Jina Kurd di pêvajoka dîrokê de, rewşa wê niha çi
ye?
Rêyên pêşketin û azadiya jina Kurd çi ne ?
Kurtelêkolînek
" Yê bêje û bike , mêr e,
yê ne bêje û bike şêr e,
yê bêje û neke kerê nêr e."
Ji pendên kurdî
Xeleka yeke
Pirsa jina Kurd ji zû de li nik hin Ewropiyan û li cem hin Kurdên
bîrewer bû ye mijarek balkêş, li gor hin çavkanî diçespînin ku Lecy
M.J.Gornett di sala 1891 ê de pirtûka xwe " Jin li Turkiyê û folklura
wê" weşandiye. Di vir de lêkolînvan bi qaserî 80 rûpelan terxandine kar
û ayinên malbetî yên jina Kurd.
Dîsan N.A.Simîrnove pirtûkeke serbixwe "Jina Kurd " di sala 1927 an de
li Mosko çap kiriye, li gor texmînan eva berhema yekem e ku ewa petî li
ser jina Kurd hatiye nivîsîn.
Di nirîna lêkolîner Rohat Alakom de jineke danîmarkî Henny Harald Hansan
baştirîn pirtûk li ser jina Kurd bi navê " Jina kurd " li Kurdistana
Îraqê bi zimanê êngilîzî di sala 1961 ê de weşandiye. Dîsan vê
lêkolînera danîmarkî berhemek bi navê " Keçên xudê di nav jinên musliman
de li Kurdistanê "nivisiye, R.Alakom dibêje; "Henny Harald Hansan dayika
lêkolînên li ser jinên Kurd e ".
Lê ji nav gelê Kurd, Mehmudê Beyazîdî yekemîn kes e ku berhemeke
berfereh bi navê "Erf-edetên Kurdan " di sedsala 19 an de nivisiye, di
vê pirtûkê de ew li ser rewşa jina Kurd, destlat, têkoşîn û ayinên wê
rawestiya ye, zaniyara nasdar M.B.Rodênko ji ber giringiya vê pirtûkê,
ewa di sala1963 an de wergerandiye ser zimanê rusî.
Ji bilî van kesayetiyên jorîn hin kesên biyanî, mîna karmend, gerokan,
misyoneran(oldarên xaçeperest ola xwe bi gelên Rojhilatê jî didan nasîn
) li ser jina Kurd nivîsîne. ji wanan ev in, C.J.Edmunds, E.B.Soane,
Gasparad Droville, Wilhelm Köhlner, Moritz Wagner, Pietro Della Valle û
h.d.
Di sala 1948 an de nivîskar Emînê Evdel yekem Kurd bû ku berhemeke
zanistî li ser jina Kurd bi navê " Jina Kurd angorî metiryalên
(berhemên.E.M.Şêxo ) êtnografîk û folklorîk di malbeta pederşahî de
pileya doktoriyê li ser vê berhema xwe ya zanistî li Rewanê wergirti
bû.".Herweha Emînê Evdel dîsan pirtûkek bi navê " Pêwendiyên
pismametiyê" di sala 1965 an de daye çapkirin, di vir de nivîskar pir bi
awayeke berferh li ser jina Kurd rawestiya ye .
Cara yekem e pirtûkek xwerû bi navê "Afretê Kurd "bi zimanê kurdî ji
aliyê nivîskar Şakir Fetah, di sala1959 an de roniyê dibîne.
Di sala 1984 an de keçeke Kurd ji Rojavayê Kurdistanê Leman Îbrahîm li
ser berhemeke zanistî" Cihê jinên Kurdistanê di nav rûpelên weşanên
kurdî yên pêryodîk de ", ji zanîngeha Lênîningradê ya berê, pileya
Macêstêr di pêşeya rojnamevaniyê de distîne. Herwisa jî lêkolîner Rohat
Alakom pirtûkek gelek dewlemend li ser jina Kurd " Li Kurdistanê hêzeke
nû- Jinên Kurd " di sala 1995 an de bi zimanê kurdî li Siwêdê weşandiye,
di baweriya me de cihê vê pirtûkê û rola wê di nav dîroka jina Kurd de
zor bilind de.
