn bûn vîna Leyla bitewandana.
Serdarên xûnmêj di 13.05.1974 an de Leyla ya 21 salî û li gel çar
hevalên din li sêdarê kirin.Li gor ku cihder û çavkaniyên kurdî
diçespînin, ku li cîhanê cara yekem e, jinek tête darvekirin. Navê Leyla
bi kêmasî li seranserî Kurdistanê bi mêrantî hate bihîstin, ewa pir
caran dibû û hîn jî dibe cihderê derbirîna hestên helbestvanan, navê wê
li ezmana her kurdekî welatparêz mîna stêrka gelewîjê vedubrise û ewa bû
ye beşeke giring ji bizava tevgera jinên Kurdistanê.
Di Kurdistana Turkiyê de bizava jinên Kurdistanê jî li rex tevgera kurdî
pêşda diçû, ewanan jî mîna jinên din li cîhanê sud ji heyama siyasî li
cîhanê bi gîştî û ji kêşa jinên cîhanê bi taybetî werdigirtin, lewra jî
jinên Kurd di sala 1977 an de "Komela jinên dêmokratên şoreşger " ava
kirin. lê piştî ku cunta faşêst di sala 1980 î de destladariya Turkiyê û
Kurdistana Turkiyê dike, ewa karên vê komelê qedexe dikin, û dewleta
Turkiyê di sala 1986 an de damezrênerên wê komelê, mîna Methiye, Sebîne,
Gulê, Zekiye, Muzeyen, Fethiye tawanbar kir, lê 6 jinên damezrêner jî
kanîbûn xwe ji dezgeyên ewlekariyên Turkan rizgar bikirana û bireviyana
Ewropa.
Di dîroka bizava rizgarîxweza netewên Kurdistanê de cara yekem jineke
Kurd bi navê Sakîne Cansiz di sala 1978 an de dibe endama komîta
navbendî ya PKK, lê Sakîne di sala 1978 an ta sala 1991 ê de dikeve
zîndanê, navê wê li nik welatparêzên Kurdistana Turkiyê baş hati bû
naskirin. Di rastiyê de PKK giringiyeke bê sênor dida rola jinên Kurd di
xebatên siyasî û leşgerî de, evê partiyê bi hezaran jinên Kurd derxistin
qada siyasî û leşgerî, bi sedan kadêr û girîlayên jin bi saya PKK çê
bûne, ji sala 1983 an de jinên girêla di şerê çekdarî de li dijî
dewletaTurkan ji bo azdiya gelê Kurdistanê beşdar in, li gor lêkolîner
Rohat Alkom dinivîse; 3500 keç û jinên Kurd di şerê çekdarî de hevpar
bûne û bi sedan, ji wanan pakrewan bûne. Di sala 1979 an de "Yekitiya
jinan" li Mehabadê bi piştvaniya P.D.K. hate damezrandin, endamên wê
yekitiyê 200 bûn . Di sala 1980 î de hukumeta Îranê hêrişên mezin birin
ser gelek bajarên Kurdan, jinên Kurd berxwedanên pîdarî û bi taybetî li
bajarê Senendecê li dijî leşgerên dewleta îranî kirin, nîzîkî 300 jinên
Kurd ji aliyê dewletê ve hatin girtin û hinek ji wanan bi guleyên
leşgerên Îranê hatin şehîdkirin. Di sala 1980 î de kovareke firansî
hevpeyvînek bi jina Kurd Şehîn Bawafa re ji bajarê Senendecê çê kir, li
gor vê hevpeyvînê, destlata Îranê wê yekser bi gul û qurşînan dikuje.
Weke em zanin jî keça Qazî Muhemed Fewziye Qazî di sala 1980 î de dibe
endamê komîta navbendî ya P.D.K. li Îranê.û keça wê ya din Efat di roja
6.09.1990 î de li Swêdê bi nameke îranî dînamîtkirî şehîd dibe.
Mîna di dîroka nû de diyar e, leşgerên Îraqê di sala 1984 an de hêrişên
mezin li navçeyeya Behdînan birin ser Berzaniyan, û 8000 mêrên
Berzaniyan birin cihên ne naskirî û ta roja îro ewanan winda ne. Li gor
vê karên ne mirovane dîsan jina Kurd ziyaneke mezin dibîne, bi hezaran
ji wan bê mêr, belengaz û sêwî dimînin. Di sala 1988 an de jî rêcîma hov
hêrişên mezin bi navê "Elenfal" dibe ser Kurdan û ewa li gor peyvên
xwedê di pirtûka pîroz de li ser "Elenfalê"her tiştî ji xwe re rewa
dibîne û dîsan bi hezaran mêr û jin revandin, ewanan birin şûnên ne
naskirî û binaxkirin, bi hezaran jin bê mêr, keç bê bav û dê dimînin, di
gelek gundên Kurdistanê de jin tenê mabûn. Seroka "Yekitiya Afretên
Kurdistanê" Şêrîn Îbrahîm ragihand ku 10000 jinên Kurdistana Îraqê ji bo
azadiya welêt şehîd bû ne.
Di sala 1988 an de dîsan jineke Kurd Eyşê Gulakî, endama partiya
komunîst li îraqê tête darvekirin, gelê Kurd ji wê re peykerek li bajarê
Koyê çê kirine.
Herweha jî rêxistineke din ya jinên Kurdistanê bi navê " Yekitiya jinên
Kurdistanê "di sala 1989 an de bi alîkariya Yekitiya niştimanî Kurdistan
hatiye damezrandin.
Dumahîk heye
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |