28 çepkegul li ser gorna nemir M.M.Berzanî bin
Di sereta de ez jî mîna her Kurdekî bi bûneya bîranîna 28 saliya
şehîdbûna serokê nemir M.Mistefa Berznî serê xwe li ber gorna wî bi
xemgînî, bi serbilindî û bi şehnazî ditewînim.
Weke diyar e, di dîrokê de gelek miletên cîhanê nasnamên xwe yên netewî
bi kesayetî û qehremanên xwe yên navdar tên nasîn,herweha jî gelê me jî
di sedsala bîstan de li seranserî cîhanê bi navê serokê nemir, têkoşerê
gewre M.M.Berzanî hatiye naskirin.
Serok Berzanî dîrok e, serok Berzanî şoreş e, serok Berzanî raman e,
helbest e, çêrok e, serok Berzanî çemek mezin di nav pirêzeyên hestên
niştimanî yên gelê Kurdistan de ye, serok Berzanî ziman gelê Kurd û hemû
netewên din li Kurdstanê û kawayê sedsala bîstan e.
Lewra jî nivisîn û axivtin li ser vî lehengî nemir di kurtebîranîne de
gelek dijwar e, lê ez dixwzim di vê bîranîna pîroz de çend gotinên
Prof.Qenatê Kurd û xanima wî dermafê nemir Berzanî de hûnim zimên.
Gava ez li Lênîngrada berê di salên 1978-1988 an de xwendekar bûm, Nemir
Q. Kurdo ji min re got; gava ez li Lênîngradê xwendekar bûm, mamostên
min ji min dipirsîn, tu çi milet î ?, min gote wan, ez Kurd im, ewan li
min vedigerandin û digotine min, yanê tu Berzanî yî. Yekser ji şabûnên
mezin re, stêr bi çavên min diketin, dilê min di sîngê min de mîna çûkan
sema dikir, min digote xanima xwe yaRus Nadêjda, binêre ! Binêre! Çawa
miletê me bi navê vî şêrî hatiya bihîstin ! Çawa vî dilêrî navê me, navê
gelê Kurd xistiye dîrokê, vêca çawa ezê xwe niha serbilind nebînim !!
Dîsan Q.Kurd gote min; gava nemir Berzanî hate Mosko, ez û xanima xwe
çûn cem wî, em bûne mîvanên wî, me gelek axftin kir, ewî rewşa hevalên
xwe û ya xwe li Sovyetistanê ji me re got; me li çavên wî temeşe dikir,
me wêneya Kurdistanê, me çem û şaxên Kurdistanê tê de didîtin, hîn me wa
hîngê bawer dikir ku serokekî me , qehremanekî me weha mezin hebe, divê
em qet ne xemxwar bin, dê gelê me rojekê azad be. Dîsan nemir Qenatê
Kurd gote min, min xwast hinekî henekan bikim, û min yekser ji cênêralê
mezin pirsî, tu zanî goraniyan bêjî? Ew keniya, û gote min, na ! Min
dîsa ji wî pirsî li tu zanî semayê bikî ? Dîsan nemir Berzanî nermik
keniya, û gote min,,na ! Lê min ji wî re got; dêmek tu ne kurd î. Dîsan
Berzanî bi giyaneke zor sivik keniya û heneka min bi xûn sivikî pejrand,
Qenat hîn got; min hemû riweştên rêbertiyê û mezinahiyê di serok Berzanî
de dîtin.û hêviyên min bi rizgariya gelê Kurd gelek xurt bûn.
Dîroka me ya nûjen diçespîne, ku serokê nemir bi lehengî û bi pîdarî li
hember dijminên xwe têkoşîn dikir û ramanên wî ne tenê li Kurdistana
Îraqê nirxbuha bûn, lê ronahiya rêbaza wî ya netewî li seranserî
Kurdistanê ta niha cihê rêzdariyê ye. Lewra jî
ew dibe sîmbola tevgera azadîxwaza her çar beşên Kurdistanê.
Bi vê bûneya mêjoyî, ez silavên welatparêzî ji pêşmergê serok, rêzdar
Mesud Berzanî, û ji hemû kurdistaniyên dilsoz re dişînim û dibêjim
hemûyan , hûn hemî dilşad û serfiraz bin û bi rizgariya Kurdistanê
bextewar bin.
|
| |
|
|
| |
Dr.Mecît
şêxo |
| |