Herwisa jî di van demên dawiyê de gelek nivîskarên kurdistanî bi berhem
û nirînên xwe xwendina li ser pirs û kêşeya jina Kurd dewlemend kirine,
em tenê ji bo nimûne dixwazin navên çend xemxwerên doza jina Kurd li vir
hûnin zimên, Narîn (Helîme) Omer )."Netewa yekbûyî û setemkarî li dijî
jinan","Ketina jinê hundir qesrê gunehkarî ye ", "Keça ciwan û asoyên
pêşeroj ", "Pirbûna jinanînê ji bo mêrekî li dijî mirovpereweriyê ye ",
Çawa em serbestiyê di nav rêzikên çîna bîrewer de têdigînin ." .2-Lava
Xalid " Jinberdan ", ewa û ewê", 3- Saman Emîn "Jin û dîsan jin û li
dawiyê dîsan jin "4-Konê Reş "Pencera jinan ", 5- Rewşen Qasim "Jina
Kurd di navbera seyrana têkoşînê û hêvîbirîna dadmendiyê de " 6-Suad
Cegerxwîn " Mafên mirovane yên jinan ".7-Hoşeng Osî "Şêr şêr e çi jin e
çi mêr e ", 8-Dr.Mihdî Kakayî "Jin û sêstêma cîhanî ya nû" 9- "
Hevpeyvîn bi Vînos Faîq re, Dr.Midiya Mehmud"10- Jîn "Wateya azadiya
aborî ji jinan re çi ye ? , û bi dehên din lêkolîner, nivîskar, malperên
kurdî, telviziyonên kurdî berxwe didin pirsgirên jinên Kurdistanê şirove
bikin.
Wek ji me re diyar bû ye, hemû biyaniyan pesna jina Kurd dane, chi û
rolên wanan di civakê de li gor jinên miletên dirawsê baş dîtine û ew
rastiyên dîrokî di nav pirtûkên xwe de bi chi anîne. Em li jêr wek çend
mînakên pelandî tînin zimên.Gerokê îtalî Pietro Della Valle bi hevsera
xwe re serdanê li Îraqa niha û Îranê dike, ewan dibin mêvanên malek
Kurdan, pesnê jina malê Sultan xanimê didin û dibêjin, ewa bi tenê li
mal bû, em pêşwazî kirin, xwarin û vexwarin ji me ra pêşkêş kir.." , G.
Droville di destpêka sedsala 19 an de ji gera xwe vedigere û dinivîse;"
li vir(-Herêmên Kurdistanê li Îranê- M.Şêxo ) jin ji jinên Farisan
pirtir serbest in, piraniya wan bi sibê derdikevin û ta êvarê li derva
dimînin, eger ewanan kuda diçûn, mêrên wan xemên wan nedixwarin " .
W.Köhlner gotiye;" Li Rojhilatê tu jin bi qaserî jinên Kurd azad nebûn e
." , C.J.Rich di pirtûka xwe ya li ser Kurdan de li ser jineke Kurd ya
Amazon (a koordish amazon ) (" bi mebesta jineke têkoşer") dipeyve; ji
êla Bilbasî jinek hebû ye, ewê baş li hespê sîwar dibû û mîna mêran
cilûberg li xwe dikrin, rojekê ji rojan, peyakî Turk dixwaze bi namusa
wê bilîze, eva jina Kurd bi rimê li wî Turkî dixe û dikuje..".
Dîsan li gor Rohat Alakom dinvîse; Mîsyonerekî emêrîkî li serê çiyan, di
rêkeke teng de rastî jineke Kurd tê, ewa ji nişkava hemû barê kerê xwe
bi qaserî 50 kîloyê dide ser pişta xwe, bi meşa xwe dikeve pêşiya kerê,
û bi ser da jî bi destekî teşiya xwe dirêse. Lê Henny Harald Hansen rola
jina Kurd weke "Hêza Kurdistanê ya nû " bi nav dike.
