Nanê Loriya

Nanê min
ji yê te xweştir e,

çimkî
keçên min
li ser alafên
dilên xwe,
ji min re
nanê min dişêjin.

Nanê min
Ji yê te xweştir e,
çimkî
keçên min
dirumên hêviyên
ŞEROJÊ,
bi dilopên
stêrên xwe
hevîra nanê xwe
distirên
Nanê min
Ji yê te xweştir e,
çimkî
keçên min
berbangê
bi xûnava gulên
gundê me ,
bi hêvana
hêviyên LORIYA re
bi germî
li ber serê min
bi findên
narîn
dîdiniiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiiin.
Tuttlingên ,2005
Loriya keça min e, ji roja dayikbûna xwe de,27.04.2004 û ta niha ji ber sedema nexweşiya xanima min li nik malbeteke Almen dijî, û ewa malbeta dixwaze Loriya ji xwe re zep bikin

     
 

 Ebdilmecît Şêxo