Li gor nirînên biyaniyên ku me li jor bi navkirine û li gor hin cihderên
dîn dîroka jina Kurd ji pir aliyan ve, bi gelek rudawên xwe ve li gor
jinên gelên dirawsê pêşketîtir bûne, ewanan herdem mîna nimûneyên geş di
nav jinên Rojhilata Navîn de hatine danasîn.
Di derbarê jina Kurd de mîna me li jor nivîsiye; gelek pêzanîn hewasdar
di berhem û lêkolênên bîrewerên Kurdan de jî hatine nivîsîn. Rola jina
Kurd di hemû aliyên jiyanê de pir caran bi erênî hatine destnîşankirin,
wek nimîne, jina Kurd dikarî bû rola navber di nav du êlên hevdij
de(ango yên li dijî hev şer dikirin) bilîsta û agirê şer di nav wan de
vemiranda. Nivîskar Erebê Şemo di bîranînên xwe de gotiye; di navbera
êlên Hetroşa û Simîreka şer çê dibe, diya min Gewrê laçika serê xwe
derdixe û li nik wan wê davêje erdê û dibêje wan herdu êlan, bese hûn
xûna hevdû birêjin! Bese vekşin ! piştî van gotinan herdu êl şerên xwe
radiwestînin. Eva li aliyekê, li aliyê din Kurdan di şerên nav xwe de li
jinan nexistine, û bi ya me be, ev tun rêzlêgirtin ji refên jinan re, ta
roja îro hatiye parastin, eva bê guman aliyekê ji şaristaniya mêrên Kurd
baş dide diyarkirin.
Dîroka gelê Kurd hîn dibêje; di sedsala deh û yanzdan de navên jinên
Kurd di wara wêje de jî de hatine geşkirin, mîna nimûne; Daya Tebrez
Hewaramî, Celale Xanim Luristanî, Reyhan Luristanî, Xatun Meyzad, Daya
Xazan Serkat .
Piştî Selah Eldîn Eleyobî diçe dilovaniya xwe, kurê wî dewsa bavê xwe di
serdariyê de dike, piştî maweyekê ew jî têye kuştin, vê carê hevsera
Selah Eldîn Eleyobî, Şeceret Eldure şûna kurê xwe destlatdariyê li
Misirê dike, hemû karûbarên giran têne ser şanên wê, lê paşê diyar dibe
ku muslimanên rikrewî nikanî bûn serdariya jineke musliman bipejrandana,
lewra jî ewa bi destên muslimanên asoteng û şûnmayî tête kuştin. Em li
vir ji dîrokê têdigînin ku li nik Kurdan jina Kurd dikane bi sanahî şûna
mêrê xwe an bav û birayê xwe di pir aliyên jiyanê de bigre. Yekemîn
dîrokzanê Kurd Şeref Xan Bedlîsî di berhema xwe ya dîrokî de van
rastiyan diterxîne û ew weke nimûne dinivîse; Dewlet Xatun jî piştî
mirina malxûyê xwe rêbertiya êla xwe dike .
Serpêhatiyên "Kelha Dimdimê " ya di salên (1608-1610) ê de li dijî Şah
Ebasê yekem û qehremantiya jinên Kurd di wê berxwedana mêrane de,
rûpelên mêjuya jina Kurd geş kirine, ji ber vê jî bûyerên "Kela Dimdimê"
li nik pir wêjevanên Kurd bûne mijarên giring di berheman de, mîna
nimûne, yekemîn romannivîsê Kurd Erebê Şemo romanek bi navê " Kelha
Dimdimê "nivisiye, ewî di vê ramana dîrokî de qehremantiya jinên Kurd û
berxwedanên wan li dijî leşgerên Farisan baş dide xûyakirin, ewî weha
nivisiye; gava hêzên Şah Ebas hêriş birin ser "Kelha Dimdimê" mêr û
jinên Kurdan bi hev re û bi serdariya Emîr Xan( Xanê Lepzêrîn ) pir
berxwedan li dijî wan kirin, li dawiyê leşgerên Farisan zora Kurdan
dibin, lê jinên Kurd nexwestin di vê cengê de xwe radestî dijminên xwe
bikin, lewra jî pirên wan xwe ji" Kelhê" avêtin xwerê, û xwe kuştin, û
hinekan xwe bi cehrê kuştin, û hinekan ji wan "Kelha" bi ser xwe de
hilweşandin, û jinêm mayîn mîna dîl û yexsîran ketin ber destên leşgerên
dijminan.
Lê helbestavanê navdar Hêmen dinivîs; piştî şeş salan jinek ji jinên Mîr
Ebdela Xan dîsan "Kelha Dimdimê " ji Farisan rizgar dike.
Em li ber roniya van bûyeran bawer dikin ku jinên Kurd tevî hemû
dijwariyên jiyana xwe ya taybetî, li rex mêr, bira û bavên xwe di
çareserkirina pirsgirêka Kurdistanê de rawestiyane, û ne hêştine ku
namusa wan di nav lepên dijminan de bête berbatkirin, ev ne tenê nîşana
welatparêziya jinên Kurd e, lê bi ya me be ewa dibe nîşana xweparastina
rûmet û sinciyê jî.
Di sedsala 17 an , di dîroka jinên Kurd de dîsan Mîra Soranê Xanezade
Sultan gernas dibe, ewa nîzîkî (13) salan navçeya Soran bi rêve dibe û
ewa serdariya (12-40) hezar leşger dike, bi ser da jî ewê gelek Kelha li
wir ava kirine, û ta roja îro "Kelha Xanzade Soran li herêma Soranan nas
kiriye .
Di salên (1750-1794) an de Muhemed Kerîm Zend hukumetek kurdî li
Kurdistana Îranê damezrand, lê Îran bi xwe jî di vê demê de, di bin
destlatdariya Efxaniyan de bû, Kurdan li gel Farisan li dijî Efxaniyan
şer kirin, di vî şerî de jinên Kurd dîsan bi wêrekî û mêrane li rex mêr
û birayên xwe li dijî Evxaniyan şer kirin, çavên leşgerên Evxan ji
çalakiyên jinên Kurd pir teng bûn, ewanan bi xwe dîtine ku çawa mêrên
Kurd bi xwe re jinên Kurd jî dibin şer, lê li aliyê din serbazên
Evxaniyan nikanîbûn û nexwestine jinên xwe bi xwe re bibin şer, lewra
ewan tinaziyên xwe bi Kurdan kirine û gotine "Mêrên Kurdan ketine bin
dawên jinên xwe" .Lê em van gotinên wan bê dudilî li vir pir bi erênî
dinerxînin û em dibêjin dijminên Kurdan bê mebesteke pesneyî bi xwe
dibin çavnirînvan ku çawa jina Kurd ne tenê bermaliya malê bûne, lê
ewanan herdem têkoşer û hevalên mêran jî bûne.
Di destpêka sedsala 19 an (1805-1847)de jinek dîn Kurd li Rojhilata
Kurdistanê(Senendecê li Mîrşena Edelanê ) bi navê Mah Şeref Xan (Mestore
) mîna helbestvan û dîrokzan pir navdar dibe, lê pêwîst e em li vir
biçespînin ku rola bavê Mestorê di perwerdekirina keça xwe de zor bala
bû ye, ewî keça xwe tim li malê ne dihêşt, ewa bi xwe re dibir her
deverekê, ewî ji Mestorê re keys û derfet amede dikirin, li aliyê din jî
Mestorê xwe şûnda venedikişand û ewê mîna keçeke şhereza gelek sudên
nirxbuha ji gerên xwe wergirtine û pirtûka wê dîroka "Mîrşena Erdelan"
di dîroka Kurdistanê de ji lêgervanên mêjunivîs re herdem cihdereke
giring û balkêş e.
Dumahîk heye
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |